Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Girîngiya Meclisên Gel

29/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya hişmendiya civakî!
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut

Meclisên gel ên demokratîk çi îfade dike? Girîngiya meclisan ji bo civakê çi ye? Divê gel bi çi awayî di meclisan de cih bigire û di girtina biryaran de xwedî gotin be. Heke di girtina biryaran de nêrîn û erêkirina gel nebe ew nabe ku mirov bike aydê civakê. Ji bo civakeke demokratîk bê guman pêwîstî bi meclisên gel û rêveberiyek demokratîk heye. Di meclisên gel de pêwîste hemû beşên civakê hebe. Temsîliyeta reng û dengê her kesî ji bo rêveberiyeke demokratîk girînge û bi qasî bi hev re jiyanê pêwîst e. Lewma jî divê şêwazên cuda yên tevlîkirina rêveberiyê pêk were. Ya pêwîst dengdayîna gel, referandum, civînên gel, tevlîbûna meclisan û her wiha meclisên gund, navçe û bjaran divê yekpare be. Lewre di demokrasiyên rasteqînî de nabe her ferdekî civakê tenê di rewşeke mizextkariyê de be, divê di heman demê de hilberîner û di pozîsyoneke biryar girtinê de be. Her ferdê civakê dema di nav hilberînekê de be dê li wê derê çareseriyeke girîng derkeve pêş.

Di her kar û xebatan de kolektîvîzm şert e. Bi taybetî jî ji her beşên civakê xwe tevlîkirina kar û xebatan gelekî girîng e. Bi tevlîbûna gel, kesên di karên xwe de pispor, xwe di her kêliya kar û xebatan de dîtin dê rêveberiyên demokratîk bi hêz bike. Ji ber vê yekê hem di pêvajoya biryargirtinê de, di pêvajoya pêkanînê de serî li welatî û rêxistinên girseyî yên civakî dayîn gaveke jêveneger a pêkanîna tevlîbûn û tevlîkirina demokrasiyê ye. Ev him şertên demokrasiya rasteqînî ye û hem jî hêmanê jiyana bi hev re ye. Lewma jî nabe ku hemû ferdên civakê li ber çavan neyê girtin.

Di hemû xebatên civakî de pêwîste civak xwe di nav de bibîn e. Heke civak xwe di mekanizmaya biryargirtinê de nebîne û xwe tevlî neke ew kar û xebat nabe ya civakê. Xwe tevlîkirina kar û biryargirtinê jî di meclisan re derbas dibe. Meclisên gel ên tax, gund, navçe, bajar û herêman nîşaneya rêveberiyeke civakî û demokratîk e. Lewma jî girîngdayîn û tevlîbûna meclisên gel girîng e.

Ji hevserokên meclisan bigire heta rêveberê meclisan divê bi awayekî kolektîf xebatên xwe pêş bixin û civakê jî tevlî mekanizma biryargirtinê bikin. Xebateke serkeftî encax bi beşdariya gel, sazî û rêxistinên civakî yên demokratîk pêkan e. Naxwe her karê ku bê kirin heke ji vê tevlîbûnê bê par be mirov nikare behsa serkeftinê bike. Bi taybetî jî civakên ku têkoşîna azadiyê didin pêwîst e bi her awayî di demokrasiyê de baldar û bi biryar tev bigerin. Di vir de jî dema em bala xwe didinê girîngiya meclisan a ji bo civakê û bi rêveberiyeke demokratîk bi her awayî xwe dide der.

Bi taybetî pêdivî û pêwistiyên civakê di meclisên gel de tên tesbîtkirin û li gorî wê biryar dertê. Ev ji bo civakê mekanîzmayekek girîng e.  Ji lewre jî meclisên gel cihê nîqaş, pêşniyar, biryar û çareseriya pirskirêkan e. Bi awayekî zelal divê bi erêkirina gel biryar bê girtin û çareserî pêş bikeve. Heke di çarçoveya demokrasiyê de bi gel re çareseriyek pêş bikeve dê pêşektinên girîng bi dest bikeve. Ev jî ji bo civakeke demokratîk gelekî bi nirx e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.