Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
Share on FacebookShare on Twitter

Remezan  Olçen

“Tevkujiya çandî ji ya fîzîkî xirabtir e.”

Rêber Apo

Dengvedana Kongreya 12’an a Awarte ya PKK’ê li welat û derveyî welat dewam dike. Gelek nîqaş û nirxandin li serê tên kirin. Wisa xuya ye ku wê ev nîqaş û nirxandin demekî dirêj dewam bikin. Di esasê xwe de ya rast jî ev e. Ji ber ku PKK’ê weke wakia û fenomekê û weke formeke têkoşînê mohra xwe li nîvsedsalekê Kurdistan û cîhanê xistiye. Di nava şoreşê de wê karîbûye ku şoreşan pêş bixe. Ev bi saya feraset û ilma Apoyî û bi keda şehîdan pêk hatiye.

Îro roj gelek kes ji xwe dipirsin; PKK’ê çawa karîbû ewqas li ber xwe bide û çima di demekî ku hêza xwe xurt e, xwe fesix kir? Ji bo fêmkirina van pirsan lazim e mirov Rêber Apo nas bike.  Naskirina wî jî encax bi rêya xwendina wî dibe. Xwendin diyalogeke navbera nivîskar û xwendevan de ye. Bi rêya axaftin û diyalogê mirov hev fêm dike.

Li gorî xwendina me û diyalogên me bi rêya parêzname û analîzên Rêber Apo pê re pêş xistiye; ji dema avabûnê ve PKK’ê di paradîgmya xwe de hişk nebû, dogmatîk nebû. PKK’ê her demî karîbû xwe li gorî ruhê demê biguherîne û veguherîne. Bi vî awayî xwe gurçûpêç kir. Ji Komekê Apoyî îro xwe gihandiye bi milyonan însanî. PKK’ê bi xwe re çandeke nûjen afirand ku kok û rehên xwe diçe heta hezarên salan. Ew li ser çanda jin-dayikê, li ser çand û exlaqa şoreşa neolîtîkê bû xelekeke zincîra têkoşîna mirovahiyê.

Rêber Apo di banga xwe ya 27’ê Sibatê de; Banga Aştî û Civaka Demokratîk de derî li têkoşîneke nû vedike. Paradîgmayê diguherîne. Îcar dema paradîgma tê guhertin pê re terz, şêwe, têgîn, îdraq jî tên guhertin. Eve destwerdaneke mezin a şoreşgerî ye û keysê, derfetê dide hemû kesî ku xwe biguherînin. Tanzîmkirina civaka demokratîk bi serê xwe têkoşîneke bi hurgilî û dijwar dixwaze. Eve çandeke nû diafirîne. Li dijî tevkujiya çandî parastina çand û ziman, nasname û siyasaya civakê ye. Civak pê azad dibe lê di heman demê de ev azadî di ewlehiyê de pêk tê.

Divê em ji bîr nekin ku forma netewe-dewletê formeke hikûmraniyê ya modernîteya kapîtalîst e. Ev pergaleke zalim e, li ser mezaxtin, dejenerasyon, bêexlaqî, komkujî û hemû xerabiyan xwe heyî dike. Dijminê civak û xwezayê ye. Lê li aliyê din çeka wê ya herî mezin jî destwerdana li çandê ye. Bi rêya çandeke endustriyalî û fabrîkasyon, pûç lê biriqandî li dijî civakê, civakan êrişeke bêeman dimeşîne. Ev êriş roj 24 saet dewam dike. Yek kêliyekê vala nahêle. Berê xwe bidî kîjan alî ew li wê derê ye. Di demekî bi vî rengî de Rêber Apo bi Manîfestoya Serdemê ya 27’ê Sibatê, bangeke ji bo tanzîm û tehkîmkirina çanda jin-dayikê, civak û xwezayê dike. Ev çand, bi xwezayê re li hev e, bi jin-dayikê re li hev e.

Ev bang ne tenê ji bo gelê Kurd ê di penca qirkirinê de ji bo tevahiya mirovahiyê ye. Ji ber ku pergala serdest a cîhanî pûş kutaye eyarê mirovahiyê giş. Yan mirovahî wê bi vê çanda nû, bi hev re jiyaneke nû ava bike yan jî wê dinyayê bike gerestêrkeke ku jiyan li serê nemîne. Ev bang hisabdîtineke mezin a bi pergala kapîtalîst re ye. Ev banga pêkanîna sosyalîzma civaka demokratîk e.

Post Views: 54
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.