Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê ya Kantona Cizîrê Sozdar Biro diyar kir ku ew li gorî pêdiviyên Rêveberiya Xweser kar û xebatên xwe birêvedibin, herwiha wan ji bo rakirina berhemê mûsimê îsal gelek komîteyên ewarte li kantona Cizîrê avakirin e û got: ” Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e.”

Di van çend salên dawî de berhemên mûsim li herêmê kêm e, ew jî ji ber kêmbûna barîna baranê ye. Herwiha îsal jî ji ber derengbarîna baranê gelek zeviyên kantona Cizîrê zirar dîtin.

Derbarê amedekarî û hazirtiyên rakirina berhemê mûsimê îsal Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê yê Kantona Cizîrê Sozdar Biro ji Rojnameya me re axivî.

‘Piraniya zeviyên herêmê girêdayî barîna baranê ne’

Sozdar Biro anî ziman ku ji ber sedema kêmbûna barîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e û wiha got: ” Weke tê zanîn bi sedema kêmbûn û derengmayîna barîna baranê li herêma Cizîrê bandoreke mezin li çandiyê û mûsimê îsal bû. Herwiha barana ku hate barîn jî têrê nedikir ku zevî bighêjin asta ku berhem û hilbirînê bidin. Baran li herêmê hate barîn ne di dema xwe ya guncaw de bû, ev yek jî bandoreke mezin li mûsimê îsal û cotkaran hate kir. Piraniya zeviyên herêmê xwetispêrin baranê, herwiha sala ku baran neyê ew erd nema zêde çandin lê tê kirin, ji ber vê yekê zêdetir em li ser avdanê disekinin, avdan jî piraniya wê ji bîr û kaniyan ne ew jî bihayeke zêde ye li ser cotkaran. Ji ber kêmbûna barîna baranê piraniya zeviyên me yên bejî zirar dîtin. Ji ber sala ku baran kêm dibare bandoreke mezin li tevahiya zeviyan tê kirin.”

‘Li gorî pêdiviyan em xebatên xwe birêvedibin’

Sozdar Biro da zanîn ku wan çar caran mazot li cotkaran belavkiriye û wiha berdewam kir: “Li gorî pêdiviyên Rêveberiya Xweser em kar û xebatên xwe birêvedibin, herwiha li gorî pêdiviyan me îsal çar caran mazot li cotkaran belavkir û xebatên me di asta baş de tên meşandin. Di îsal de me çar caran mazot li cotkaran belavkir, lê ev tenê têrnake, ji ber ku îsal hişkesaliye pêdiviya cotkaran bi mazotê heye. Dema niha em hazirtî û amedekariya rakirina mûsimê îsla dikin û me li tevahiya bajarên kantona Cizîrê komîteyên awerte avakirin e. Ji ber ku di dema rakirina mûsim de ew komîte amedebin, herwiha ew komîteyên me wê di 24`seatan de kar bikin. Ew komîte li tevahiya bajaran erebyên agirkûjiyê amedebikin, herwiha wê tevahiya meclisên bajaran cihê xwe di nava wan komîteyan  de bigirin. Weke mehrûqat, hêzên cewherî, Şaredarî û saziyên ku bi çandiniyê re têkildar.”

‘Em bi hêvî ne ku cotkar bi me re alîkarbin’

Hevserokê Komîteya Çandinî û Sewalkariyê yê Kantona Cizîrê Sozdar Biro eşker kir ku komîteyên depoyên genim amedekariya xwe ji bo kirîna mûsimê îsal dikin û wiha pê de çû: ” Em ê li gorî mesrefa ku cotkar li zeviyan kiriye nirxê kirîna genim diyar bikin. Pêşkêşkirina madeya semadê ji cotkarên ku dixwazin bê dirav bistînin, bi rêya mekanîzmayeke ku ji aliyê komîteyên çandiniyê yên kantonan ve hatî destenîşanbikin. Herwiha em bi hêvî ne ku cotkar bi me re alîkarbin û hazirtiyên xwe ji bo rakirina mûsimê îsal bikin. Pêwîst e ku cotkar têkilyên wan bi wan komîteyên ku me li bajaran avakirine hebin, ji bo ku em bi hev re bêpirsgirêk mûsimê îsal rakin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.