Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Kesên ku tevlî daxuyaniyê bûn axivîn û diyar kirin ku Rêber Ocalan li civaka Êzidî xwedî derket û wiha gotin, “Em ê weke civaka Êzidî heta dawî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin.”
Li Serdeştê çiyayê Şengalê saziya malbatên Şehîdan bi daxuyaniyakê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kured Abdullah Ocalan şermezar kirin û daxweza azadiya Ocalan kirin.
Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê bi daxuyaniyekî çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Saziyê diyarkir ku ev nêzî 20 sale Ocalan di bin tecrîdek giran de ye û ew ji rewşa Ocalan bi fikarin.
Di daxuyaniyê de bavê şehîd Şengal, Xelîl Salih axivî û diyar kir ku fikir û ramanên Ocalan ji bo gelê Êzidî weke çavkaniya jiyana azad û wekheve. Salih wiha dewam kir; “Fikrê Ocalan ne tenê ji bo civaka Êzidî ji bo cîhanê bûye sembola azadiyê. Em weke Saziya Malbatên Şehîdan daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Di şexsê Rêber Apo de mafê hemû civakên bin dest tê bin pê kirin.”
EM Ê XWEDÎ LI RÊBER APO DERKEVIN
Dayika Şehîd Cemal, Dijwar Mirad jî di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ew weke jinên Êzidî wê heya dawî daxwaza azadiya rêberê xwe bikin û wiha got; “Em weke gelê Êzidî tecrîda li ser Rêber Apo bi tu awayî qebûl nakin. 19 salin ku Rêbertî di bin tecrîdeke giran de ye, her roj ev tecrîd girantir dibe. Ev tecrîde girankirî ya li ser rêbertî li dijî pîvanê mirovahiyê ye. Emê weke jinên Êzidî heya dawî çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo bidomînin. Di dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de jî kesî xwe li civaka Êzidî nekir xwedî, ji bilî şervanên ku bi fikrê Rêber Apo mezin bûne. Ev 4 salin heya roja me ya îro ji şervanên Rêber Apo axa Êzidîxanê diparêzin. Erka ku dikeve ser milê me ew e ku emê jî heya dawî ji bo azadiya Rêberê xwe li ser piya bin.”
RÊBER APO JI BO
ME JIYANE
Piştî daxuyaniyê dayika Şehîd Bawer, Pakîze Celal jî nerînên xwe ji bo rewşa Ocalan anî ser ziman û got: “Di serîde ez hêvî ji gelê Êzidî dikim ku xwedî li Rêber Apo derkevin. Rêber Apo ji bo me jiyane. Her kesî ku dilê wî ji bona azadiyê lê dide pêwîste li rêbertî xwedî derkeve. Emê weke gelê Êzidî heya dawî li Rêberê xwe xwedî derkevin. Em hemû baş dizanin ku ne ji fikrê Rêber Apo bûya em nikarîbûn li ser axa Şengalê bijîn. Rêber Apo li civka Êzidî xwedî derket.”






