Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Zimanzan û nivîskar Berzo Mehmûd diyar kir ku ziman stûna gel e, zimanê Kurdî ne lawaz e, zimanzanên Kurd astengiyan çêdikin. Herwiha Mehmûd da zanîn ku hîna mijara rêzmana kurdî nebûye derd ji bo rewşenbîr û zimanzanên Kurd li Rojava û nîqaş di navbera wan de çênebûye.

Mijara zimanê Kurdî li Rojava li gel derfetên heyî ji bo nivîskar, rewşenbîr û saziyên têkildarî perwerde û fêrkirina zimên xwedî girîngiyekê ye. Tevî ku 73 sal li ser destpêkirina bi kurmanciya latînî derbas bûye hîna pirtûkeke tekane û weşan, nivîs û pergalkirî di nêrîna gelek rewşenbîr, zimanzanên kurdan de çênebûye. Li hêleke din tevî ku di nav saziyên cihêreng ên Rêveberiya Xweser de zimanê Kurdî bûye yek ji zimanê fermî di nêrîna piraniya zimanzan û kesên lêkolînê li ser zimanê Kurdî çêkirine, aloziyê dibînin. Di derbarê van mijaran de bi boneya Roja Zimanê Kurdî zimanzan û nivîskarê Kurd Berzo Mehmûd ji rojnameya me re axivî.

‘Ziman stûna gel e’

Mehmûd da zanîn ku ziman stûna gel û gelê Kurd jî gavên pêşketî li Rojava avêtin û wiha got: “Ziman stûna gel e stûna pêşketinê ye, ziman raburdûya rewşenbîriyê ye, herweha di derbirînê de êstaya rewşenbîrî ye. Îro, zimanê me ji dagirkirinê rizgar bûye, kur û keçên miletê me fêrî xwendin û nvîsîna Kurdî bûne. Ji xwe zimanekî ku sedsalî di girtîgehê de bû, dê gelek êş û nexweşî lê peyda bibin lawazî û hejarî û bêferhengî. Lê dîsa miletê me li ber xwe dide, zimanê me gavên pêşketî pêktîne, em bihêvî ne ku di salên bê dê gelek gavan biavêje. Em dikarin bêjin ku pêşketina ziman li Rojava du prose di piratîkê de dane pêş, yek jê xwendin e, ya duwem jî nivîsîn e. Zarokên Kurd bi piranî fêrî Kurmanciyê bûne, lewra jimara axêverên Kurmancî di xwendin û nivîsînê de zêde bûye û ev zêdebûn hin bi hin zêdetir dibe. Ziman jî eger nekeve axaftinê de, ew ziman mirî ye.”

 ‘Kêmasî ne di ziman de ye, zimanzan astengiyan çêdikin’

Berzo Mehmûd tekez kir ku zimanê Kurdî ne qels e, lê zimanzanên Kurd astengiyan derdixin ji bo zimên û wiha domand: “Ji bo pêşketina zimanê Kurdî, pêwîst e zimannas bi aqilekî gihaştî, têr-ezmûn û pispor kar û têkoşînê bikin, bi armanca pêşvebirina ziman di aliyê ferhengî de ku nwênerayetiya şaristanî bike. Ev kêmasî û alozî ne di ziman de ye, di xwediyê ziman de ye, lê wek diyar e li şûna ku pêş bixe, astengiyan li pêşiya ziman çêdikin, wek çawa pirtûka Rêbera Rastnivîsînê ya 2019’an ji alîkî ve û pertûka Rêzimana Kurmancî ya SZK’ê ji alîkî din ve bi armanca standerkirina Kurmancî xwestin ku hin rêkarên ristesaziya devoka Badînanî li zarê Kurmancî stander bikin, ango rêzimana sîntaksa Kurmancî. Armanca van herdu pertûkan ew e ku bi bihaneya standerkirina zarê Kurmancî, guhertinekê di rêzimana Kurmancî de pêk bînin, ku hîç wate jê re nîne. Berî her tiştî em wê yekê tekez dikin ku rexnên me li van herdû pertûkan tenê di xalên taybet de ne, ku ew jî giringiyeke xwe di rêziman û sîntaksê de heye, ne ku di tevahiya xalên rêzimanî û leksîkî yên di zeviya van herdû pertûkan de digere, ji ber ku di hin aliyan de pirsgirêk nîne, ya dîtir jî em pêrgî şêwaz û awayê şîrovekirinê nabin, ji ber ku nivîser serbest e çilo kêşeyê pêşkêş dike yan çi têrman bikar tîne.”

‘Mijara ziman di navbara zimanzanan de bi sîstematîk nîqaş nebûye’

Berzo destnîşan kir ku hîna mijara rêzmana kurdî nebûye derd ji bo rewşenbîr û zimanzanên Kurd li Rojava û nîqaş di navbera wan de çênebûye “Şêweyê şîrovekirina rêzimana Kurdî nebûye derd li nik rewşenbîr û zimannasên Kurd ji bilî ku partiyên siyasî jî her yek xwe bi komek nivîser ve girê didin, bi ser ku ziman kêşeyeke netewî ye, ango civak hemû tê de berpirs e. Lê eger zimannas lê napirsin, civak wê çawa pirsyanê lê bike. Awayê nivîsîna Kurdî di navbera zimannasan de bi rêbazekî zanistî û civakî nebûye cihê nîqaş û şîrovekirinê.”

‘Divê SZK’ê korsên ziman bide karmendên saziyan’

Nivîskar û zimannasê Kurd Berzo Mehmûd diyar kir ku divê perwerdeya zimanê Kurdî ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ji hêla SZK’ê ve bê dayîn û wiha axivî: “Di baweriya min de kêmasî û alozî ji xwe heye, yê ku kar û xebatê bo pêşxistina zimanê xwe nake û hîç guhdan lê nîne. Ev nêzîkî pazde sala ye ku kurd li Rojava serbest in ku xwe fêrî zimanê xwe bikin, lê di baweriya min de kêmasî hem ji kesên kurd ve heye, hem jî rêveberî jî ne hewqas rijd e di warê fêrkirina miltet ji zimanê kurdî re. Ya dîtir jî bo ku em civakê ber bi fêrkirina zimên ve bibin, pêwîst e bernameyên xwendinê bi awayekî zanistî bêne drustkirin, da ku civak bixwênin û paşê bikevin ezmûnê de. Ya dîtir jî korsên ziman ji fermanberan û karmendan re çêbibin, pêwîst e Saziya Ziman(SZK) bi vê xebatê rabe.”

Post Views: 39
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.