Rojnameya Ronahî

Çeteyekî Feyleq El-Şam hate kuştin

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku di çalakiyeke taybet de yek ji çeteyên Feyleq El-Şam bi navê “Ehmed Mihemed Hemdan” hate kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê derbarê mijarê de daxyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê roja 7‘ê Tebaxê yek ji çeteyên Feyleq El-Şamê bi navê Ehemd Mihemed Hendan” kuştin.
Hate gotin ku çete Hemdan ji parêzgeha Humis a Sûriyê û li herêma Cindirês ya Efrînê li gel fermandarê Feyleq El-Şam Ebû Mucahid El-Humisî kar dikir û beşdarî şerê li dijî Efrînê, talankirina malên sivîlan bû û destê wê di rijandina xwîna sivlên Efrînê de heye.