Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk li Kurdistanê ekolojiyê  qir dike  

02/06/2024
in Uncategorized
A A
Dewleta Tirk li Kurdistanê ekolojiyê  qir dike  
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Hevserokê Desteya Ekolojîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Eshed da xuyakirin ku armanca sîstemên hegemonîk ew e ku bi qirkirina ekolojik, cîhên jiyanê û tekîliyên di navbera însan û xwezayê de xirab bikin.

 Dewleta Tirk a dagirker li Kurdistanê hemû cûreyên qirkirina ekolojîk dide meşandin, hevserokê desteya Ekolojîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îbrahîm Eseed ji rojnameya me re axivî.

Qirkirina ekolojî şewazê  şerê taybet li Kurdistanê ye

Îbrahîm Eshed diyar kir ku gelê kurd li hemberî hemû cûreyên qirkirinê tekoşîn dike, qirkirinê vala derdixe û wiha got: “Di sedsala 20. mîn de bi derketina  Tevgera Azadiya Kurdistanê, gelê kurd weke darên berû, ji nûve li ser koka xwe vejîn bû . Ev rastî li ber çavên cîhanê û dagirkeriyê heqîqeteke ku lê mikûr tên. Ji ber wê hemû dagirkerên li Kurdistanê û bi  taybet dagirkeriya dewleta Tirk di şêwazên valakirina Kurdistanê de serpişt ketin.  Lewra berê xwe dan şêwazê şerê taybet li Kurdistanê. Bi taybet gelê kurd bi xaka xwe ve û bi xweza û erdnîgariya xwe ve girêdayî yê, di jiyana  gelê kurd de navê erdnîgarî û xweza wek kurdîstanê girîng û bi wate ye.”

Armanca dewleta Tirk ew e ku tekîliya navbera însan û xweza xirab bike

Îbrahîm di dewama axaftina xwe de wiha got: “Armanca sîstemên hegemonîk ew e ku bi qirkirina ekolojîk, cîhên jiyanê û tekîliyên di navbera însan û xwezayê de xirab bike. Lewra civak  berê xwe dide koçberiyê ku revekî  ji ax û welatê xwe û dûrketin çêdibe. Dema ku civakek ango mirovek koçber bû, edî ew civak mertalên xwe yên xwe parastinê winda dike. Ev hişmendiya qirker a ku li ser civakê tê meşandin hişmendiya netewperest û desthilatdare û hertim li dijî civakbûnê  û ekolojiye dixebite, herwiha tekîliyê civakê ji ekolojiye qut dike. Hişmendiya dagirkeran li ser tunekirina kurdan dimeşe, ev hişmendî bi paradigmeya ekolojî ya Rêber Abdullah Ocelan hat şikestin û vala derxistin.”

sermayeder û dagirker hevdû destek dikin

Îbrahîm ragihand ku hişmendiyên desthilatdar û sermayedar bi yek armancê têdikoşin ji bo qirkirina ekoloji û wiha anî ziman: “Di qadên navnetewî de jî sîstemên hegomonîk rûxmê ku vî dijminahiyê dibinin ji ber berjewendî û qazancên zêde ên desthilatdariyê nahêlên ku destekê bidin civakê. Lewra li hemberê qirkirina ekolojîk a ku li Kurdistanê tê meşandin bê deng dimînin.”

Kurd di berbanga tekoşîn û berxwedanê de ne

Îbrahîm di berdevamiya axaftina xwe de nişan kir ku ji bo kar û xebatên dijitî û hişmendiya dagirkeriyê li Kurdistanê gelê kurd di berbanga berxwedaniyê de ye û domand: “Ev berxwedan di hemû serdeman de bi rengekî hatiye meşandin, di roja me ya îro de bi şêwazên zanistî têne meşandin. Ji xwe paradigmaya Netewa Demokratîk ya Rêber Apo ku îro li cîhanê  deng vedayê û li ser tê nîqaşkirin.  Li ser vî bingehê paradigmaya ekolojî, tekoşîn û berxwedana li beramberî  hişmendiya qirkirina ekolojî di nav kar û xebatan de ye.”

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm Esed işaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser civak û ekolojiya li herêmê kir û got, “Dewleta Tirk bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê her roj êrîşan dibin ser modela Rêveberiya Xweser. Bêguman ev êrîş pir alî ne û li her qada jiyanê têne kirin. Bi destê hikumeta Şamê li herêmê gelek êrîşên cuda yên mîna narkotîkê têne kirin. Rêveberiya Xweser li hemberî van êrîşan bi hemû saziyên xwe her roj li ber xwe dide. Weke Komîteya Ekolojiyê me jî li hemberî vê yekê kar kirin. Ji bo me gelekî girîng e ku xwezayê ji her alî ve biparêzin.  Pêwîstiya berxwedana ekolojî ne tenê li Kurdistanê, lê belê li tevahî cîhanê bi destek dayîn tevger,partî,rêxistin û çalakvanên ekolojî ençex were kirin. Ji bo Kurdistanê taybet pêwîste ku di qada navnetewî de berxwedanek bêhempa were kirin. Ji ber ku qirkirinaka sîstematîk tê kirin û ji aliyê din ve jî enternatîfê ku ev aloziya ekolojîk di cîhanê de were derbas kirin û çareser kirin heye. Bi piradîgmeya ekolojî em ê karibin seranserî cîhanê ekolojîyê biserbixin.“

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di navbera 26 – 27’ê Nîsana 2024’an de li Bakur û Rojhelatê Sûriyê konfiransa desteya jîngehê hate li darxistin. Ev konfirans di bin dirûşmeya “Bi piradîgmeya ekolojî, Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û doza Kurd çareser bikin”. Ev konfirans li ser asta Rojava-Bakûr û Rojhelatê Sûriyayê û cîhanê hat lidarxistin. Bi tevlîbûna 13 ekademîsyen û çalekvanên ekolojî li seranserî cîhanê beşdarê konferansa ekolojî bûn. Ji welatên cuda gelek aktîvîstên ekolojiyê û akademîsyen tevlî bûn. Di konferansê de karên heyî û karên bêne kirin hatin nirxandin û gihîşt encamekî. 

Post Views: 71
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.