Hêvî Keleş/ Qamişlo
Bajarokê Til Beyder yek ji kevntirîn şûnewarên kantona Cizîrê dihewîne, dîroka girê wê vedgere 3 hezar sal B.Z.
Til Beyder Cihê arkeolojîk ê Girê sereke rûberek nêzîkî 28 hektar digire nav xwe û firehiya wê nêzîkî 2 kîlometre ye. Yek ji navendên herî girîng ên Împeratoriya Akad tê hesibandin.
Çîroka navê gund
Bajarokê Tilbeyder, ku wekî “Nebada” dihat nasîn, şendeya Ewropî ya ku li wir kolandin dikir “Nabada” keşf kir, û ev nav ji arkeologên ku li cihê arkeolojîk ê Eblayê amade bûn hat. Navê Nebadeyê vedigere heta Nakar û îro wekî Tell El-Barak tê zanîn. Nabad di wê demê de ji bo bazirganan cihekî stratejîk û rêyek bû. Navê Tilbeyder ji wê rastiyê hatiye ku gir xwedî şiklê nîvheyvê an tacê ye û du dîwar û heft derî hene, ku her derî li deverek taybetî dinêre. Tilbeyder ew bi heft deriyên xuya ve girêdayî ye, ku bi îhtîmaleke mezin deriyên ketina kevnar ên vê deverê ne ku ber bi bajarên girîng ên kevnar ve diçin: Nagar: Tell Brak – Nînewa – Urkêş – Rirê Mozan – Mardîn – Tell Xueyra – Ebla: Tell Mardîx – Mari: Tell Herîrî. Ev heft derî girîngiya stratejîk a tevgera bazirganiyê di hezarsala sêyemîn a berî zayînê de nîşan didin.
Di sala 1992”an de hat dîtin
Girê sereke rûberek nêzîkî 28 hektar digire nav xwe û firehiya wê nêzîkî 2 kîlometre ye. Ew ji deştên derdorê bi qasî 27.5 metre û ji asta deryayê 387 metre bilindtir e. di sala 1992’an de ji hêla şendeyek hevbeş ya Ewropî ve hate keşifkirin. Di encama kolandinan de, bloka mîmarî ya di hundirê wê de hate keşifkirin, ku ji çar perestgeh û du qesran pêk tê ku di sê qonaxan de hatine çêkirin. Mala Hejmaran taxeke xanîyên taybet e ku ji çend odeyên bi mezinahîyên cuda pêk tê ku li qiraxên kolanekê ne ku bi kevirên bazalt hatine çêkirin. Li nîvê kolanê kanalek avdanê heye û nêzîkî 141 tabletên bi nivîsên mîxî û 230 belgeyên nivîskî yên ku dîroka wan vedigere sala 240 berî zayînê li wir hatin keşifkirin. Kavilên Tel Beydar Deriyê Akropolîsê û kolana sereke jî di nav xwe de digirin, ku li ser sînorê başûrê Akropolîsê ye û yek ji avahiyên herî girîng tê hesibandin. Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder yek ji cihên stratejîk ên bajêr e. Ew di encama lêkolînên arkeolojîk ên li wê deverê de, ku di sala 1992”an de dest pê kiribûn, hate keşifkirin. Di navbera salên 240 BZ û 4200 BZ de gelek şaristanî ji vî girî derbas bûne û di nav van şaristaniyan de yên Akadî, Asûrî, Helmandî, Parîsî û Mîtanî jî hene. Çar perestgeh û meydaneke pîrozbahiyê li aliyê başûr cih digre û her wiha bircêk cerdevaniyê ku bi qasî 6 an 7 metreyan bilind bû, dihewîne. Ji bilî depoyan, bazarek jî hebû ku bazirgan lê dicivin.
Vedîtinên arkeolojîk ên herî girîng ên li qadê:
Vedîtinên mîmarî: Bajarê jorîn, bajarê jêrîn, qesr, perestgeh, dîwar û derî.
Vedîtina duyemîn tableta ji axê ya herî kevin piştî tablêta ji cihê arkeolojîk ê Eblayê, ku hejmara tabletan gihîştiye 216 tabletan, ku hejmareke piçûk ji wan in; Lê ew behsa jiyana di hezarsala sêyem a berî zayînê de dike, wekî ku piraniya hejmarên ku li deverên din ên li Sûriyeyê hatine keşifkirin behsa jiyana di hezarsala duyem a berî zayînê de dikin.
– Vedîtina gelek mohrên istiwanî bi nexşe û şeklên xwezayî.
– Dîtinên arkeolojîk ên li wê deverê hatine dîtin, kêm in, ji bilî berhemên seramîk, di nav van dîtinan de bûkên ji heriyê hebûn ku fîgurên mirovan temsîl dikirin, ku piraniya wan jinan bûn, yên din ên bi şiklê lawiran, Ji bilî morîk û gerdaniyên ji kevir, qalik hatine çêkirin.
Bi saya lêkolînên arkeolojîk, gengaz bû ku di van serdemên dîrokî de, ku ji dora 4300 BZ heta 240 BZ dirêj dibin, demên niştecihbûna mirovan li wir werin destnîşankirin.