Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
in ROJEV
A A
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Damezirandina YRA’ê gaveke girîng a ji bo birêxistinkirina karê saziyên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. YRA ji dema avabûna xwe û heya niha xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe. YRA di Kongreya xwe ya 7’emîn de tekezî bi nasnameya demokratîk a pêşengtî ji heqîqetê re dike, kir.

Bi armanca parastina mafên rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 13’ê Tîrmeha 2012’an gelek rojnamevan, akademîsyen û rewşenbîran li bajarê Amûdê kom bûn û damezirandina Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ragihandin. Damezirandina YRA’ê gaveke girîng a ji bo birêxistinkirina karê saziyên çapemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha ji bo pêşwazîkirina şandeyên medyayê yên ku bi armanca naskirina ezmûna bêhempa û berxwedana pêşeng a herêmê bû. Zêdetirî vê yekê pêdivî bi dezgeheke çapemeniyê ya alternatîf hebû ku heqîqetê bişopîne û peyama durist a şoreşê ragihîne.

YRA li hemberî hewldanên reşkirinê bû bersiv

Yekîtiya Ragihandin Azad roleke girîng di rêberiya saziyên medyayê û rojnamevanan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst û li hemberî hewldanên reşkirinê bû bersiv. Herwiha roleke mezin di ragihandina dengê heqîqetê û rewşa li ser erdê de lîst.

Sazûmaniya rêxistinî ya YRA’ê

Sazûmaniya rêxistinî ya YRA’ê ji Kongreya Giştî, Hevserokatî, Meclisa Giştî, Desteya Rêveber, komîteyên perwerde, hiqûq û diravî pêk tê. YRA’ê di kongreyên xwe yên li pey hev de, nûjenkirina sazûmaniya xwe li gorî geşedanên siyasî, rêveberî û ewlehiyê yên li herêmê wek armancên bingehîn danîne pêşiya xwe. Di sala 2015’an de, YRA’ê pergala hevserokatiyê wek gaveke nû di asta saziyên medyayê û sendîkayan de pejirand. YRA’ê ji bo rojnamevan û pisporên medyayê bû çavkaniya serbilindiyê. Vê yekî jî hişt ku li ser asta xwecihî, herêmî û cîhanê were pêşwazîkirin.

YRA’ê tevgera xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

YRA’ê di kongreyên xwe de hewl da tevgera medyayê li gorî veguherînên şoreşê pêş bixe. Yekîtiya Ragihandina Azad di kongra xwe ya duyemîn de ya sala 2015’an de, kêmasî û rêbazên ji nû ve avakirinê nîqaş kir. Herwiha rêziknameyek nû pejirand, da ku xebatekî bi bandortir misoger bike. Di kongreya sêyemîn ya sala 2017’an de, guhertinên girîng hatin pejirandin, ji wan guhertinan jî vekirina şaxên YRA’ê li Reqa , Minbicê  û amadekirina raporek salane li ser rewşa medyayê û binpêkirinên li dijî rojnamevanan.

Di kongreya çaremîn a 2018’an de, li ser pirsgirêkên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê derketine, nîqaş hatin kirin. Rêzikname hat guhertin, herwiha hejmara endamên meclisê hat kêmkirin ku ji 22 endaman daket 9’an, li kêlek wê prensîba wekheviya zayendî di hemû desteyên yekîtiyê de hat pejirandin û biryar hat dayîn ku kongre du salan carekê were lidarxistin.

Di kongreya pêncemîn a sala 2020’an de, beşdaran tekezî li ser pêwîstiya bilindkirina pîşeya medyayê û rûbirûbûna şerê ragihandinê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû bi rû ye, kirin. Herwiha tekezî li ser avakirina komîteyek taybet ji bo organîzekirina çalakiyan û hilbijartina hevserokatiya nû kirin.

Li gel alozî, şer û dagirkirî ku şopên kûr li ser civakê kirine, rola ragihandina azad wekî amûreke sereke ya ragihandina heqîqet û berxwedanê derket pêş. Ev yek di kongreya 6’an a sala 2022’an de ya YRA’ê de ku bi dirûşmeya “Pêkve ber bi ragihandineke bîrewer, berpirs û sincî ve” hat lidarxistin, hate diyarkirin. Di kongreyê de li ser girîngiya pêşxistina rola YRA’ê di pêkanîna guhertinan û jinûve sazkirina sazûmaniyê li gorî pêvajoyê bal hat kişandin.

Rêya rêwîtiya heqîqetê bi dana 31 şehîdan berdewam dibe

YRA’ê di Tebaxa 2023’an de bi fermî tev li Federasyona Navneteweyî ya Çapemeniya Erebî bû ku navenda wê li Brîtanyayê ye. Federasyon ji gelek sazî û sendîqeyên ragihandinê yên li cîhana ereban, Rojhilata Navîn û Afrîkayê pêk tê. Yekitiya Ragihandina Azad di rêwîtiya xwe ya ragihandina heqîqetê de 31 şehîd dane.

Kongreya 7’emîn a YRA

Di 15’ê Pûşberê de, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) kongreya xwe ya 7’an li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya 150 delegeyî, hejmarek mêvan ji sazî û desteyên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetên rewşenbîr û nûnerên rêxistinên civakî, li dar xist.

Di kongreyê de peyamên pîrozbahiyê yên ji bo Kongreyê, hatin xwendin. Di heman demê de dîwana rêvebirina kongreyê ji ku 5 endaman pêk dihat, hate avakirin. Herwiha rapora giştî ya YRA hat xwendin, naveroka wê hat nîqaşkirin, rexneyên delegeyan ên li ser raporê hatin kirin. Paşê reşnivîsa nû ya rêziknameyê ku ji hêla komîteya amadekariya kongreyê ve hatiye amadekirin, hat xwendin û nîqaş li ser naverokê hat kirin. Ji bo hin guhertinan jî pêşniyar hatin kirin û ew pêşinyar hatin erêkirin.

Li kêlek nûkirina rêziknameya YRA û hilbijartina endamên meclisa giştî, hevserokên yekîtiyê Idrîs Henan û Evîn Îbrahîm ji aliyê delegeyan ve hatin hilbijartin. Meclisa Giştî ji 23 endaman pêk tê û 5 jî yedek in. Ev meclis temsîla Sûriyê û tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dike. Meclisa Giştî ya nû jî di civîna xwe ya yekemîn ku li dar bixe wê desteya rêveber hilbijêre.

kongreya YRA di dema guhertinên mezin li Sûriyê pêk tê, li dar ket

kongreya YRA di demekî hestyar de ku Sûriyê di guhertinên mezin re derbas dibe, hat lidarxistin. Bi rêya vê kongreyê, YRA hewl dide rola xwe ya neteweyî û civakî li gorî berpirsiyariya xwe ya nûnertîkirina hemû civaka Sûriyê pêk bîne, çalakî û xebatên xwe li ser bingeha xizmetkirina hemû civaka Sûriyê berfireh bike.

Di vê çarçoveyê de, hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad Idrîs Henan ji rojnameya me re axivî.

Idrîs Henan diyar kir ku Yekîtiya Ragihandina Azad heya niha kedeke pir mezin daye ew ked jî bi berdêla 31 şehîdan hatiye dayîn û wiha got: “Yekîtiya Ragihandina Azad bi dayîna berdêlê giranbuha ku di oxira wê de 31 şehîd hatiye dayîn, hatiye avakirin û pêşxistin. Lewra em jî xwe domdar û kedkarê vê xetê dibînin, ji ber wê jî erka me ya wijdanî zêdetir bûye û ji bo xwedî li wê xetê derkevî gerek tu xwedî li keda vê yekîtiyê û rojnemegeriya ku di bin sîwan vê yekîtiyê de tê pêşkêşkirin, derkeve.”

‘Heyama kongra 7’emîn ji heyamên kongra derbasbûyî cûdatire’

Idrîs Henan destnîşan kir ku divê em çarçoveya erdnîgarî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bikin û bibin malê giştî Sûriyê û wiha pêde çû: “Heyama ku Kongreya 7’emîn tê de hatiye lidarxistin, cûdaye ji heyama her 6 kongreyên derbasbûyî, hem di aliyê siyasî, leşkerî û hem di aliyê terazoya hêzê de ku di rewşeke rejîma Baas li ser dika desthilatdariyê hatiye rûxandin, di rewşekî wisa de kongr hate lidarxistin. Ji bo divê em çarçoveyê erdnîgarê ya ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de sînordar mabû, derbas bikin û bibin malê giştî Sûriyê. Herwiha tecrûbeya xwe ya demokratîk li giştî Sûriyê bidin teysandin, dûrbûna ku desthilatdaran di navbera xwe û civakê de dabû avakirin têk bibin ku bikaribin civak û heqîqetê bikin yek. Di aliyê din de jî em rê li ber ragihandina ku xizmetî berjewendiyên desthilatdariyê dike, bigirin û heqîqeta ku ji aliyê wê tê berovajîkirin sererast bikin. Vê yekê jî bi hişmendiyeke ku pirngiyê qebûl dike, pêk bînin. Lewra pêwîstiyên me bi hevkariyeke giştî yê saziyên ragihandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên demokratîk ên li tevahî Sûriyê heye.”

Idrîs Henan axaftina xwe wiha qedand: “Girîgiya vê kongreyê ew e ku tekezî bi nasnameya xwe ya demokratîk a pêşengtî ji heqîqetê re bike, heye. Herwiha em ê bi ruhê Kongreya 7’emîn xebatên xwe bidin meşandin û her dem bidin dengê rastiyê.”

Hejayî gotinê ye ku Evîn Îbrahîm di sala 1987’an li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Evîn Îbrahîm Fakulteya Rêvebirina Kar a girêdayî Zanîngeha Helebê temam kiriye, beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) mamostetî kiriye.

Evîn sala 2018’an dest bi xebatê ragihandinê kiriye, di Ronahî TV de (beşê Soranî) nûçegihantî û amadekariya bernameyan kiriye. Ji sala 2019’an heta niha di Aryen TV de xebata xwe didomîne. Sala 2020’an di Radyoya Dengê Welat de salekê xebitî ye û di Nefel Production de ji 2019’an heta niha di rêveberiya jin de ye. Endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) ye û herî dawî, endama Desteya Rêveber a Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) yê bû.

Idrîs Henan jî sala 1972’an li Gundê Kefrdela jorîn a girêdayî bajarê Efrînê ji dayik bûye. Beşek ji zaroktiya xwe li Efrînê jiyan kiriye. Paşê ji sala 1974’an û şûn de li bajarê Helebê taxa Şêxmeqsûd bi cih dibe û li bajarê Helebê xwedina xwe ya sertayî, navîn û amadahî temam kiriye. Idrîs heyanî refa 12 beşê zanistî xwediye, lê ji ber rewşên aborî refa 12 bidawî nekir û kete nava xebatan de ji bo debara jiyanê.

Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re Idrîs dîrek tevlî refên kar dibe, di dest pê kê de ew di nava Saziya Zimanê Kurdî (SZK) cih digre, li wir hin perwerde û astan digre. Herwiha ew tê digihêje ku şoreşa 19’ Tîrmehê wê bibe şoreşa ziman û pêwîst e ziman nasnameya xwe netewî werbigrin, da ku bikaribin pêşengtiyê ji vê şoreşê re bikin, li ser vê bingehê ew nêzî salekê di nava vê xebatê de xebitiye.

Piştre derbasî nava xebatên rojnamegeriyê dibe û cihê xwe di nava Rojnameya Ronahî de diger. Idrîs jî mîna yek ji endamên damezrînerê beşê Kurdî yê Rojnameya Ronahî ye ku ji sala 2013’an de di Rojnameya Ronahî de ye, ji wê demê ve û heta niha endamê Rojnameya Ronahî ye.

Di navbera sala 2016 û 2018’an de li rex kar û xebatên Rojnameya Ronahî wek endamtiya rêveberiya Radyoya Dengê Efrîn jî xebitiye û tê de wekî pêşkêşvan jî kar kiriye. Piştî pêla koçberiyê ya ji Efrînê ku di sala 2018’an û şûn de li Şehba bernameya “Platforma Azad” ji bo Ronahî TV pêşkêş kiriye.

Li kêlek wê ji sala 2021 heta 2024’an de di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de edîtortiya beşa Erebî kiriye û di Kongreya 7’emîn ê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) de wek hevserokê wê hat hilbijartin.

Post Views: 14
ShareTweetPin

Herî Dawî

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.