Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hilbijartinên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke ber bi azadiya gelan ve ye

04/06/2024
in NÛÇE
A A
Hilbijartinên  Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke ber bi azadiya gelan ve ye
Share on FacebookShare on Twitter

Piratîzekirina modêla demokrasî û Paradîgmeya Netewa Demokratî, di hilbijartinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Şeredariyan de dikeve meryetê. Endamê Meclîsa Giştî ya PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê Welîd Dingilî da zanîn ku ev yekemîn care bi awayekî demokratîk wê hilbijartinên şaredariyan li Sûriyê  bên lidarxistin.

Zana Roj/ Şehba

Di oxira şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bedel û serkeftinên pîroz hatin dayîn û bû mîraseke ji tavahî gav û serkeftinên ku di roja îro de tên jiyankirin. Piştî piratîzekirina modêla Neteweya Demokartîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha bi îmzekirina Hevpeymana Civakî, yekemîn care ku li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên Şeredariyan wê bên lidarxistin. Hilbijartinên pêşwext yên Şeredariyan ji 2 heyvan de tên domandin. Wê di 11 ê Hizêranê de hilbijartinên giştî yên 6 Kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Şeredariyan bêne lidar xistin. li ser wê bingehê wê li kantona Efrîn û Şehbayê piştî hilbijartina namzetên navçeyan wê hilbijartinên giştî di 10 ê Hizêranê de bêne lidar xistin.

Têkildarî hilbijartinên ku wê di 11 ê Hizêranê de bêne lidarxistin, endamê Komîseriya Bilind Ya Hilbijartinan Welîd Dîngilî ji rojnameya me re axivî.

‘Di pêvajoya çarenûsê de Rêveberiya Xweser gavên dîrokî davêje’

Welîd Dîngilî  bal kişand ser modêla Hilbijartinên şaredariyan yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Qonaxa ku niha Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, pêvajoyekî mesîrî ye, bi taybet jî ji welatên wekî  Tirkiyê û Sûriyê re. Ji lewra ev hilbijartinên ku bêne lidarxistin maskeyên ku ev dewlet bikar tînin diçirîne û heqîqeta wan dewletan derdixîne holê. Wateya rast ya hilbijartinan çiye û divê çawa be ji tavahî gelan re dide xuyakirin. Ev şêwazê hilbijartinên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tên pêk anîn ji 100 salî ve nebûye û niha bi riya Rêveberiya Xweser ev terz careke din bi îradeya gelan dikeve meryetê.”

‘Şeredarî civakê birêve dibe’

Welîd anî ziman ku şeredarî bingeha birêvebirina civakê ne û wiha pê de çû: “Piştî îmzekirina Hevpeymana Civakî ya ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hat erêkirin. Gavên gelek girîng û dîrokê hatin avêtin, yek ji wan gavan jî hilbijartinên Şeredariyan bû. Şeredariyên ku xizmetî gel bikin wê nûnertiya civakê bikin, li ser wê esasê navê kirin ‘Yekîtiya Şeredariyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê’ ev şeredarî wê ne tenê bi erkên xwe yên xizmetguzarî rabe, di heman demê de wê di hemû aliyên jiyana civakê de xizmetê bike. Şeredarî di wateya wê ya rast de siyaseta demokrasiyê ya civakê ava dike û birêve dibe.”

Bi îradeya demokrasiyê gel derbasî hilbijartinan bibe

Welîd diyar kir ku piştî hilbijartinên pêşwext namzetên ku civakê hilbijartiye derketin û wiha domand: “Piştî Hilbijartinên pêşwext yên ku ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokrat û Kongira Star ve hatine pêkanîn. Namzetên ku derbasî hilbijartinên giştî bibin hatin hilbijartin. Ew hilbijartinên pêşwext bi awayekî pir zelal hatin pêkanîn da ku îradeya gelan û ya pêkhateyan derkeve hole. Di wan hilbijartinan de kesayetên ku bi sala ye têkoşîn, berxwedan û ked dane ji aliyê gel ve hatin hilbijartin. Ew namzetên ku hatine derketin bi şêwazê demokrasya rasterast ku tu carî di hundir xaka Sûriyê de nehatiye pêkanîn, hatin derketin. Civak wê bi wê îradeyê derbasî hilbijartinên giştî bibe.”

‘Yekîtiya Partiyan hate avakirin’

Welîd derbarê yekîtiya partiyan de wiha axivî: “Di van hilbijartinan de gelek partî tê de beşdar bûn. Di amedekirina me ji hilbijartinan de Yekîtiya Partiyan hate avakirin. Ev yekbûyîn di encama rûniştin, nîqaşkirin û erêkirina giştî bi tevlîbûna 22 partiyan pêk hat. Navê wê jî ‘Hevhengiya gelan û jinan ji bo azadiyê’. Bê guman wê her du cins weke hevserokatî hev du temam bikin û dest bi xebatên xwe bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku di çarçûveya amedekariyên hilbijartinan de tavahî malbat hatin ziyaretkirin. di heman demê de fîlîks û birûşur li ser gel hatin belavkirin, her wiha meş û mêtîngên berfireh li hemû navçeyan wê bên çêkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.