Sunday, June 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Tirbespiyê daxwazên şêniyan bi cih tîne

10/08/2018
in Uncategorized
A A
Şaredariya Tirbespiyê daxwazên şêniyan bi cih tîne
Share on FacebookShare on Twitter

Şaredariya Ge l a navçeya Tirbespiyê hinek ji daxwazên şêniyên navçeyê bi cih anîn, wekî veguhestina cihê sergo, kolandina bîran. Niha jî şaredarî rêzeprojeyên xizmetguzariyê mîna sererastikirina toreya kanalîzasyonê û qîrkirina riyan amade dike.
Di van demên dawî de piştî rexneyên welatiyan ji ber bêhna qirêj, şaredariya Tirbespiyê cihê sergo veguhest. Her wiha Buroya Jin a Şaredariyê pêngava paqijkirina sûka navendî, pir û çem dest pê kir.
Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê li navçeyê, şaredarî di van demên dawî de, 3 bîr di nav baxçeyên navçeyê koland û dar di nav wan baxçeyan de çand. Şaredarî li ser rexne û daxwaza şêniyên navçeyê ji bo pirsgirêka firinan û nebaşbûna nan, mudaxele kir û ew pirsgirêk çareser kir.

PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ
Piştî ku Meclisa Qamişlo, 25 milyon lîreyên Sûriyê ji bo Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê veqetand, şaredarî di demên dawî de amadekariyên pêşkeşkirina projeyên xizmetguzariyê dike. Ji wan projeyan sererastkirina toreyên kanalîzasyonê li taxa El-Colan û li ser dirêjahiya El-Muheleq ê başûr sazkirin.
Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê Sûad El-Hisên destnîşan kir ku wan ji bo diyarkirina rêyên ku pir ziyan dîtine, komîteyek ava kirine û wê di demek kurt de werin qîrkirin.
Ji aliyekî din ve jî, Buroya Jin a Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê amadekariyên vekirina baxçeyekê li nêzî depoya Fransî li navenda navçeyê dike. Her wiha amadekariyên avakirina çerxeriyekê li rojhilatê navçeyê jî dike.
Her wiha ji bo çareserkirina qerebalixa tirafîkê, şaredarî projeya veguhestina rawestgeha gundan li derdora navçeyê nîqaş dike.
Komîteyên tenduristî û kontrolkirinê ji bo parastina tendrûstiya welatiyan, rojane di nav navçeyê de digerin û çavdêriya madeyên xwarinê dikin…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî
ÇAND Û HUNER

21’ê Hezîranê; Roja Muzîkê a Cîhanî

20/06/2026
Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye
NÛÇE

Vegera koçberan bi kêfxweşî, astengî û zehmetiyan re hevrû ye

20/06/2026
Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in
NÛÇE

Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Zext û binpêkirinên dadgeha rêjîma Îranê berdewam in

20/06/2026
19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re
CIVAK Û JIYAN

19’ê Hezîrana 1923’an; Dagirkirina Inglîstan ji Silêmaniyê re

20/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
ROJEV

Rêber Apo: Ol divê bibe wijdanê civakê, ne ya desthilatdariyê

20/06/2026
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.