Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komên xwendin û nirxandina pirtûkan

29/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çend têbînî der barê rewşa weşangeriyê de
Share on FacebookShare on Twitter

Kemal Necim

Pir caran behsa mijara kêmxwendin û peydakirina pirtûkan tê kirin, her wiha ji ber kêmbûna rexnegiran û lawaziya tevgera rexneya wêjeyê, dahêner û nivîskar her gazinan dikin ku berhemên wan nayên nirxandin. Li gorî gelek gotûbêjan her wiha encamên gelek komxebatan ji bo derbaskirina van lawaziyan pêdivî bi proje û bernameyên demdirêj heye û ev lawazî bi gotarekê yan komxebatekê û di salekê yan du salan de çareser nabe.

Lê di vê navberê de carna hin çalakiyên sivik û hêsan û bibandor hene dikarin wê valahiyê heta astekê dagrin. Yek ji wan çalakiyan jî çalakiyên avakirina komên xwendin û nirxandina pirtûkan û lidarxistina rûniştinên xwendinê û nirxandinê ne, çi bi awayekî fîzîkî û çi serhêl (online). Komên ji çend kesan têne avakirin, di nav xwe de biryar didin ku di demên diyar de pirtûkekê bixwînin û paşê werin ba hev wê pirtûkê binirxînin û gotûbêj bikin.

Çalakiyên wiha rê li pêşiya pir encamên erênî vedikin, yek jê dê pirtûk û berhemên nivîskaran di nav beşeke xwêneran de bêne belav kirin û kirîn, her wiha dê der barê naveroka berheman de jî nêrînên cuda derkevin ku yê nivîskar jî dikare sûdê ji wan nêrînan bigire. Ji bilî wilo jî pir sûd û mifaya van rûniştinan hene.

Komên xwendin û nirxandina pirtûkan dibin alîkar ku yên beşdar di der barê gelek babet û mijarên cihêreng de agahdar bibin û derfet çêdibe ku endamên komê pirtûkekê hilbijêrin ku di rûniştina pêş de were nirxandin, û di vê atmosferê de mirov pêrgî mijarên cihêreng dibe. Her wiha ev çalakî dihêle ku asta têgihiştina mijaran bilindtir bibe. Li aliyekî din ev komên xwendinê dibin alîkar ji bo pêşvebirina jêhatîbûna axaftina li pêşberî xelkê, ji ber ku yên beşdar dê der barê naveroka pirtûkê de nêrîna xwe bêjin, ev jî dê bibe alîkar ku huner û karîna xwe ya axaftinê pêş bixe. Komên xwendinê derfeteke mezin ji bo naskirina kesên nû û avakirina hevaltiyan û pêşxistina asta têgihiştina mijaran vedike, çiqas rêjeya xwendinê bilindtir bibe, ew qas asta têgihîştina  gelek tiştan mezintir dibe. Ji xwe bi axaftin û guhdarkirinê ferhenga ziman ya kesane fereh û dewlemend dibe, û di komên xwendinê de  mirov dikarin peyvên cihêreng ên ku ji hêla endaman ve têne bikaranîn fêr bibin.

Xebatên komên xwendin û nirxandinê weke hemû xebatên din pêwîste bi rêkûpêk bêne lidarxistin, pêwîste endamên koman bijarte bin, bijartina pirtûkan jî pêwîste bi hostayî be. Lewma ev xebat bi hewildanên kesane tenê pêk nayê, eger bibe jî dê demeke dirêj berdewam neke. Pêwîst e saziyên têkildar yên çandî û rewşenbîrî xwedî li van xebatan derkevin. Ji ber ku pêwîste derfetên diravî yên kirîn û peydakirina pirtûkan hebe, her wiha pêwîste ji bo rûniştinan cihên guncaw bêne peydakirin û eger çalakî bi awayekî serhêl be jî pêwîste alavên wê bêne peydakirin. Ev xebat dikarin di nava gelek beşên xwêneran de bêne lidarxistin bi taybet nifşên ciwan û xwendekarên dibistan û zanîngehan, her wiha pir girîng e ku ev komên xwendin û nirxandinê di rêjeya pêşî de guh bidin berhemên nivîskarên xwecihî.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.