Berpirsê Komîteya Karê Derve ya TEV-DEM’ê Salih Mislim li ser mijara hevdîtinên bi rejîma Sûriyê re ji AFP’ê re axivî. Mislim diyar kir mafê siyasî û çandî ne mijara bazarê ye.
Bi rejîma Şamê re danûstandinên fermî 26’ê Tîrmehê dest pê kirin. Salih Mislim derbarê danûstandinan ji AFP’ê re axivî û got, ‘’Çi derbarê saziyan û çi derbarê demokrasiyê be, em hewl didin çi tiştê têkildarî xweseriyê biparêzin.’
Mislim got hişmendiya ku Sûriyê dorpêç kiriye hê ji vê rêveberiyê re ne hazir e û diyar kir ji bo vê sedemê gav bi gav pêşketin çêdibin.
Heta şerê navxwe yê 2011’an destûr tenê ji partiya Baas’ê ya navendîparêz a li desthilatê hebû. Esad jî ji bavê xwe Hafiz Esad desthilatî dewr girt.
Mislim got, ‘’Sûriye êdî wê ne Sûriya berê be’ û got, ‘’Divê pergaleke demokratîk û navendiya-ademî were qebûlkirin’’.
Mislim got berê rejîmê qet ew muxatab nedidîtin û got, ‘’Lê bi vîn, rêxistinî û hêza xwe niha hevseng guherî ne’’.
Li gorî Mislim danûstandinên bi rejîmê re tenê li herêmên Kurd wê bi ‘guherîna ji rêzê ya desthilatê’ nemîne.
Mislim wiha dewam kir, ‘’Em dixwazin her kes bi azadî, bi reng û dengê xwe bijî. Pêdivî pê tine ku rêveberiya xweser danûstandinê li ser mafê çandî û siyasî bike.’’
Mislim got ev ê ji bo tevahiya Sûriyê bibe model.
Li gorî AFP’ê hin analist dibêjin Esad bi şertê ku pergala xweser were rûxandin wê tenê mafê çandî nas bike.
Lê Îlham Ehmed ku tevlî hevdîtinên bi rejîmê re bûyî got xwerêveberî destekeftiyek ji şerê dijî DAÎŞ’ê ye. Ehmed îdîayên ku rejim dixwaze hêzên Kurd tasfiye bike derewand û got, “nîqaşeke wiha nehatiye kirin.”






