TEV-DEM’ê diyar kir ku Tirkiye li Idlibê siyaseteke neyînî dimeşîne, çareseriyê asteng dike û tevliheviyê dike û got, “Eger helwesta Tirkiyê derbarê Idlibê de neyê zelalkirin û danûstandina bi Tirkiyê re li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, Tirkiye wê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibe.”
Girêdayî rewşa dawîn ya Sûriye û bi taybet li Efrînê berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif civîneke çapemeniyê lidarxist.
Akif di behsa destdirêjiyên artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li dijî welatiyên Efrînê kir û diyar kir ku dewleta tirk gelek zevî û malên welatiyan şewitandine. Akif diyar kir ku ev kiryarên Tirkiyê li Efrînê metirsiyeke mezin li pêşeroja giştî Sûriyê ye.
Akif di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Me gelek raporên çalakvanên mafên mirovan şopandin. Ev rapor rastiya ku li herêma Efrînê û destdirêjiyên dewleta tirk temam venabêjin. Pêdiviya rewşa li Efrînê bi helwesteke navneteweyî heye. Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van destdirêjiyên li Efrînê cihê şermezariyê ye.”
Derbarê geşedanên li Idlibê de Akif da zanîn ku hevdîtinên navneteweyî girêdayî vê mijarê di hemû aliyan de pêk tên û ew wek Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê van hevdîtinan bi baldarî dişopînin û wiha dewam kir: “Pêşketinên girîng di encama van hevdîtinan de wê pêk werin û bandora wan wê li Idlibê diyar bibe, bi taybet wê bandorê li paşeroja giştî Sûriyê bike. Tirkiye li Idlibê siyaseteke neyînî dimeşîne û çareseriyan asteng dike û tevliheviyê derdixe. Li Idlibê heta niha helwesta Tirkiyê ne diyar e. Eger danûstandina Tirkiyê li ser esasê dewleteke dagirker neyê kirin, bêguman tirk wê hin tedbîran wergirin û dê Sûriyê ber bi parçebûnê ve bibin.”
Derbarê rewşa koçberan de Akif da zanîn ku Rûsya, Tirkiye û rêjîma Sûriyê siyaseta guhertina demografîk di Sûriyê de dimeşînin û vê siyaseta xwe li ser erdê pêk tînin. Guhertina demografîk ne tenê ziyanê bi yekitiya gelê Sûriyê dike lê belê giştî pêşeroja Sûriyê pê bi bandor dibe.
Berdevkê fermî yê Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM’ê Kemal Akif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em li dijî guhertina demografîk in. Em dibînin ku ev siyaseta li Sûriyê tê meşandin metirsiyeke mezin bi xwe re tîne. Mafê hemû kesên li derveyî Sûriyê ne ku vegerin warên xwe. Lê Tirkiye dixwaze kemberekê li hin herêman çêke û kaxeza koçberan di bazarên xwe yên siyasî de bi kar bîne û bi çarenûsa koçberan bilîze. Em bi vegera hemû welatiyên Sûriyê re ne, lê divê veger ber bi deverên resen ve be, ango ne li gorî daxwaza Tirkiyê yan hin aliyên din, ev koçber bêne bicihkirin.”






