Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nexweşiyên di nava civakê de

05/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale

Di rêza jiyana civakan de dema ku buyer diqewimin, li beramberî wê bertekên dijwar derdikevin. Jin di encama van bertekan de ne tenê fîzîkî têne kuştin, piskilojîk jî hildiweşin. Bi kuştina yek jinê re dibe ku bi sedan jin aliyê piskilojîk de werin kuştin. Jin çi bijî, yan jî têkeve kîjan rewşê de ji bo civakê ne girînge, ya girîng mêr tişta di serê xwe de bike û ji xwe civak jî li piştî wî ye. Ji ber vê yekê civaka ku dikeve vê rewşê de Nexweş e.

Ev nebûye demeke dirêj jin di bin navê namûsê de hatin kuştin. Bûyera herî dawiyê qewimî berî deh rojan bû. Di têkiliya jin û mêr de gelek pirsgirêk hene. Civaka ku van pirsgirêkan paşguh dike û li çareseriya wê nagere dibe mafê xwe jî nebîne ku li gorî encamê jinê qetil bikin.

Civak îfadeya `namûsa me gemar bûye` bikar tînin û li gorî wan divê namûsa xwe paqij bikin. Piştî ku buyer diqewimê û li gorî wan namûsa wan gemar bûye, li bendê namînin ku buyerê fêm bikin, zagonên wan li gorî wan hene ya girîng ku namûsa xwe paqij bikin. Keçên xwe veşartî qetil dikin û bê ku kesek pê bibhîze cenazeyê wê li ciyekî kesek bi serve neçe vedişêrin. Tişta balkêş cenazeya wê jî di nava miriyên xwe de venaşêrin, li gorî ol jî tevnagerin, cenazeyên wan dixin nava betaniyekê de û bin ax dikin. Mêrên ku van tiştan bi serê keç û xwişkên xwe dikin civak bi wan serfiraz e, yên êş dikşînin, ditirsin û aliyê piskilojîk de dimrin jin in.

Jin dema ku pirsgirêkên wan bi mêran re derdikevin û dixwazin serî li Mala Jin bidin civak bi ser wan de diçin û vê yekê eyb dibînin. Her wiha hemû jin jî hîna nizanin biçin Mala Jin û pirsgirêkên xwe çareser bikin. Dema ku pirsgirêk di navbera wan û mêran de derbikevin civak wan sûcdar dike û çarenûsa wan diyar dike, ew jî çi ye? Kuştin e. Piştî ku jin têne kuştin ji derveyî rêxistinên jin kesek helwestê xwe diyar nake û her kes bêdeng dimîn e. Ji xwe kuştina jinan tê veşartin. Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya û hêzên ewlehiyê piştî ku dibihîzin jin hatine kuştin pey buyerê dikevin û kujeran digrin. Piştî ku buyer têne lêpirsîn kirin derdikeve holê ku malbatên wan ew di bin navê namûsê de kuştine.

Zîhniyet û feraseta ku jin namûs tê dîtin, çewtiyeke exlaqî û zîhnî ye. Bila civak li xwe vegere, qîz heyanî ku mezin dibin wan di bin navê kevneşopiyan de difetisînin, dema ku bi zanistê re mijûl dibin wê ceza dikin, bi zorê wê dizewicînin, di malê de wê dikin xizmetkar û mîna Rêber APO gotî jin di malbatê de karkereke bêheqdest e.

Têkiliya di navbera jin û mêr de bandorê li hemû pirsgirêkên civakî dike. Heyanî ku bi rê û rêbazên cinsiyetparêzî nêzî pirsgirêkên di navbera jin û mêr de dibin, wê bi milyonan jin werin kuştin. Civak wê nikaribe pirsgirêkên xwe yên civakî çareser bike û wê her tim şer û kuştin hebe.

Post Views: 63
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
ÇAND Û HUNER

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.