Rojnameya Ronahî

Li Kurdistanê zimanê kurdî                                        

Argêş Gewda/Qamişlo

 Zimanê Kurdî bi rêjeyek mezin li her çar parçeyên Kurdistanê pê  tê axaftin. Hin parçeyên Kurdistanê weke Rojhilat û Bakûr, tevî zordarî û siyasetên pişaftinê ku li dijî zimanê kurdî tê meşandin, lê girêdana gel bi zimanê dayikê ve lawaz nabe.

Ji ber zextên dagirkerên wekî Tirk û Îranê gelê Kurdistanê li wir nikarin zimanê xwe baxivin û çanda xwe bidin jiyan kirin.  Li Başûrê Kurdistanê jî herêma Behdînan û Hewlêr her çi qas jî PDK’ê  li  gor zagonên xwe perwerdê dide û polîtîkayek cûda dimeşîne jî, li wir beşên zanîngehan û  peymangehan hene. Li herêma Soran wek herêma Silêmanîyê jî rêjeyek mezin zarok û ciwan û xwendakarên asta seretayî, navîn, amadeyî  û zanîngehan perwerdê bi zimanê kurdî dibînin. Li Rojavayê Kurdistanê jî Demê Rejîma Bees ti kesê ne dikarî behsê Kurdan bike û zimanê Kurdî baxiwe. Pîştî şoreşa Rojava ya 2011`an destpêkirî li alîyê zimanê dayîkî da jî pir pişkeftinên girîng çê bûn. Bi vekirinên dibistanên seretayî, navîn, zanîngeh û peymangehan zarok û ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê xwe mezin bûn bi çanda Kurdî hatin perwerde kirin.

Hewildana bişaftinê ya ser zimanê dayîkê li Bakurê Kurdistan`ê

Bakurê Kurdistanê di alîyê hejmara niştecîhan ve  parçeya Kurdistanê ya herî mezine. Nezî 45 mîlyon Kurd têda dijîn.  Ev jî dibe sedem kû zarave û devokên cuda yên zimanê Kurdî bê axiftin. Lê dewleta Tirk ti cara derfet ne daye kû zimanê Kurdî bibe zimanê fermi. Di van salên davî de bi polîtîkaya bişaftinê da li  Mêrdîn`ê Zanîngeha Artuklu bi zimanê Kurdî vekirin. Li zimanek nav welatîyan ev qas tê axiftin, hejmara mamosteyên Zanîngehê perwerde bidin asta tunebunê da bu.  Alîyek din jî jibo helandina ziman pêş bêxîne bi navê TRT Kurdî destpê weşanê kir. Zaraveyên li Bakurê Kurdistanê tên axiftin Zazakî yanî dimilkî û Kurmancî ye. Navenda Lêkolînên Sehayê ya Sosyo Polîtîkê rapora xwe ya lêkolînê ya bi sernavê “Li Tirkiyeyê asta bikaranîna zimanên derveyî zimanê tirkî û daxwaz û meylên ser zimanê dayikê” parve kir. Xebata lêkolînê di navbera 2-9’ê Gulanê de hatiye kirin û hezar û du sed û heftê şeş kes beşdar bûne. Lêkolîn li bajarên Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Antalya, Dîlok, Çanakkale, Mêrsîn, Xarpêt, Mêrdîn, Riha, Wan, Êlih, Şirnex û Agiriyê hatiye kirin.

Ji beşdaran ji sedî 60,7 zilam û ji sedî 39,3 jî jin bûn. Ji sedî 61,1’ê beşdaran dibistana amadehî, zanîngeh xwendine û ji sedî 20,1 jî perwerdeya lîsansê qedandine.

Di çarçoveya lêkolînê de ji beşdaran zimanê wan ê dayikê/zarava hate pirsîn. Ji sedî 74’ê beşdara gotin “kurmancî”, ji sedî 11,9’an diyarkir ku  “kirmanckî/zazakî” û ji sedî 5,3’yan jî gotin “kurmancî û kirmanckî.” Ji sedî 8,8’an got suryanikî, ermenkî, erebî, gurciyî, çerkezî, lazî, rumû û osetî.

Li gel ku Tirkî zimanê wan ê dayikê nîne jî ji sedî 18,8’ê beşdaran gotin ku “Li male di nava malbatê de bi tirkî diaxivin. Beşdarên li malê û di nava malbatê de tirkî û zimanê dayikê bi kar tînin ji sedî 46 e. Dema bersivên heyî tên hesabkirin, ji sedî 64,8’ê beşdaran li malên xwe bi tirkî diaxivin.

Ji sedî 42,2’yî beşdaran gotin ku li malê/di nava malbatê de “her tim” bi tirkî diaxivin. Ji sedî 17,7’ê beşdaran gotin ku  li malê/di nava malbatê de zimanê xwe yê dayikê “kêm caran” bi kar tînin. Ji sedî 9,1’an jî gotin “Tu caran” bi kar nayînin.

Li gorî daneyan; ji nîviyê kêmtirî beşdaran di malên xwe de zimanê dayikê zêde bi kar tînin. Ji sedî 46,3’yê beşdarên zilam gotin “her tim”; ji sedî 35,9’ê beşdarên jin jî gotin “her tim” li malê bi zimanê dayikê diaxivin. Balkêş e ku rêjeya axaftina bi zimanê dayikê di nava jinan de kêm e. Ji beşdaran herî zêde koma sere her tim di navbera xwe de bi zimanê dayikê diaxivin. Balkêş e ku kesên bi ser temenê 65’ê re zimanê dayikê kêmtir bi kar tînin. Ji sedî 51,5’ê beşdarên ku digotin zimanê min ê dayikê “kurmancî” ye gotin ku li malê bi zimanên “kurmancî-tirkî”, ji sedî 13,3’yan gotin “tirkî” tê axaftin.

Ji sedî 27,6’ê beşdarên digotin zimanê min ê dayikê “kirmanckî” ye diyar kirin ku li malê bi zimanê “tirkî”, ji sedî 15,5’an jî gotin “kirmanckî-tirkî” diaxivin.

Di heman demê de  ji her 10 kesên digotin zimanên wan ên dayikê cuda ne 7’an jê gotin ku zimanê wan ê “kolan/jiyana civakî” zimanê “tirkî” ye.

Li gorî zayendê; li kolanê û di nava jiyana civakî de jin li gorî zilaman bêhtir bi “tirkî” diaxivin.

Ji bo pirsa “Gelemperî li kolanê/di nava jiyana civakî de hûn herî zêde bi kîjan ziman/zaravayî diaxivin?” ji beşdarên zilam ji sedî 66,1’an got “tirkî” û ji sedî 31’an jî gotin “kurmancî.”

Ji beşdarên jin ji sedî 80,5’an gotin “tirkî” û ji sedî 19,3’an gotin “kurmancî.”

Ji beşdaran pirsa “asta fêmkirin, axaftin, xwendin û nivîsandinê” hate kirin. Ji sedî 21,9’î beşdaran gotin pir kêm an jî qet nizanin. Ji sedî 78,1’an gotin bi zimanê dayikê baş fêm dikin.

Ji sedî 40,5’î beşdaran gotin pir kêm an jî qet nizanin bi zimanê dayikê biaxivin, ji sedî 50,9’an gotin qet nizanin bixwînin û ji sedî 58,9’an jî got pir kêm an jî qet bi zimanê dayikên nizanin binivîsin.

Dema zayenda didin berhev jî; di nava jinan de her ku temen dikeve fêmkirin, axaftin û nivîsandina bi zimanê dayikê kêmtir dibe.

Ji beşdarên digotin bi zimanê dayikê pir kêm fêm dike an jî qet fêm nake pirsa “Hûn çima bi zimanê dayikê nizanin û fêm nakin?” hate kirin. Li gorî bersivan; ji sedî 38,6’ê beşdaran gotin “di nava malbatê de qet tu kes na axive yan jî malbata min hînî min nekir”, ji sedî 37,1’î beşdaran gotin “ji bo cihêkarî li min neyê kirin tenê zimanê fermî hînî min kirin.”Ji sedî 38,7’ê beşdarên digotin bi zimanê dayikê pir kêm dizane yan jî qet nizane bersiva “Ji ber ku bi zimanê dayikê baş nizanim û nikarim xwe baş bînim ziman”, ji sedî 33,9’î beşdaran gotin “Di nava malbata min de û li derdora min tu kes naaxive”, ji sedî 24,2’yî beşdaran jî gotin “Dibistanan jî çavkaniyeke ez zimanê dayikê lê hîn bibim tune ye.

Li Rojhilatê Kurdistanê, helwesta Rejîma Îranê li Dijî Zimanên Cuda ye

Rojhilatê Kurdistanê û îranê parçeyên mezin ya rêjeya duyamin ya Kurdistanê ye.Gor hejmarê nufusa gelê Kurd li vê derê gorî daneyên ne fermi 10 milyon welatî ne. Rojhilatê Kurdistanê Kurdên vê derê dijîn, bi rejeyek mezin zimanê dayîkî male  xweda di axifin. . Zarava gelê Rojhilata Kurdistanê tê axiftin` Soranî, Kelhurî, Kurmancî, Hewramî, Lekî Lorî û Zazakî ye.  Rejîma Îranê zimanê Kurdî Kirye lîsteya zimanên qedexe kirî daAstengî û qedexeyek mezin ser ziman tê meşandin. Mamosteyê Zimanê Kurdî Ferzad Kemanger li Sala 2006 jiber perwerda zimanê Kurdî veşartî dida zarokên Kurd bi îdda ya ` Dujminê Xwudê ye“ hat darvekirin.

 Li Başûrê Kurdistanê Piştî rejîma Seddam Huseyîn Zimanê Kurdî pêş ket

Li Başûrê Kurdistan û Iraq`ê bi hejmarek ne fermi nezî 7 mîlyon Kurd dijîn. Piştî tekçûna rejîma bees`ê ya Seddam Hûsên bi gelê Başûrê Kurdistanê şoreşek ava kirin û herêmek federal ya Kurdistanê ava bû. Yê ku  vek desthilat ev herêm rê ve dibin rêxistinên PDK û YNK  ye. Li herêma bi navê Behdînan (Duhok, Zaxo û Hewlêr) ev herême ya bin desthilatî ya Partîya Demokratîk Kurdistan (PDK)` tê rêvebirin ê.  Herêma din ya bi navê Soran (Silêmanîyê, Ranya û Qeladiz) jî bi alîyê Yekîtîya Niştimanî Kurdistan) tê rêvebirin. Bi alîyê ziman da Başurê Kurdistanê gelê kurd yê li we  dijîn di asta dibistana Seretayî û navîn de bi 2 zaravayên Kurdî tên perwerde kirin. Bi kurmancî û soranî. Li qampa Ş.Rûstem Cudî ya Mexmurê jî bi perwerdeya zimanê Kurdî ji alîyê desteya ziman ve tê dayîn.  Li Başurê Kurdistanê 4  Zanîngeh hene, di her du ziraveyên Başûrê Kurdistanê tê axiftin û perwerde tê dayîn. Navê zanîngeha wiha ne: Zanîngeha Koyê,Zanîngeha Silêmanîyê, Zanîngeha Duhokê , Zanîngeha Kurdistanê bi Nawê Silhedîn Eyubî Hewlêr`ê,  hene. Ziraveyên din yê ku Başûr tê axiftin  Goranî, Lorî û Hewramî ye. Gorî zimanzan û Profesorê Beşa Zimanê Kurdî ya Duhokê Kamuran Berwarî bi perwerdekirina gelek şagirtên zanîngehê hene û gelek ji van jî bu xwedî erkên pir girîng asta Kurdistanê û derveyî welat.

Rojavayê Kurdistanê, şoreş bû sedema pêşketina zimanê dayîkê

Rojavayê Kurdistanê bi navê din Başûrê piçuk parçêyê Kurdistanê yê herî piçuk e. Berî Şoreşa herême ava bibe, di alîyê rejîma bees ve hatibu dagirkirin.  Pîştî şoreşa bi pêşengîya  gelên Bakur û Rojhilatê Surîyê dijîn da avabuyî pir deskeftîyên cuda jî hatin dest xwistin. Yêk ji van pêşkeftina jî di alîyê perwerdehîya zimanê Kurdî dabu. Li vê heremê zaraveya Kurmancî tê axiftin nava nîşteciha da. Devokên heremî yê cuda hene. Devokê Kobanî jira dibejin Berazî, Devokê Efrîne, Devokê Derîkê Koçerî û Beravî, Devokê li alîyê Qamişlo û Tirbespîyê jira dibejin aşîtî û devokê Xerbî.  Jibona zimanê dayîkê bibe zimanê perwerde pir kar û xebatê giran buha hat meşandin. Sala 2007 jibo xebatê zimanê Kurdî bê meşandin Sazîya zimanê Kurdî (SZK) hate vekirin.  piştî sala 2011 bi fermi dest bi xebatên zimanê Kurdî hatîye kirin.  Li asta seretayî da her bajarekê dibistan hene. Bi navê Zanîngeha Rojava li Qamişlo Zanîngeha Şerq li Reqqa Zanîngeha Kobanê bi giştî sê zanîngeh hene. Derveyî vê jî bi alîkariya  Sazîya Zimanê Kurdî gelek peymangehên zimanê Kurdî tên vekirin.