Li hin taxên bajarê Dêrikê pirsgirêka avê heye. Welatiyên taxên ku av naghêje wan gazincan dikin.
Li bajarê Dêrikê 23 bîr hene, lê li hin taxên mîna “Şehîd Xebat û Bawliya av bi rojan qut dibe.
Derbarê mijarê de, welatiyê bi navê Mihemed Emîn Derwîş ji taxa Şehîd Xebat anî ziman ku ji ber zêde xerçkirina avê li hin deveran, hin deverên din bê nav dimînin û got, “Gelek kes ava vexwarinê ji bo şûştina erebeyan, rêya, an jî avdana çandiniyê bi kar tînin.”
Welatiya bi navê Nizha Cewher ji taxa Bawliya ye anî ziman ku li taxa wê av kêm e û destnîşan kir ku av derengî şevê tê û neçar dimînin di wê derengiya şevê depoyan dagirin. Nizha da zanîn ku av zêde tê xeçkirin.
Hevserokê Muduriyeta Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê Mihemed Emîn Hacî anî ziman ku di herdu mehên dawî de û germa zêde jenerator xirab bûne û destnîşan kir ku tevî 23 bîr û 6 pompên avê, ji bendava Sefan av naghêje hin malên li taxa Şehîd Xebat. Hacî diyar kir ku sedema qutbûna avê pirsgirêkên xetan û xerçkirina zêde ye.
Mihemed Emîn Hacî diyar kir ku wan projeya kolandina 4 bîran li taxên Bawliya, Sor, Xêrka û Şehîda Xebat, pêşkêşî Desteya Şaredariyan kiriye…ANHA






