Amara Baran /Qamişlo
Hevseroka Desteya Jin a Bakûr û Rojhiltê Sûriyê Edalet Omer diyar kir ku di mijara azadiya jin û misogerkirina mafê wê de têkoşêneke du alî ji her du zayendan tê xwestin û got, “Divê jin li ser esasê naskirin û têgihiştina cewher û xwebûn xwe, têkoşînê bimeşîne”
Her çendî cîhan û hişmendiya wê hatibe pêşketin jî lê hin zihniyet hene ku xwe dispêrin dîroka tunekirina jin û hebûna wê di hemû qadên jiyanê de. Vê yekê jî em di diyardeyên kuştina jin yên bê sînor de dibînin. Ev diyarde rûxmî hemû pêşketinên gilobal û avabûna tevger û rêxist inên ji bo jin, lê hê jî di tevahî cîhanê de tê berdewamkirin. Guhartina vê yekê zehmete lê ne ku nabe ye. Ji lewra li hember vê yekê pêwîstiya jin bi têkoşîna pir alî heye. Hevseroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Edalet Omer di derbarê kuştin û tundiya li ser jinan ku tê meşandin de ji rojnameeya me re axivî.
‘Ji bo guhertina zihniyeta kevneşop têkoşîna jin’
Edalet Omer diyar kir ku têkoşîna jina kurd ji dirêjahiya dîrokê heta niha bi awayek xort hatiye meşandin û wiha axivî “Di demên dawiyê de ji aliyê tevgera jin ve gelek kongre, konferans û komxebat hatin li darxistin. Ji bo ku dawî li tundî û şiddetên ku li ser jin tên meşandin û dawî li zîhniyeta zayendperestiyê bînin, gelek nîqaş û gûftogoyên ji aliye jinan ve hatin meşandin. Ji bo guhertina hişmendiya baviksalar a ku ji demên dûrûdirêj li ser jinê ferz dike û ji bo guhertina hişmendî û kevneşopiya ku di hûndirê civakê de li ser jin hatiye ferzkirin. Gelek xebat û çalakî pêwîstin ku jin bikaribe xwe ji wê hişmendiyê xilas bike heye. Bi taybet bi rêya perwerdeyan ji nû ve pênaseya zilamtiyê çiye? bike û li hember tiştên ku bi hezaran sal in li ser hatiye ferzkirin têkoşîn bike.”
Beramberî zilamê kapîtalîst zilamê sosyalîst
Edalet Omer diyar kir ku ji bo guhertin û veguhertina zilam Rêber Apo dibêje ku di avakirina zilamê sosyalist de rola jin girînge û wiha bilêvkir: “Avakirina zilamê sosyalîst girînge Rêber Apo jî destnîşan dike ku divê di civakê de zilameke sosyalist çawa bê avakirin. Ji bo me mînakek nû ye li ser esasê rêgezên însanekî sosyalist yên çawa bê avakirin ev jî ferqa di navbera zilamê sosyalist û di navbera zilamê kapîtalîst de pir mezin heye. Ji bo wî jî di aliyê exlaqî de zilam pêwîste çawa be, ji bo edalet û wekheviyê bipejirîne, guhertin û veghertina zilam pir girînge ku bikeve xizmeta civakê. Çawa jin têkoşîn dike lazime zilam jî li hember zayendperestiyê têbikoşe.”
‘Zilamê sosyalîst jiyana azad û wekhev esas digre’
Edalet Omer destnîşan kir ku ger zilamê heyî ji koletiyê rizgar bibe wê demê hevjiyana azad wê pêkan be û wiha domand: “Zilamê sosyalîst û demokrat ji aliyê siyasî û sîstema hevserokatiyê de jin esas digre û baweriya xwe bi demokrasiyê tîne, dîktatoriya heyî a ku li ser jin tê meşandin qebûl nake û têkoşîn dimeşîne. Di her aliyê de mijara zilamê sosyalist girînge ji bo wî jî pêwîste xwe ji desthilatdariya heyî xilas bike. Zilamê sosyalist li ser esasê jiyanek azad û wekhev lazime Rêber Apo di hemû nirxandinên xwe de behasa hevjiyana azad dike ji bo ku zilamek karibe xwe ji koletiya ku kapîtalîzmê li ser ferz kiriye azad bike. Ger ew pêk werin mirov wê demê dikare bêje zilamek sosyalist hatiye avakirin û dikare bi jinê re jiyan bike.”
ji bo jin xwebûn esase
Edalet Omer di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di roja me ya îro de xebatên jin gihaştine astekî xort li kêlaka wî jî li çar parçeyên Kurdistanê û li dervay welat jin têne qetilkirin û tecawûzkirin û bi temenek biçûk têne zewicandin, ji bo derbaskirina wê hişmendiyê têkoşîn û berxwedaniyeke pir xurt dixwaze. Li Îraqê dixwazin zagonan biguherin taybet zarokên temen biçûk bidin zewicandin û ji bo xwe rewa û normal dibînin. Heman deme de li Îranê felsefeya Jin Jiyan Azadî ku bûye sloganek cîhanî ku herkesek hêvî di jina kurd de dibîne ji ber wî jî zilam êrişî têkoşîna jin dike dixwazin jinê bitirsînin ku dernekevin kolana û daxwaza mafê xwe nekin. Li Tirkiyê jî Rojane êrişên jinan dikin û li kolanan jin tên qetilkirin ji aliyê zilamê ku dixwaze jinê wek milkê xwe bibîne. Ji bo wî ji heta ku jin xwebûnê esas negre û xwe aydê xwe nebine wê bi gelek bûyeran re rû bi rû bimîne.”
‘jin bi yekîtiya xwe dikare bibe bersiva êşa jinan’
Edalet Omer axaftina xwe wiha bi dawîkir: “Pêwîst e jin dîroka xwe nasbike bi taybet bi Tevgera Azadiyê re jina berxwedêr û xwediyê dîroka pîroz, karî xwe perwerde bikin û têkoşîna leşkerî û hişmendî bidin meşandin. Her wiha yekîtî û hevgirtina jinan di hemû qadên jiyanê de, yek ji rêyên serxistina têkoşîna ku dane meşandin e. Ji lewra jin divê xwe li ser esasê felsefeya Rêbert Apo mezin bike, civakê bi rêve bibe û şerê pergalê bike. Bi vê yekê wê guhartina sîstema heyî, tundiya li ser jin tê bikar anîn û diyardeyên weke kuştin û bikaranîna jinê ji nava civakê bên qels kirin.”