Rojnameya Ronahî

Hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Farûk Sakik

Ev hilbijartinên ku wê pêk werin herî zêde dewleta Tirk a dagirker aciz dike. Dema ku li herêmê pêngaveke têkildarî demokrasiyê tê avêtin dewleta Tirk çavsorî dibe û li dijî wê derdikeve.

Dewleta Tirk dema ku bixwaze êrişî Kurdan bike di destpêkê de çapameniya xwe dixe dewrê.  Ji bo van hilbijartinan, ev kar dabû qelemşorê xwe Abdulkadîr Selvî. Qelemşor Selvî wê mijara hilbijartinên li Herêma  Bakur û Rojhilatê Sûriyê manîpule bikira.

Gelek tişt nivisîbû. Hin rastiyên ku di nav civaka Kurdan de, hin kesan nedîtibû wî itiraf dikir. Digot wê statuya xwe fermî û meşrû bikin. Hevoka herî nijadperestî jê bilind dibû jî di dawî de rêzkiribû. Digot; mixalefet, îqtîdar, eskeriye herkes li dijî vê hilbijartinê derkeve da ku pêk neyê. Li hemberî Kurdan banga dijminatiyek netewî dikir. Piştî nivîsa A.Kadir Selvî, hin televizyonên Tirkiyê ku bi rejîma Erdogan ve girêdayî ne, dest bi weşanên taybet kirin. Di dest wan de darikek û li vî alî wî alî yê nexşeya Sûriyê dibirin danîn.

Dijminatiya ku starta wê Abdulkadîr Selvî dabû destpêkirin hin kesên din jî tevlî bûn.  Bi hinceta hilbijartinên şaredariyan ku biryar e 11’ê Hezîranê pêk werin, Bahçelî û Konseya Ewlehiyê ya Tirkiyê careke din dest bi gefên pêkanîna êrişan li ser Sûriyê û dagirkirina xaka wê kirin.

Lê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim bersiv da wan û got: “Dewleta Tirk a ku bi kiryarên xwe rojane sûcê şer dike, ji bo ku hilbijartin neyên kirin wê her tiştî bike. Lê belê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî wê teqez van hilbijartinan lidar bixe. Wê gelê me jî biçe ser sindoqan û wê bi îradeya xwe nûnerên xwe hilbijêre. Em li ber tu êrişan serî natewînin û em ê pergala xwe ya Netewa Demokratîk biparêzin.”

Ji navendek bi zanebûn di nav civaka Kurdan de jî tirsek hatiye afirandin.  Dibêjin, ev hilbijartin wê wek Hilbijartinên Serxwebûnê ya sala 2017’an de ku li Başûr pêk hatin, bibe. Ev hilbijartin ji bo Kurdistan û bi taybet ji bo herêma Rêveberiya Xweser tahlûkeyeke mezin e.

Na…

Em bibêjin ku ev hilbijartin çi hedef dike? Ev hilbijartin pêkanîneke demokratîk da ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî 13 salên şer, gelên herêmê wê kesên xizmetên şaredariyê bikin, hilbijêrin. Li ser vê yekê pêwîste ku mekanîzmeyeke demokratîk hebe da ku rayedar li gorî wê mîsyonên xwe bi cih bînin.

Hilbijartinên şaredariyan tiştekî ji serdestiya Sûriyê kêm nake û gefan li dewletên cîran naxwe da ku aqûbeta Hewlerê bijîn. Dive ku NY û Koalîsyona Navneteweyî ji bo bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser Rêveberiya Xweser erkên xwe bi cih bînin. Pêşî li hewldan, gefxwarinên bi hilbijartinan destpêkirî bigirin. Ji bo ku li Sûriyê herêma herî bi ewle û aram ev der e. Ji vêderê tu talûkeyek ber bi Tirkiyê ve tune ye. Lê em dizanin aramiya heremê ji bo dewleta Tirk talûke ye.

Di hedefa wan de ev aramî heye. Dema ku min ev nivîs dinivisî (3 Hezîran) di têlevizyona Ronahî de nûçeyek lezgin derbas dibû; ‘Li Kobanê dewleta Tirk erebeyek kir armanc’.

Dewleta dagirker dibîne ku nikare pêşî li hilbijartinan bigire, berê xwe dide kuştina sivîlan.

Dawî: Hilbijartin wê pêk werin û hesabê wê erebeyê jî were pirsîn.