Rojnameya Ronahî

Biryara darvekirina Rêgeş hat şermezarkirin.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan û Dayikên Gerîla yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke nivîskî biryara rêjîma Îranê ya darvekirina Gerîlayê bi navê Rêgeş bi tundî şermezar kirin.

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan û Dayikên Gerîla yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Goristana Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke nivîskî biryara rêjîma Îranê ya darvekirina Gerîlayê bi navê Rêgeş bi tundî şermezar kirin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di demeke ku Kurd di her astê de berxwedan û têkoşîna xwe didomînin, ew jî bi pêşengiya jina Kurd a azad ku bûye ronahiya rêyên jinên Rojhilata Navîn ên bi hesreta azadiyê ne, ev berxwedan jî, ji fikir û felsefeya Rêber Ocalan hatiye îlhamkirin û şopandin. Herwiha nêzîkatiya xwe ya ji bo jiyana azad, wê jî di hemû qadan de xwe bi rêxistin kir û îspat kir ku ew dikare biafirîne… Jiyaneke nû ya têkoşînê, bi îmkanên xwe ve zehmetiyan ji dest da û ji cîhanê re îspat kir ku xwedî berdewamî ye û ew berdewam e li ser riya şehîdên jin ên ku mînakek ku di dîroka kevnar û nûjen de kêm tê dîtin pêşkêşî dike, tevî ku şervanên jin û mêr li ser destên rejîmên faşîst bi gelek rêbazan rastî cureyên hovîtiyê bûn.”

‘Rêjîma Îranê di kiryarên darvekirinê de li ser asta cîhanê yekem e’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve her cureyên zordarî û qirkirina etnîkî ya sîstematîk û her tiştê ku li dijî nirx û exlaq û qanûnên navneteweyî ye li ser jinên azad û Gerîlayên Azad tê kirin. Çekên kîmyewî yên di şeran de hatine qedexekirin, rêbazên wê ji pîvanên hemû olan dûr in, çi faşîzma Enqereyê be, çi rejîma Baas be, çi rejîma melayên Tehranê ku bi darvekirina meydanî bi navûdeng e. Ji ber vê yekê hatiye tomarkirinê rêjîma Îranê di serî de di warê binpêkirina mafên mirovan, girtiyên siyasî û girtiyên şer de li ser asta cîhanê ye.”

‘Jin û ciwanên kurd li Îranê tên darvekirin’

Daxuyanî wiha hat dewamkirin: “Em weke jinên dayikên aştiyê, dayîkên şehîdan û dayîkên gerîla, pêkanînên dewleta Îranê û hikûmeta Tehranê ya biryarên keyfî yên li ser girtiya şer Rêgeş bi tundî şermezar dikin. Şervanê ji hêzên HPG`ê ku di sala 2019`an de ji aliyê hêzên Îranê ve dîl hatibû girtin û piştî demekê cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.  Ev ne cara yekê ye ku jin û xortên kurd li Îranê tên îdamkirin û ne cara yekê ye ku rastî tê nixumandin.”

‘Pêwîste Rêxistinên Mafên Mirovan bêdeng nemînin’

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Ji ber ku hêzên Gerîla weke parêzvanê Kurdistanê tê dîtin û hêza tarî ya DAIŞ`ê têk birin û bi hezaran şehîd dan, şervanên me yên Hêzên Parastina Gel her roj rastî êrîşên dijwar ên komplogerên Tirk û Îranê tên, lewra pêwîste Rêxistinên Mafên Mirovan û encûmena asayîşê zextê li hikûmeta Îranê ya faşîst bike ku dest ji van biryarên nexlaqî berde û îdamkirina bêmaf ya li ser girtiyên şer û ciwanên Kurd rawestîne û hikûmeta Îranê ji ber tawanên xwe yên li dijî gelê Kurd bipirse. Herwiha em bang li gelê Kurd û rêxistinên jinan dikin ku têkoşîna şoreşgerî bilind bikin, sûcên rejîmên dîktator heta rûxandina faşîzmê derxin holê û bi pêşengiya jinên azad ala azadiyê bilind bikin.”