Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Kurd divê yekîtiya xwe avabikin

10/08/2018
in Uncategorized
A A
Hêzên Kurd divê yekîtiya xwe avabikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hevserokê KODAR’ê Fuat Bêrîtan diyar kir divê gelên Îranê û gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina nasnameya xwe ya civakî û siyasî têbikoşin. Bêrîtan wiha got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îranê divê pirsgirêka Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê were çareserkirin. Pêdivî pê heye ku hemû hêzên Kurd di platformekê de werin ba hev û yekîtiya xwe ava bikin.”

Hevserokê KODAR’ê Fuat Bêrîtan diyar kir divê gelên Îranê ji bo nasnameya civakî û siyasî têbikoşin û got, ‘’Hemû hêzên Kurd ên li Rojhilat divê li platformekê bighêjin hev.”
Hevserokê Pergala Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) diyar kir ji bo derbaskirina krîza siyasî û civakî ya Îranê divê hişmendiyên berê li paş bimînin û got, “heke Komara Îslamî li ser hişmendiya berê raweste KODAR ti caran wê nebe parçeyek ji pêvajoya ne demokratîk.”
Bêrîtan diyar kir ew alîgirê demokrasiya radîkal in û KODAR bi hemû hêzên demokratîk û bi stratejiya ku civakan ji xwe re esas dibîne, ji bo geşbûna modêla demokratîk têdikoşe.
Bêrîtan li ser nêzîkatiyên hinek hêzên muxalif yên derbarê projeyên çareseriyê yên KODAR’ê de wiha axivî, “Li gorî hinek hêzên muxalîf Komara Îranê nayê guhertin, ji ber vê jî ew dibêjin pêşkêşkirina projeya KODAR’ê ne hewce ye. Li gorî hinek navendan jî guhertineke demokratîk hewce nake û ew dikarin di rewşa heyî de berdewam bikin. Berdewamkirina rewşa heyî û bendewariya ji derve, herdu jî ew ê karesatan bi xwe re bîne. Sûriye di vî warî de mînakeke berbiçav e. Xeta sêyemîn guhertinan diafirîne û di zêdekirina karesatan de rola wê tune. Li Îranê berdewamkirina rewşa heyî trajîk e, li aliyekî qeyran û kaos û krîzên navxweyî û li aliyê din jî hêzên li derve rewşek çêkirine ku îmkanê siyasetê zehmet kiriye. Şertê yekemîn ê rizgarbûna ji krîzên aborî, siyasî û civakî bi terikandina ferasetê berê dikare pêk were. Heke Komara Îslamî li ser rewş, feraset û nêzikatiye berê israr bike, ew ê KODAR bi tu awayî nebe beşeke vê prosesa ne demokratîk.
Demokratîzekirina Îranê ne bi tenê li ser milê hikumetê ye, barê giran li ser milê gel, civak, jin û rewşenbîran e. Hêza ku civakê esas negire û enerjiya xwe bi tenê ji bo desthilatdariyê bi kar bîne, ne di kategoriya hêzên demokratîzasyonê de ye. Şertê yekemîn ê prosesa demokratîk esasgirtina civakê ye. Civak bi xeta yekîtî û demokratîzekirinê dikare guhertinê li ser desthilatdariyê ferz bike. Divê desthilatdarî îradeya civakê nas bike û bi vî awayî dikare rê li ber çareseriyeke demokratîk veke
Feraset, stratejî û formulasyona KODAR’ê ji bernameyên ekol û partiyên din cudatir e. Di warê stratejîk de pêkhatina modela xwerêveberiya demokratîk esas digire. Di heman demê de girîng e ku tevlêbûna hemû beşên civakê û olî û bîr û baweriyan hebe. Ev model ne dewletî ye, hewl dide makezagonê demokratîk bike. Ev xalên heyî di nexşerêya KODAR’ê de bi berfirehî hatiye amadekirin.
KODAR xwe dispêre demokrasiya radîkal. KODAR bi hêmû hêza xwe ya demokratîk û esasgirtina civakên li Îranê, ji bo pêşxistina modeleke demokratîk ew ê têbikoşe.Ji bo civakên Kurdistanê mirov dikare bibêje ku, beriya her tiştî divê gelê Kurd bi awayekî stratejîk demokrasiyê esas bigire. Divê bi vê stratejiyê demokrasî û demokratîkbûnê pêş bixînin. Divê li hemberî gefan û înkarê bisekinin û xwe biparêzin.”
Fûad Bêrîtan bal kişand li ser erk û berpirsyariyên gelê Kurd û rojhilatê Kurdistanê û ev tişt anî ziman, “Divê gelên Îranê û gelê Kurd ên li Rojhilatê Kurdistanê ji bo parastina nasnameya xwe ya civakî û siyasî têbikoşin. Heke gelê Kurd di van warên xwerêxistinkirina civakî de qels be û heta ku xeta parastina rewa xurt nekin, ew ê nikaribin bi ser bikevin. Heke Îran naxwaze alozî û krîz lê hebin divê meseleyên gelê Kurd û yên gelên Îranê çareser bike. Ji bo çareserkirina kêşeyên Îranê divê doza Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê were çareserkirin.
Heke rejîma Îranê vê rastiyê qebûl neke, teslîmbûnê li ser Kurdistanê ferz bike û qîrîna gel bifetisîne, ew ê ji bo rejîmê xetere gelekî zêde be. Heta niha tu dewletê nekariye bi zindan û êşkencekirinê serkeftinê bi dest bixe. Em KODAR ne bi tenê ji bo ekol û hêzên heyî projeya me ya çareseriyê heye, belkî di demeke nêz de ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî pêşniyazan pêşkêş bikin. Pêdivî pê heye ku hemû hêzên Kurd di platformekê de werin ba hev. Partiyên siyasî yên ku fikra wan ne yek e jî divê ji bo berjewendiya gel werin ba hev. Ji ber vê jî KODAR ji bo hevdîtin û avakirina eniyeke demokratîk a ku hemû alî tê de hebin, xwe berpirsyar dibîne.
Rewşa Sûriyê îspat kir ku israra di korerêya siyasî de û berdewamkirina despotîzmê nikare guhertinê biafirîne û mudaxilên ji derve nikare bi xwe re demokrasî û azadiyê bîne. Divê rejîma Îranê vê rewşê baş binirxîne û li gorî wê tevbigere.”…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.