Rojnameya Ronahî

Gerîlayên Azadiyê; Tirs xistine dilê artêşa dagirkeriyê

Argêş Gewda/Qamişlo

Rojnamevan Kurtay Serhed  da xuyakirin ku di êrişên herî dawiyê yên ser Herêmên Parastina Medya hatine destpêkirin, tê xuyakirin ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tevî çekên xwe yên herî pêşketî di cîhanê de, nikarin li hemberî berxwedana Gerîla xwe bigrin, tevahiya êrişên wan tên şikandin û bi sedan tên kuştin û birîndarkirin.

Derheqê êrîşên dawî yên li dijî Herêmên Parastina Medya û bikaranîna çekên kimyewî, endamê Navenda Çapemenî û Ragihandina  Hêzên Parastina Gel (HPG BÎM) Kurtay Serhed bersiva pirsê rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Armanca dewamkirin êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Herêmên Parastina Medya çi ye û hûn dijwariya van êrişan çawa dinirxînin?

Wek tê zanîn sala 2021’an dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Herêmên Parastina Medya êrîşeke dijwar dan destpêkirin. Wan êrîşên xwe heya roja me ya îro bi rêbazên cuda didomîne. Sala 2024’an  rêbazên xwe yên êrîşkirinê da guhertin. Ji ber ku hatina demsala zivistan u payîzê, çalakîyên şoreşgerî yên Gerîlayên Azadîya Kurdistanê zide bûn. Artêşa dagirker fêm kir ku êdî ew nikare leşkerên xwe li van çîyayên Kurdistanê û herêmên gerîla biparêze. Leşkerên wan pirsgirêkên ewlekariyê jiyan dikin û nikarin bi şêwazek asayî li herêmên gerîla tevger bikin. Ji ber van mijaran hevdîtinên rayedarên dewleta Iraq`ê û yên PDK’ê hatin kirin. Armanc ev bû ku  çawa karibe leşkerên xwe biparêze û tirsa ku jiyan dikin ji holê rabike. 16 Nîsana 2024’an li ser herêma Metîna êrîşeke dagirkerê hat destpêkirin. Ev êrîş  encama serlêdana Erdogan ya gel serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraq’ê  Muhamed Şîya es- Sudanî bû. Li gorî wan hevdîtinan rewş tê xuyakirin ku hin tawîz hatine dayîn.  Berî ku ev hevdîtîn çêbibe, bi rêbazek tirsonek komên piçûk tevgera leşkerên Tirk bi alîkarîya pêşmergeyên PDK’ê û çeteyên Roj pêk dihatin. Piştî endamtîya Swedê ya NATO’yê bi DYE’yê re hevgirtinek li ser bingeha pirsgrêka Kurd û tevgera azadîyê hat kirin. Ev balafirên şer yê bi cureya F16 hatin sitandin. Pir êrîşên hewayî bi van balafiran tên kirin. Teqemenî û çekên van balafiran piranî ji madeyên kimyewî pêk tên. Yanî ev jî dide xuyakirin ku dema mijar dibe Kurd û tevgera azadîyê lihevkirina dewletên dagirker bi hesanî pêk tê. Ev çalakiyên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê dikin, dewleta Tirk gelek kuştiyên xwe ji ber raya giştî diveşêrin. PDK’ê bûye wekî cerdavenên dewleta Tirk. Mixabin ev rastiyeke û hin hêzên Iraqî jî digirin alîyê xwe. Lê li hemberî van pirsgerêka hemû însîyatîf di destê gerîlayê azadiya Kurdistanê de ye.

-Êrîşên dagirkeriya Tirk herî zêde li kîjan herêman tên kirin?

Armanca dewleta Tirk a dagirker, dagirkirina tevahiya herêmên Parastina Medya ye. Destpekê  êriş li ser herêmên Zap Avaşîn, Heftanîn û Metîna pêk hatin. Li Zapê li heremên bi navê Çemço, Sîda,  Şikefta Brindaran, Girê Şehîd Şahîn û Girê Amediyê  êriş hatin destpêkirin. Êriş li ser herêma eyaleta Avaşîn Adilbeg, Mam Reşo û girê Govendê bû, pêk tên. Li Heftanîn jî bi giştî dagirkerî êrişan pêk tîne. Li herêma Metîna li  Dergelê, girê Golka, Şilaza şer didome. Ev êrîş hemû bi alîkariya pêşmergeyên  PDK’ê  û leşkerên dewleta Iraq’ê yên sînorparêz tên meşandin. Dagirkeriya Tirk baregehên xwe li van herêmên di bin parastina PDK’ê de zêde dike. Ev jî baş dizanin ku ger alîkariyê negirin nikarin li van herêman bimînin.

Hemberî van êrîşan çalakîyên Gerîlayê Azadîya Kurdistanê çi astê dane?

Em rojane derheqî çalakîyên Gerîlayên Azadîya Kurdistanê li ragihandina xwe ya Hêzên Parastina Gel daxuyanî didin. Roj nine li ser leşkerên Tirk bi şêwazek pispor çalakî neyên kirin. Herî dawîyê,çalakîya Gerîlayên azadîya Kurdistanê li girê Kuro Jehro pêk anîyê û banga radestkirinê leşkerên Tirk dihat kirin bir bandorek erenî ser civakê kir. Ev dîmenên wek vana pirin û dewleta Tirk encaman di veşire. Derfetên xwe yên kû destê vanda heyî, teknîka ya mîlyon dolaran seferber kirine  kû bikaribin li ber çavên raya giştî leşkerên xwe bi moral bidin xuyakirin û van li van herêman biparêzin. Jibona vê rewşê  domdar bike jî destpê êrîşên hewayî û çekên kimyevî kirine. Li ruxmê hemû êrîşan gerîlayên azadîyê morala asta jor da kar û xebatên xwe dimeşînin.

Derheqê bikaranîna çekên kimyawî û jehrî hûn dikarin agahî bidin?

Jiber hêza leşkerên Tirk nemaye kû hemberî Gerîlayên Kurdistanê berxwe bide, zagonên şer yê ku hene bin pê dike. Jibona wê serê bikaranîna çekên kimyevî û jehrî kirye. Li mehên derbasbuyî da pir cara herêmên kû dewleta Tirk dagirkiriye da van çekan bikartîne. Li gel van çekên Nûkleerî yên kû bi navê Termo Barîk (TBX) û dronê bombe barkirî hîperaktîf kar tine. Ev çekên ku kar tînên gorî  Neteweyên Yêkbuyî (NY) Komaleya Çekên Qedexekirî (OPCW) hatine qedexekirin. Ruxmê wê dewleta Tirk Rojane van çekan ser herêmên parastina medya û gerîlayên azadîya Kurdistan bikar tine. Lê hemberî van çekên qedexekîrî gerîlayê azadîyê tedbîrên xwe digire. Jiber kû dewleta Tirk ya dagirker êrîşên çekên qedexekirî demên şew pêk tine hêzên me nikarin van êrîşan teqez bikin û bikin dîmen. Dîmen berê yên kû dihatin teqezkirin û raya giştî ra dihat weşandin demên roj dihatin pêk anîn. Jiber raya giştî bal nekişêne û dewleta Tirk di alîyên hiqûq nasê biyanî ve neyê darizandin serî rêbazek cuda dan. Bê  kû leşker bikevin herêmê van êrîşan pêk tînin. Ev çekên qedexekirî bi piranî çeperên berxwedanê yên li ser gerîlayên ku çeperên girê Fm û girê Amedîyê dimînin da kar tînin. Gerîlayên Kurdistanê roj nebin çalakîyan bi rêbazên cuda li ser qereqol û baregehên leşkerên bi pare yên girêdayî dewleta Tirk  nekin nîne.

Bilançoya çalakîyên gerîlayê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk  yê ku di sala 2024`an de hun dikarin ji mera parve bikin?

1 meha Çile û  heya dîroka 26 Gulan 2024; Êrîşên hewayî Hezar û 61 car  hatine kirin. Êrîşên teqemenî û çekên  qedexe kirî 49 caran hatîye kirin. Bi dronên bombe barkirî; 90 êrîş hatine kirin. Li beramberî van êrîşan 200 çalakîyên tolhildanê yên li alîyên Gerîlayên  Kurdistanê ve hatine pêk anîn. Êrîşên ser çeperên  berxwedanê hatine kirin. Erîşên çekên qedexe kirî û kimyawî; 260 caran hatine bi kar anîn.

Herî dawîyê peyamek hemberî van êrîşan hun bidin heye?

Em silavên germ destpêkê Rêber  Apo ra dişînin. gelên welat parêz malbatên gerîlayên Kurdistanê dişînin. Fermandar û berpirsyarin me yên Hêzên Parastinê jî pir cara tînên ziman kû gelê Kurdistanê yên cerdevanîya dewleta Tirk dikin bi demildest van qut bibin û gel zarok û gelê xwe cih bigirin. Jiber kû yên hemberî tevgera azadîyê di êrîşan da cih bigire dê bibe armancên hêzên me. Heman demê da jibona pêşmergeyên welatparêz yê Başurê Kurdistanê em hevî dikin tevlî vê planên qirêj ya PDK’ê û dewleta Tirk yên dagirker nebin.