Rojnameya Ronahî

‘Dewleta Tirk û rêjîma Îranê li dijî doza kurd hertim hevkarin’

Argeş Gewda/Qamişlo

Civaknasê Kurd Kakşar Oremar dîyar kir ku dewletên Kurdistan dagir kirine herdem ji bo qirkirina gelê kurd di nava plan û hevkariyê de ne.Herwiha  Oremar  da xuyakirin ku rêjîma Îran û dewleta Tirk a dagirker tu caran ji bo berjewndiyên gelên herêmê kar nakin û lihevkirina wan her dem  li ser dirêjkirina desthilatdariyê ye .  

 Siyaseta qirêj ya ku dewletên dagirker yên ser axa Kurdistanê dimeşînin bi sedan salan didomin. Parçeyên herî mezin yên Kurdistanê yê Bakur û Rojhilatê welat herî zêde sîyaseta  şerên taybet û polîtîka li ser tê meşandine.

Derbarê siyasetên Rêjîma Îran û dewleta Tirk a dagirker yên li dijî gelê Kurd Civaknasê Kurd Kakşar Oremar ji rojnameye mera axivî.

Ev Planên qirê ji demên Sefewî û Osmanîyan ve tên meşandin

Kakşar Oremar dîyar kir ku peywendiyên navbera Îran û Tirkiyê de tevî hin guhertinan jî xwe dispêre demên kevin  û wiha got: “Têkiliyên dewletên dagirker yên yên wekî Tirkiyê û Îranê ji serdemên Sefewiyan û Osmaniyan dest pê dike, heya dema navê hikumetê dibe Komara Îslamî ya Îranê dewam dike.Herwiha ev têkilî di dema serokkomarê Îranê Haşim Rehşencanî, Hatemî, Ehmedî Necad û heya roja me ya îro serok wezîrê jîyana xwe ji dest dayî Ibrahim Reîsî jî, berdewam e. Peywendiyên wan dewletan her tim di nava guherandinê de. Heya dema komara Tirkiyê jî ava dibe ev têkiliyên xwe zidetir pêş dixin. Lê di rastiyê de Tirk û Îran zêde hev hesnakin, tenê ji ber parçeyên Kurdistanê yên Rojhilat û Îranê ji hevdû cuda bikin peywewndiyê navbera xwe de dimeşînin weke ku ti pirsgirêk navbera wan de nînin, didin xuyakirin. Belê di rastîyê de gelek  nakokiyên  cidî di navbera wan de hene.”

Tirkiyê û Îran ji bo pirsgrêka Kurd çareser nekin hem hevrikin û hem jî hevalin

Oremar wiha berdewam kir: “Xalên ku tê de hevgirtinê çê dikin ji holêrakirina gelê Kurd e. Ji ber ku di aliyê hejmara herî zide Kurd li wan parçan jiyan dikin. Di her du dewletan de jî tirsa herî mezin meşandina sîyaseta demokratîk ya Kurd e. Ji ber ku ev şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye avakirin, bandora xwe ser wan her du parçeyan nekin peywendiyên xwe yên ser asta berjewendiyan tên meşandin de, didomînin. Pergala li Tirkiyê tê meşandin di sala 1923 û heya 1950’yî de tênê rêxistinek li ser desthilatiya Tirk bû ev jî Partîya Gelan Ya Komar (CHP) bû.  Rêveberîya wê partiyê Atatûrk dikir. Piştra pergal hat guhertin bû qaşo sîstema parlemanto. Lê ya rastiyê de tê xuyakirin navbera wan guhertina date ferq û cuda hîn nine. Her dû jî nezî hevin û ser bingeha nijad perestîya Tirk hatiye avakirin. Rastiyê de pergala Tirkîyê  pergala dîktatorî ye. HEP`ê heya Dem partîyê pir partî û rêxistinên Kurd avabûn û pir zext û zordarî ser wan hatin meşandin.  Îran bin navê mezheba Şîa `de gelek welatan rexistin ava kirin. Peywendiyên navbera Îran û Tirkîyê em dikarin sê şêwaza binrxnin. Ji bona her du parçeyên Kurdistanê nebin yêk dujmintîya nav xwe de dihêlin alîyekî dibin dost û hevalên herî xurt. Piştî şoreşa Rojhilatê Kurdistanê pêk hatiyê, jineke Kurd ya bi navê Jîna Mehsa Emînî ji aliyê rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Gelê Kurd yên li wir dijîn bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî` serhildanek dan destpêkirin. Ev dilê Tirkîyê de bû tirs û xofeke mezin. Jibona ev serhildan bandora xwe ser Bakurê Kurdistamê jî ava neke herdem Tirkiyê li gel rêjîma Îranê nav hesabên qirêj dabûn. “

 Jin Jiyan Azadî fikir û felsefeya Rêber Apo bingeh digire       

Oremar axiftina xwe wiha bi dawî kir: “ Tirkiye û Îran jî baş dizanin ku yê azadiya jin diparêze û artêşek jin daye avakirin fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ev durişmeya jin jiyan azadî jî bi fikr û felsefa Rêber Apo û Tevgera Azadiyê çêbûye. Ji bona bandora xwe zidetir ser gel nede avakirin navbera her du sînoran peywendî xort kirin û sîxur zide kirin. Em a bila ti cara neyê jibîrkirin Azadîya Kurdistanê û jin û ciwanên ve Jîna Emînî bi azadîya Rêber Apo`rs girêdayî ye.“ û axiftina xwe bi  dawi kir.”