Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir

03/06/2024
in NÛÇE
A A
HPG’ê Bîlançoya meha Gulanê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. Gerîlayan 82 çalakî kirin, 43 dagirker hatin cezakirin. SÎHA’yek hate xistin, gelek kel û pelên leşkerî hatin îmhakirin. Dagirkeran jî 286 caran bi çekên kîmyewî, 37 caran jî bi teqemeniyên qedexe êrîş kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:

“Dewleta Tirk a mêtinger armanc dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên ku garantiya siberoja azad a gelê me ye, tasfiye bike û êrîşên xwe yên qirkirinê bigihîne encamê. Li dijî hemû êrîşan têkoşîna me bi ruhê fedayî yê Apoyî li ber xwe dide, hebûna gelê me diparêze û hêviya wê ya siberoja azad zindî dihêle, di meha Şehîdên Gulanê de berxwedana xwe didomîne û bersiva pêwîst dide xayîn û hevkaran. Hêzên me yên ku li dijî hemû êrîşan bedena xwe dikin mertal û şer dikin, her parçeyekî xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin.

Dagirkeran 286 caran çekên kîmyewî, 37 caran teqemeniyên qedexekirî bi kar anîn

Artêşa Tirk a mêtinger û sûcdarê şer a ku nikare li hemberî berxwedana dîrokî ya hêzên me ber bi pêş ve biçe, car din quralên şer ên navneteweyî binpê dike û li dijî tunêlên me 286 caran bi çekên kîmyewî û 37 caran jî teqemeniyên qedexekirî bi kar aniye. Ji xeynî vê çeperên me yên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê 245 caran bi balafirên şer, 43 caran bi helîkopterên êrîşê û bi hezaran caran jî bi hewan, obus, tank û çekên giran hatine bombebarankirin.

82 çalakî hatin lidarxistin, 43 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xeta berxwedanê ya şehîdên me yên Meha Gulanê bi rengekî herî xurt derbasî pratîkê kir û ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê ji bo rizgarkirina her parçeyekî xaka Kurdistanê îradeyeke bê hempa raber kiriye û tevî şert û mercên herî zehmet bi rengekî bêteredut bi ser dagirkeran de çûye û çalakiyên bi bandor lidar xistine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîşan rê nade dagirkerkerî û dagirkeran û bi ruhê berxwedan û serketinê ya Şehîdên me yên Meha Gulanê têkoşîna xwe bi rengekî bi bandor meşandiye. Hêzên me di nava vê mehê de; bi giştî 82 çalakî lidar xistin, derbe li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de 43 dagirker ceza kirine û 4 dagirker jî birîndar bûne.

YEK BI YEK SÎHA TÊN XISTIN

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pêvajoya pêşxistina serweriya teknîkê û taktîkê, di meha Gulanê de jî pêşde bir û roja 27’ê Gulanê li asîmanên Qendîlê SÎHA ya Aksûngûr a ayîdê artêşa Tirk a dagirker xistiye xwarê. SÎHA’yên ku artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet bi propagandeyeke mezin qalê dikin, li asîmanên Kurdistanê yek bi yek tên xistin. Artêşa Tirk a dagirker û medyaya wê ya şerê taybet ev rastî ji nedîtî ve hatiye û bi ti rengî îtîraf nekiriye. Ji ber ku ev karakterê durû û derewker ê dewleta Tirk tê zanîn, ji aliyên cuda ve dîmenên SÎHA’yên ku hatine xistin, ji raya giştî re hatiye pêşkêşkirin. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku navê israra ji bo siberoja azad û jiyana bi rûmet e, weke hêza pêşeng a Şerê Gel ê Şoreşgerî ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî bi cih bîne, wê xwe ji berdêl dayînê nede paş. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku mîrateya têkoşînê ya şehîdên me dewr girtiye û mezin bûye, wê teqez bigihije armanca xwe ya ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’.

Bîlançoya şer a têkoşîna meha Gulanê, bi berfirehî wiha ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK

Êrîşên bi balafirên şer; 245

Êrîşa bi helîkoptera êrîşê; 43

Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî; 37

Êrîşa bi dronên bombebarkirî; 61

Êrîşa bi çekên kîmyewî; 286

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bi giştî çalakiyên gerîla yên hatine lidarxistin; 82

WINDAHIYÊN DIJMIN

Hejmara dagirkerên hatine cezakirin; 43

Hejamra dagirkerên birîndar bûne; 4

YÊN HATINE ÎMHAKIRIN

Aksûngûr SÎHA; 1

Sîstema Radarê; 1

Kameraya Mobesse; 10

Kepçe; 3

Dron; 1

Konteynir; 1

Kon; 6

Fotokapan; 7

Çeper; 2

YÊN DERBE LÊ HATINE XISTIN

Hekîkopter; 1

Kepçe; 2

Çeper; 5

Kameraya Mobesse; 1

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.