Rojnameya Ronahî

‘Azadiya Rêber Apo mifteya çareseriya aloziyan e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Berdevkê Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir diyar kir ku azadiya Rêber Apo, kilîta çareserkirina aloziya Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn e û got: “Pêwîste partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin.”      

Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de serdana 33`ê partiyan kir. Pêngava navneteweyî ya ku dostên Kurdan û demokratan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd hat destpêkirin, êdî roj bi roj firehtir û çalaktir dibe û bi armanca ku  têkoşîna qanûnî, hiqûqî û siyasî ji vê xurttir bidin meşandin û partî li hember tecrîdê helwesta xwe bikin yek. Di vê çaçoveyê de berdevkê Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir ji Rojnemeya me re axivî.

Ferzende Munzir balkişand ser serdana Partiyên siyasî û ancamên wê û wiha got: “Armanca me ji serdanên partiyan di çarçoveya pêngava cîhanî ya ku bi duruşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’, ye. Me dixwest ku peyama û helwestên partiyan jî di derbarê pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan bigin. Her wiha me xwest ji wiha zêpdetir ev partî tevlî pêngavê bibin ku xebat û berhemên xwe hîn zêdetir bidin pêş ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî. Armanca me ew bû jî ku Rêber Apo bibe Rojeve her partiyekê. Li ser vê bingihê me serdana 33`ê partiyan kir û di heman demê de nîqaşên berferher di derbarê rewşa Rêber Apo de hat kirin, li ser 12 rojan ev serdan dewam kir. Ev partî jî, partiyên kurdan, ereban, suriyanan û aşûriyan bû. Her wiha ev serdana partiyan ne cara yakema ku Insiyatîfa Suriyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pê radibe, ev cara 3’me û her wê berdewam be.”

‘Pêwîste her kes xwe berpisyar bibîne’

Ferzenade di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di serdanên patiyan de gelek nîqaş hat kirin û encam jî hat girtin. Di nava van nîqaşan de, nîqaşên siyasî, hiqûqî, fikirî û hete li ser çalakiyê ku ji bo azadiya Rêber pêk tên, hat kirin. Her wiha cîhan tevahî dibîne ku azadiya Rêber Apo çaraseriya tevahî pirsgirêkane û edelet wê xwe bide pêş. Pêwîste ku tekoşîna me ji wiha zêdetir û aktîvtir be, da ku em vê pêngavê bi ser bixin û Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bikin. Nameyên ku me ji rêxistin û aliyên navneteweyî re şandin, pêşinyar hat kirin ku ji Rojhilata Navîn re jî were şandin. Me van namyên ku li ser rola Rêber Apo û doza kurd ji Rojhilata Navîn re şand. Şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo ne  tenê insiyatîf berpisiyare, pêwîste her kes xwe berpisyar bibîne û bi erkên xwe yê ku ji bo azadiya Rêber Apo rabin, îro ev gav ji hesî tê xwestin. Em dikarin bêjin ku serdanên me ji bo partiyan cihê hêz û moralê bû.”

‘Em dixwazin her kesî bixin bin berpisiyaritya wan ya dîrokî de’     

Ferzende Munzir di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li gorî peymanên cîhanî pêwîste Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û wiha qedand: “Xebatên me ji bo insiyatîfê û bi taybet ji gelek saziyên hiqûqî û tendirustî yên cîhanî re me name li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan re, radestî wan hat kirin. Her wiha niha jî li gor van peymanên cîhanî pêwîste Rêber Apo azad bibe, ji ber ku neheqiyeke mezin li hemberî wî tê meşandin û heya niha ti agahî jê nayê girtin ku rewşa wî ya tendirustî çawa ye di çi astengiyan re derbas dibe. Ji ber vê yekê me name li ser rewşa Rêber Aop ji hemû saziyên cîhanî re şandin da ku rewşa Rêber Apo were diyar kirin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Rasta em dixwazin her kesî bixin bin berpisiyartiya wî ya dîrokî de û bi erkên xwe yê exlaqî rabin, ev doz doza sedsalê û mirovahiyê ye. Em heya dawî li berxwe bidin û pêngava azadiya Rêber Apo wê hîn zêdetir mezin û berferhtir bibe ku êdî tevahî cîhan daxwaza azadiya rêber Apo dikin û azadiya Rêber Apo bi wate dibînin. Azadiya Rêber Apo, kilîta çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn û aloziya Sûriyeyê ye. Ji ber wê divê partî, alîgirên azadiyê û demokrasiyê, ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîneke hiqûqî û siyasî bimeşînin.”