Rojnameya Ronahî

Gefên dewleta Tirk ên ji bo hilbijartinê

Zekî Bedran

Dewleta Tirk dîsa êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Saziyên dewleta Tirk li pey hev daxuyanî dan, dest bi gefên li dijî Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ev herêm jixwe di nîvenda gef û êrişan de bû. Çi xirabî hebin kirin. Ji bo herêmên ku dagir nekirine ji derve û hindir ve amedekarî dikirin. Ji Efrînê heta Dêrikê, herêmên ku piraniya wê Kurd lê dijîn, bi kûrahiya 30 km weke herêmên xwe yên ewlehiyê îlan kirine, heta di civîna lijneya giştî ya NY de jî ragihandibûn.

Gef vê carê ji ber hilbijartinên li Bakur û Rojhilatê Suryê tên kirin. Hilbijartinên şaredariyê çima gefê li Tirkiyê dike? Li holê çek, pevçûn an jî êrişek li ser tu derê tune ye. Ev bi salane gel li vê herêmê xwe birêve dibin. Herêmên ku xwe ji DAIŞ’ê rizgar kiribûn, ewlehiya xwe digirtin û karên xwe yên rojane dimeşandin. Li vir tu kesê ku êrişî Tirkiyê kiriye an jî şer daye destpêkirin tune bû. Bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê ji her aliyê cîhanê di ser sînorê Tirkiyê re bi hêsanî derbasî Iraq û Sûriyê bûn. Tirkiyê sînorên xwe ji wan re vekirin û piştgirî dida DAIŞ’ê. Dema Kurdan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê li ber xwe da, koalîsyona ku DYE pêşengiya wê dike jî beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bû. Heta ku DAIŞ li Baxozê bi dawî bû ev hevkarî berdewam kir. Niha jî koalîsyon li herêmê ye, bi dehhezaran girtiyên DAIŞ’ê di dest de ne û li hemberî şaneyên DAIŞ’ê yên veşartî operasyon didomin.  Rêveberiya Erdogan navê DAIŞ’ê hilnade û hîn jî Kurdan weke armanc nîşan dide. Dijminayiya sed salî ya li dijî Kurdan ku xilas nabe û kêm nabe, çav û ruhê wan tarî kiriye. Dewlet seferber bûye, hewl dide “terorîstbûna” Kurdan ji tevahî cîhanê re bêje û piştgiriyê bigire. Gotinek weke mirovan ji bo Kurdên li Sûriyê nekirine. Cihê Kurdan weke “korîdora terorê û terorîstanê” bi nav dike. Dike qîre qîr û dibêje “Em nahêlin dewleta terorê ava bibe”, erd û ezman dihejîne. Yên ku rêveberên Tirk guhdar bikin dê bêjin qey ji derveyî terorîstan kesek din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ye. Niha piştî hilbijartinên şaredariyan ketin rojevê har bûne. Mirov hilbijartinê dikin, rêveberiyên xwe diyar dikin. Wê demê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê civakek dijî, mirov dijîn!

Efrînê çi bi Tirkiyê kiribû? Li Sûriyê weke herêma zeytûnan dihat nasîn. Gelê wê afrîner û kedkar bû. Bi sed hezaran sal ew der veguherandibûn cihê jiyanê. Bi cih bibûn û çandek ava kiribûn. Dewleta Tirk artêşa duyemîn a NATO’ê berda ser serê vî gelî. Li Efrînê ji sedî sed şêniya Kurd lê dijiya. Gel berbelav kirin. Çeteyên xwe û malbatên wan anîn cihê gel. Tevahî zeytûnên gel, ax û keda wan ji dest girtin. Li wir perwerde bi Kurdî bû. Dewleta Tirk li dibistanan Kurdî qedexe kir. Tiştek nema ku bi serê Efrîniyan neanîn. Li ber çavê cîhanê qirkirin û tunekirina nîjadî ku sûcek ê mirovayiyê ye pêk anîn.Çawa dibe ku hilbijartin gefê li ewlehiya Tirkiyê dixwin? Li herêmên mijara gotinê ne nêzî 5-6 milyon mirov dijîn. Li van herêman hêjmara hinek bajaran Ereb in. Li herêmên din jî Kurd, Ereb, Asûr-Siryan û gelên din bi hev re dijîn. Li van bajaran pêwîste xizmetên pêwîst bên kirin. Bi sedhezaran zarok diçin dibistanê. Li bajaran pirsgirêkên rê, avê û hwd hene. Ma heta lihevkirinek bi hikumeta Sûriyê re bê kirin, gel dest û lingê xwe girênade. Ya herî rast û baş jî ewe ku gel xwe birêve bibe, alternatîfek demokratîk ava bike û hilbijartinê çêbike. Di vê mijarê de zêde sergûzeştek rêveberiya xweser tune ye. Dibe ku di aliyê hilbijartinê  de kêmanî hebin. Ev jî bi rexnekirin û rênîşankirinê dikarin bên derbaskirin.

Lê saziyên biryarê yên dewleta Tirk Lijneya Ewlehiya Netewî û Wezareta Çekdarî ya Netewî weke ku yên Dewlet Baxçelî û Erdogan in, hilbijartin kirin armanc. Wezîrê şerê Yaşar Guler, dibêje artêşa Tirk ji şer re amede ye, em destûrê nadin tiştekî. Tişta ku çêdibe jî hilbijartinên şaredariyan in, yanî ji bo karê gel ê rojane bê kirin. Hişmendiya wan jehrî bûye, ji devê wan tundî û mirin dibare.

Dewleta biçûk a Qibrisê dagir kirin. Ji bo 200 hezar Tirkan statûya dewletê li cîhanê ferz dikin. Lê hilbijartina şaredariyan a bi milyonan mirovî weke sedemê şer û dagirkeriyê îlan dikin.

Kurd, Rojava û rêveberiya xweser çi bikin jî dê dewleta Tirk dijminiyê bike û êriş bike. Sala borî teqîneke li Stenbolê kirin hêncet û êriş kirin. Di meha kanûna sala borî de piştî çalakiyên gerîlla dîsa êrişek berfireh pêk anîn. Binesaziya herêmên kirin armanc. Bi kurtayî dê hertim hêncetekî ji bo êrişan bibînin. Derdê wan ên bingehîn hebûna Kurdan e. Heta Kurd tune nebin nasekinin. Jixwe vê jî venaşêrin.

Rêveberiya xweser û saziyên wê, partiyên herêmê pêwîste vê dijminayiyê û êrişan ji gelên cîhanê re vebêjin. Pêwîstî bi dîplomasî û kampanyayek propogandayê ya xurt heye. Pêwîste gel bixin tevgerê û bibin ser sindoqan, li dijî vê êrişkariyê gel bikişînin nava berxwedaneke mezin. Demek kurt ji hilbijartinan re maye. Di her alî de pêwîstî bi xebatek di asta seferberiyê de heye.