Argeş Gewda/Qamişlo
Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer diyar kir ku hilbijartinên şaredariyan wê bibe modeleke nû ji bo demokrasî û azadiya civaka Bakur û Rojhilatê Surîyê. Her wiha Koçer bang tevahiya gelên herêmê kir tevlî hilbijartina bibin û dengê xwe bikar bînin.
Li ser hilbijartinên şaredariyan yên herêma Bakur û Rojhilatê Surîyê pêk bên, cîgirê hevserokê Meclîsa Rêveberîya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê Hesen Koçer bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bu:
Bîryara hilbijartinan kîjan demê hat girtin û dikarin derheqê van biryaran de agahî bidin?
Wek tê zanîn di serê sala 2024’an de hevpeymanek di navbera saziyên Rêveberîya Xweser û sazîyên civakî yên peyvendîdar de hat îmzekirin. Di encama vê hevpeymanê de pêşnîyara hilbijartinên şaredarîyan hat kirin. Piştî erêkirina hevpeymana civakî ji aliyên sazîyên peywendîdar ve biryar di Meclîsa Gelan de hat teqez kirin û biryara dawî hat sitandin. Bi biryargirtina rêveberîya me Pergala şaredarîyên herêmê de jî guhertinek hat kirin. Ev hilbijartine ji bo gelê heremê wateyek girîng îfade dike. Ji ber ku şaredarî teyîsandina civakê ne. Berê desteya şarederîyan hebû ev hat rakirin li şûna wê yekîtîya şaredarîyan hat avakirin. Armanca vê guhertinê ku her şarederîyek ya bin sîwana Rêveberiya Xweser’de cih digire bikare nav gelên herêma ku dimîne da bixwe xwe bikare hêza cewherî rêve bibe. Her şaredarîyek bikare bê ku ferman cihek dî bigire, her biryarê ku digire bixwe pêk bîne. Projeyên ku hene pêk bîne, ser van bingehan rêveberîya me kir biryar ji bona pergala şaredariyan bê guhertin û yekitîya şaredarîyan hat avakirin. Heman demê de jî şaredarîyên Bakur û Rojhilatê Suriyê yên ku bin sîwana Rêveberiya Xweser de kar dikin, bi şêwazek komînal bikarin alîkarîyê bidin hev. Hilbijartin jî ser bingeha van biryar û pergala nû hat pêşxistin. Ev cîhanê de modelek nû ye, heya niha ti dera ev ne hatîye pêk anîn. Namzet dîsa nav gel tên hilbijartin û ev biryar jî dîsa nav gel tê girtin. Cara yêkem e ku jin bi serê xwe namzetên xwe di hilbijêrin û bi rêxistinên xweser dikevin hilbijartinan. Ev hilbijartine ser bingeha paradigmaya Rêberê gelê Kurd Rêber Abdulah Ocalan ya ser azadiya jin û pêkhateyên herêmê tê meşandin
Çend rêxistin û partî tevlî van hilbijartinan dibin û yên tevlî nabin ji ber çi sedemê tevlî nabin?
22 partî û rêxistinên Rojavayê Kurdistanê cih digirin û piranî tevlî van hilbijartinan dibin . Tenê ENKS (Encumena Niştîmanî Kurdistanê a Surîyê) ku partîyên girêdayî van tevlî hilbijartinan nabin. Ev sedema xwe polîtîkayên ku hevkarîya dewleta Tirk dike de dimeşe, ENKS û PDKS hwd. Partiyên girêdayî PDK’ê û dewleta Tirk çawa rê nîşanî van dide wisa dimeşin. Ev berjewendîyên gelê Kurd û Rojava na meşînin û jiber vê sedemê biryara boyqotkirina hilbirtanên demokratîk yên ku dê pêk bên de girtine. Ji bilî van, hemû rêxistinên nav gel û civaka Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Suriyê’da kar û xebat dikin tevlî hilbijartinan dibin. Me heta niha ti astengî nedana pêşîya ti sazî û partîyên Kurdistanî tevdigerin. Aliyekî din jî sazîyên tevgera jin yên ku Bakur û Rojhilatê Surîyê dimînin wek Kongra Star û Kombuna Zenûbya namzetên xwe yên bixwe hilbijartin û vî awayî tevlî hilbijartinan dibin. Cara yêkemîn e jinên Kurd û jinên pêkhateyên heremê jiyan dikin mafê van yê namzetî û hilbijartinê çê dibe. Hin partî tenê bi serê xwe tevlî dibin hin partî jî wek koalisyon tevlî van hilbijartinan dibin. Nêzî 22 partî û sazîyan bi 5 hezar bernamzet hatin xuyakirin. Ji wan 279 endam wekî namzetên şaredariyan hatin hilbijartin. Tevlîbûnek pir xort ji aliyên delegeyên partiyan ve çêbûn. 6 bajêr û 40 navçeyan dê sindoq bên danîn û mafê dengdayînê dê bê bikaranîn.
Li hemberî van hilbijartinan çi astengî hene?
Tê zanîn ku dewleta Tirk ya dagirker pir caran êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê û binesaziyên herêmê dike. ENKS jî herdem bi hevkarîya dewleta Tirk ya dagirker propagandaya dijber dike. Tehdît û gef xwarinên pir mezin di alîyê hundur û ji derve ser rêveberîya me hene. Şaneyên DAIŞ’ê û hêzên veşartî yên hikumeta Şamê jî hewl didin tevlîhevîya li ser asta herêmê ava bikin, ji bona gelên herêmê nekarbin bi awayekî asayî mafê xwe yê dengdayînê pêk bîne. Lê ruxmê van hemû êrîşan jî hilbijartin çêkirin gaveke dîrokî ye. Ji bona me ya girîng em ê çawa li asta jor de tevlîbûna gel çêbikin û bi rêbazek demokratîk van hilbijartinan pêk bînin. Ev hemle hemleke dîrokî ye ji gelê herêmê ya Bakur û Rojhilatê Surîyê re. Em ê wek Rêveberîya Xweser hewil bidin ku bi hêzên xwe yên ewlehî û sazîyên me yên peywendîdar ku bi hilbijartinan ve mijûl dibin, vê gava dîrokî biser bixin. Ser vê bingehê em gelê xwe bi giştî slav dikin û bangawazî dikin bila dengê xwe bikar bînin.
Navên Partî û sazîyên tevlî hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Surîyê dibin
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD
Kongra Star
Partiya Sûriyeya Pêşerojê
Kombûna Zenûbya
Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
Partiya Muhafazakar
Partiya Yekîtiya Suryaniyan
Partiya Çep a Kurd li Sûriyê
Tevgera Çep a Şoreşger li Sûriyê
Desteya Netewî ya Erebî
Yekîtiya Êzîdiyên Sûriyê
Partiya Nûjen û Demokrasiyê ya Sûriyê
Partiya Aşûrî ya Demokrat
Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye
Partiya Guhertina Demokrat a Kurdistanê
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê
Tevgera Dadweriya Sivîl
Partiya Kombûna Netewî ya Kurdistanê
Meclîsa Civakî ya Ermeniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Partiya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê