Rojnameya Ronahî

Hilbijartin guhertine ji lewma dijminan ditirsîne

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirk a dagirker her carê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên erênî ber bi çareseriya demokratîk û pêşketina civakî ve davêjin, dîn û har dibe. Niha jî dema gelên herêmê bi serkêşiya QSD, MSD û Rêveberiya Xweser hevpeymana xwe ya civakî destnîşan kirin û dixwazin hilbijartinên herêmî lidar bixin. Gefxwarin, Êriş û zirtên xwe zêde kirine.

Erdogan û çeteyên wê bi hemû rê û rêbazan dixwazin gelê herêmê çavtirsandî bikin da ji soza xwe ya pêkanîna hevpeymana civakî gavan paş de bavêjin. Tişta balkêş hikûmeta Şamê û piştevanên wê jî bê navber di nava tevgera dijberiya van hilbijartinan de ne. Pirojeya demokratîk wekî parçebûn pênase dikin. Bê navber hewl didin dijberiyeke civakî li dijî Rêveberiya Xweser û pirojeya demokratîk di herêmê de pêş bixin.

Heger em li van êriş û dijberiya wan a ji hilbijartinan re, şîrove bikin. Baş diyar dibe çiqasî ji demokrasiyê û pêşketina bayê guhertinê ditirsin. Ji ber wê jî bê ser û ber êrişan pêk tînin. Di aliyê leşkerî de êrişên wan dewam dikin. Bi riya çavkaniyên xwe şerê taybet li dijî herêmê didin meşandin, bi xurtî karekî mezin ji bo têkbirina sîstema hilbijartinan kar dikin.

Lê balkêşe gelên herêmê yên bi ked û têkoşîneke mezin hemû cûreyên êrişan têk birin. Di hemû şert û mercan de sîstema xwe avakirin û destkeftiyên xwe parastin, wa îro jî xebatên xwe yên hilbijartinan didomîn in. Tişta bala mirov dikşîne bê navber xebatên hilbijartinan dewam dikin, di heman dema merasîma oxrkirina şehîdan li dare, coş û şahiyên hilbijartinan lidar in. Ev bi tena serê xwe serkeftina îradeya gelên fedekar ên hevgirtî ye.

Ji lewma ez di wê baweriyê de me ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa karîbûn çeteyên bi navê Artêşa Azad û Cebhet El-Nesra têk bibin, çawa çeteyên DAIŞ’ê têk birin û serkeftinên mayînde bi dest xistin. Çawa karîbûn hêzên herî mezin ên cîhanê li vê xaknîgeriyê bînin beranberî hev. Wê bi hêsanî karibin hilbijarinên şaredariyan ser bixin û planên êrişkar ên Erdogan û çeteyên wê têk bibin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ji destpêkê û dema qedera xwe di tekoşîna Netewa Demokratîk de xêz kir, wê demê ji derveyî serkeftinê tu bijarte layîqî xwe ne dît. Wê demê ket wê baweriyê de wê berdêleke giranbuha dîne û wê ji derveyî wê tu riyekî din ji xwe re xêz neke.

Ji ber wê jî em dinêrin gelê me bi coş û kelecaneke mezin amadekariya hilbijartinên şaredariyan dike. Her çendî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çend sal berê jî hilbijartin hatin lidarxisitn, lê hilbijartinên vê carê cûdaye. Dibe ev bibe derfetek ji bo em bibin xwedî statu. Raste ev yek ji armancên sereke yên têkoşîna gelên herêmê ye. Lê ya hîn giringtir ev bayê guhertin û veguhertinê li tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn belav bibe.

Ji ber wê jî ji tevahî gelê herêmê tê xwestin serxistina van hilbijartinan û xwedîderketina li dengên xwe wekî erkeke netewî bibînin. Wiha jî nîşanî tevahî cîhanê bidin, bêyî sîstema dewletnetew civak dikarin hemû pirsgirêkên xwe yên heyî çareser bikin.