Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

NATO, şerxwaziya xwe aşkere dike!

02/06/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg, di civîna Parlamenterên NATO de ya li Sofya-paytextê Bulgaristanê pêkhat, axaftinek balkêş, bêxêr û xeter kir.

Axaftinên Stoltenberg, pir zelal û aşkere armanca saziya xwe nîşan dide, ku bi hişmendî şer dixwaze.

Konferansa Aştiyê ya Siwisreyê jî rexne dike û beşdar nabin.

Her wiha aliyên şer jî dest nîşan dike û dibêje, “dewletên endamên NATOyê ne, lazime piştgriya xwe ya Ukraynayê hîn xurtir bikin, çekên girantir û meda wan dirêj bixin xizmeta hêzên bergirî yên Ukraynayê, da ku karibin derbeyên mezin li baregehên leşkerî yên li navenda Rusyayê bixin”!

Rexne û pêşniyazên xwe didomîne û sedemên ku heta niha Rûsya derbeyên mezin nexwariye û ji Ukraynayê ne hatiye derxistin, hilwestên xemsar yên dewletên NATO yê nîşan dide.

Herwiha dibêje, “ji bo ku em Rûsya ji Ukraynayê derxin û rê li pêşketina Çînê bigirin, divê DYEyê, dewletên rojava û NATOyê, destekên xwe yên ji Ukraynayê re zêdetir bikin!”

Li pey van gotinên Stoltenberg, di serî de DYE yê biryar da ku li dor 100 milyar dolar alîkariyê bişîne, Belçika 30 heb F-16 dişîne Ukraynayê, tê gotin Fransa jî wê hêzên leşkerî bişîne Ukraynayê û hwd.

Li gel van hilwestên şerxwaz ên hinek dewletan, dudilî jî ket navbera dewletan û yên li dijî vê hilwesta Stoltenberg derketin, mîna İtalya, Macaristan, Bulgaristan hene û Elmanya jî dudil e.

Di encamê de jî daxwiyaniyên Stoltenberg tê zanîn ku, ji bo mezinkirina şerê cîhanê, dest bi amadekariyên mezin dikin. Bêgûman van gotinan ji eqlê xwe yê jor, ji DYE yê û hegemonên din distîne û weke erkê xwe yê fermî van daxwiyaniyan dide.

Her wiha dewletên giregirên G7an, di civîna xwe de, xwestine dest bidin ser 300 milyar dolarên Rûsya yên li derve û vî pereyî weke destek bidin Ukrayneyê!

Tê gotin ku heke G7, di civîna xwe ya 13-15 ê Hezîranê de, vê daxwaza xwe bikin biryar, xetera mezinbûn û dijwarbûna şerê Ukrayna-Rusya dikeve rojevê, her wiha ev tê wateya gûrbûna şerê cihanê yê 3yan!

Di gotinên wî de, mijarek din jî ya giring ev e û dibêje: Erê Rûsya dikare bixwe çekên mezin ên şer çêbike, lê alîkariya herî mezin di aliyê çekên hewayî de yên bê mirov Îran dike û her cûre amûrên mikroekonomik jî Çîn didê.

Li vira dîsa diyar dibe ku armanc ne tinê Rûsya ye, belê hema yekser Çîn e û Îranê jî dixin ber armancên xwe. Jixwe ew mijara ketina helikoptera Îranê ya mirina Reîsî û heyeta wî jî, divê neyê jibîr kirin û dibe ku parçeyek ji vê armancê be.

Jiber ku plana wan a ku bi şerê navbera Israilê û Filistinê re şer li Rojhilata Navîn mezintir bikin, weke ku dixwestin nemeşiya, lewma gûman xurt dibe ku bixwazin dîsa vegerin şerê navbera Ukrayna-Rusya germtir bikin. Jixwe gotinek din jî heye ku bi lez Ukraynayê bikin endamê NATOyê!

Her bi çi awayî be Kurdistan ji vî şerê bêxêr ê cîhanê ne berê ye, berovajî, dibe navenda vî şerî.

Lewma dive tevgera gelê me bê amadekarî nemîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.