Ayşa Silêman/Dêrik
Dîroknasê kurd Biradostê Mîtanî diyar kir ku hezkirina wî ji zanist û dîroka gelê kurd re ji zaroktiya wî ve dest pê kiribû, lewma wî ev rê hibijart û heya îro jî bênavber didomîn e.
Dîroknasê Kurd Evdilhekîmê Mele Emer ku bi navê Biradostê Mîtanî tê naskirin, di sala 1960’î de li gundê Xirbê Cihiwa jidayîk bûye. Wî dibistana seretayî li gundê xwe qedandiye û ya navîn li dibistanên bajarê Rimêlanê bi dawî kiriye, piştî wê beşê pêşesazî li bajarê Hesekê bi dawî kiriye. Li Dêra zorê jî, ji paymangeha pêşesazî, beşê miknisyanî derçû ye. Niha jî li bajarê Girkê Legê dijî.
Di derbarê jiyan û kar û xebatên xwe de, dîroknasê kurd Biradost Mîtanî ji Rojnameya me re axivî.
Kurtejiyana Biradost Mîtanî
Mîtanî da zanîn ku wî bawernameya qonaxa amadeyî a wêjeyî bi şêweyê azad bi dest xist û piştre xwe li zanîngeha Şamê tomar kiriye û wiha got: “Ji ber hezkirina min ji zanist û dîroka gelê Kurd re, min beşê dîrokê di fakulteya wêjeyî li zanîngeha Şamê xwend, piştî derçûna ji zanîngehê min karê mamostetiyê li hin gundan kir û piştî wê bi rengekî fermî li Rimêlanê min dest bi mamostetiyê kir. Ji berya 38 salan ve û heta roja îro bê rawestandin di nav xebatên perwerdê de me, tevlî ku rêjîma Baas ez di sala 2013’an de, ji erkê mamostetiyê dûrxistim. Ev yek ji ber rol û çalakiyên min ên rewşenbîrî û perwerdehî di layê ziman û dîroka Kurdî de, nexasim dema ku min karî bû dîroka Kurdî ya rast û ya miletên din yên li herêmê dijîn jî derim holê. Her wiha min karîbû ku xwehrî û çewtiyên li ser dîroka me Kurdan bi belgeyan û bi zanebûn rake. Min di gelek çalakiyên di warê guftûgo, vejîn, zindîkirina helkeftinan, diyarkirin û eşkerekirina dîroka kurdî de û di hemû warî de jî bêhempa kedê bidim û pêve mijûl bibim.”
Kar û xebatên wî
Mîtanî diyar kir ku bi sedan gotar û lêkolînên wî yên dîrokî hene û wiha got: “Min gelek sîmînar li piraniya bajarên herema Cizîrê dane, di heman demê de ez endamê komîta perwerdê ya Ekadimiya Civaka Demokratîk, civaka milî û rewşenbîrî me. Her wiha ji dema ku hîn rêjîma Baas li ser desthilatiyê bû mala min bi dergehekî fereh û bi rengekî razyarî û veşartî ji hemû çalakiyên welatparêziyê re vekirî bû. Di heman demê de rola min hebû di warê belavkirina têgeh û hestên neteweyî, rewşenbîrî û zimanê Kurdî de. Min bi hezaran ciwan li ser zimanê Kurdî ji asteyên 1, 2 û 3 perwede kirine û wane dane dibistanên herêma Girkê Legê jî. Piştî Şoreşa Rojava ez bûm rêpêşan, şêwermend û piştre endamê Komîta Wêjeya Zimanê Kurdî ye di S.Z.K.”
Di gelek waran de xwedî rol bû
Mîtanî axaftinên xwe domand û wiha got: “Min dîdageha Girkê Legê ya rewşenbîrî di sala 2006’an de ava kir. Di destpêka Şoreşa Rojava de xwedî rol bûm di avakirina Saziya Zimanê Kurdî li navçeya Girkê Legê de, avakirina Saziya Nûrî Dêrsimî li Rimêlan, avakirina Yekîtiya Mamosteyan di Girkê Legê û Rimêlanê de û bûm hevserok di Yekîtiya Mamosteyan li Girkê Legê û piştre hevserokatiya Yekîtiya Mamosteyên Kantona Cizîrê re di sala 2014’an de kiriye. Di heman demê de Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyêye bûm. Berî Şoreşa Rojava li Girkê Legê ez Endamê Komîta Rêvebir a Rêxistina Aştiya Civakî bûm. Her wiha di sala 2014’an de xwedî rol bûm di avakirina Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê de û min cihê xwe di hevserokatiya şaxê nivîsgehê ya di Girkê Legê de girt û piştre bûm endamê Desteya wê ya Rêvebir ya giştî. Niha jî endamê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê me. Bêhtîrî salekî endamê Navenda Lêkolînan a Desteya Perwerdê ya Bakur û Rohilatê Sûriyê bûm.”
Berhemên Biradost Mîtanî yên çapkirî
Berhemên nivîskar û dîroknasê Kurd Biradost Mîtanî wiha ne:
-Pirtûka rêzmana Kurdî bi navnîşana Gurzek Gul Ji Baxê Zimanê Kurdî
-Pertûka bi zimanê erebî bi navê Dergehek ji bo dîroka kurdî ya kevnar, Kurdistan ji serdemên kevirî yên kevnar heta hatina misilmantiyê.
– Pirtûka bi Kurdî bi navê Kurtedîroka gelên Rojhilata Navîn û têkilyên wan bi hev re.
-Pirtûkek bi zimanê erebî bi navê Elberzex.
– Pirtûkek bi kurdî, bi navê Bergihek ji Zanista Kurdî.
Herwiha wî di kesên din destana Derwêşê Evdî ya nivîskar Eyûb Kiran, ji Kurdî wergerandin Erebî.
Berhemên ku hîn nehatine çapkirin
Dîroknas Biradostê Mîtanî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji destnivîsên min yên bi zimanê erebî û neçapkirî 10 berhem hene, dibin zincîrek bi sernavê Ehdas Min Ehwal Kurd û Kurdistan. Carcaran ez helebestan jî dinivîsim, dema ku wan komî ser hev bike, wê bibin dîwanek. Ji destnivîsên min yên bi zimanê kurdî û neçapkirî 30 berhem hene bi sernavê bûyerên ji rewşa kurd û kurdistanê. Niha jî li ser danîna pirtûkekê bi erebî xebat dike navê wê Puxteyek li ser hebûna gelê Kurd di Sûriyê de, ji dema berbanga dîrokê ve, ew jî du beşin.”