Rojnameya Ronahî

Rastiya pîroziya Rojê di şaristiyên mirovatiyê de…(1)

Mistefa Rêzan

Gava mirov li Rojê dinêre, bi taybetî di werza biharê de weke bandoreke destpêkê germahî û ronahî tê bîra mirov. Roj di dîroka mirovatiyê de pir xwedî cihekê taybet e. Her wiha ew olên cuda ên cîhanê sembolên wek çav û agir bikartanîn, ev dihat wateya ku agir û çav enerjî û hêza xwe ji rojê digrin. Bi wateyekê din çav û agir teysandina enerjî, tîrêj û germahiya rojê bi xwe ye.

Ne şaş e mirov li ser girîngiya derûnî û ruhî ya rojê rawest e. Hê şênbertir dikare bi van xalan ve bê pênasekirin:

1-Jiyan û zindîbûna mirovan:

Roj çavkaniya jiyan û zindîbûnê ye. Çavkaniya ku enerjiyê li ser rûyê erdê belav dike. Ji ber ku ronahî û germaihiya ji bo hebûnê ya pêwîst belav dike. Gelo em niha çawa jiyanê nas dikin. Bê hebûna rojê jiyan nedigihişt wê rewş û rastiya ku em niha nas dikin. Di dîroka mirovatiyê de roj weke semboleke zindîbûn, mezinbûn, nûbûn û veguherînê dihat naskirin.

2-Hêza xwedayî û ronakiyê ye:

Di gelek bawerî û olan de roj wek semboleke xwedayî dihat dîtin. Weke hêza ronahî û vejînê dihat dîtin. Di heman demê de wateya ronahiya rastî, heq û hikmetê temsîl dike. Ji destpêka şaristaniyê ve, li gorî baweriya mirovan, derketina rojê tarîtiyê radike û tirsê bi dawî dike. Bi qasî roj cîhana madî ronî dike ewqasî jî cihana ruhî ronî dike.

3- Roj sembola dilşadî û hêviyê ye:

Mirov her dem rojê wek çavkaniya hêvî, dilşadî, kêfxweşî û enerjiyê dibîne. Germahî û tîrêjên wê kêfxweşî û aramiyê ji bo jiyanê tînin. Eger mirov hê kûrtir lê bênêre, sembola zelalî, hêzbuyîn, ji aliyê fîzîkî û ruhî ve dîtina her tiştî bi zelalî ye.

4-Enerjiya ruhî:

Di serdema pêşî ya dîroka mirovatiyê de, mirov bawer dikirin ku enerjiya rojê bandareke mezin li ser tendurustiya mirovan dikir. Roj bi xwe şîfayê tine, guherîn û zindîbûnê diafrîne. Wê demê dihat bawer kirin ku Roj ronahî û vejîna ruh bi hêzî dike.

5-Hebûna bilind û ronakiyê ye:

Di felsefeya insanan de, roj ronakî, hikmet û hebûna bilind temsîl dike. Siya nezanî û tirs ji aliyê mecazî ve ji holê radike. Riya lêgerîna ber bi zindîbûn û bilindbûna ruh ve vedike.

6- Hêz û enerjiyek bilind e:

Roj sembola ruhî ya jiyanê ye, lê di heman demê de enerjî û hêza pozetîf û dîtina berfireh a ji jiyanê re çêdike. Cîhana me ronî dike, jiyanê diparêze pargala avaker ya jiyanî diparêze.

Mirov di ronahiya rojê de, ronahiya xwedayî didît, şiyarbûna ruh û çavkaniya enerjiya gerdûnî ye. Di warê felsefî de girêdaneke pir bi hêz bi ronahî û lêgerîna heqîqetê heye. Girêdana bi armanc û bi evîna ronahiyê ve hê bi heybet û bilind xwe ifade dike.

Lêgerîna rastiyê girêdana hebûna made û ruh bi hev e pênase dike. Pirsên ku Meteryalîzma pozevîtîst û mîtafîzîka îdiyalîst nikaribûn bersiva wan peyda bikin, bi ronahiya heqîqetê, felsefa kuantum bersivan jê re peyda dike. Girêdana ruh bi hebûna madî ve ewqasî kûr û bi hêz e, êdî tewriyên berê jê re nabin bersiv. Ji vê rastiyê encameke wisa derdikeve pêşberî me, pîroziya rojê ne tenê îfadeyek astronomîk e (Stêrnasiyê), lê belê bi lêgerîna rastî û ronahiyê dikare pênase bikin.

Mirov di xwezaya xwe de ji aliyê fîzîkî, hem jî ji aliyê derûn û ruhî ve ji tarîtiyê ditirse. Ji aliyê fîzîkî ve mirov ji xeteriyên di şevan derdikevin ditirse, ji aliyekê din ve mirov ji pêşerojên nediyar û sirin sergirtî di hiş û raman de ditirse. Ji ber vê sedemê  mirovên destpêka mirovatiyê, di navbera  rojê weke gerestêrek û roj wek ronahiya fikir û ramanê de girêdaneke pîroz avakirine.

Heta dema nêzîk dema em zaroktiya xwe bînin bîra xwe, li gelek deveran sonda xwe bi rojê dikirin, wek mînak digotin “ Bi wê rojê filan tişt weha ye. Eger roj nebe digotin bi wê çira an wê lempeyê.” Sond didan. Pîroziya ronahî û heqîqeta li ba gelê kurd çiqas kûr e îfade dike.