Rojnameya Ronahî

Parastina civakî hêza ku nirxên civakê diparêzê

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberiya HPC – Jin ya Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Zeyineb Efrîn diyar kir ku ew wekî jinên Kurd, bi felsefeya sosyolojiya azadiyê, bi pergala konfederal, bi sazîbûnên çekdarî yên parastina cewherî, wê cihanê biguherînin, serdema xwe xweşik bikin û jiyana azad birêxistin bikin.

Şerê taybet bi gelek rêbazan tê meşandin û (şerê psîkolojîk, şerê sar, şerê nerim, şûştina mêjî û hwd) digre nava xwe. Dema gotina şer tê gotin şidet, dijwarî û kuştin tê bîra mirov. Lê şerê taybet berûvajî wê ye, li rex şidetê û dijwariya fîzîkî her rêbaz tê bikaranîn ji bona ku kes û civak were parçe kirin û bê parastin bimîne. Şerê taybet civakê dike di nava xeflet û rewşeke ku ew xwe nizane ku çi jiyan dike û ne di wê ferqê deye ku çi li ser tê meşandin û xwe bi çi rengî ji rewşa ku tê de jiyan dike derbêxe. Ji ber wê gelek caran ew bixwe dibe amûrê xizmeta armancên dijmin. Dîroka pêkanîna rêbazên şerê taybet ne nû ye. Lewra şerê li hemberî xistina mêjî û kolekirina mirov, xwediyê dîrokeke kevnar e. Lê ev şer rêbaz û şêwazên xwe li gorî merc û rewşên heyî diguherîne.

Li Rojavayê Kurdistanê, ji bo civak parastina nirxên xwe yên wek nasname û çandê bike, rêbaza pergala parastina cewherî pêş xistiye. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev pergal pêş xistin ku êdî bûye saziyeke hevgirtî. Ev hevgirtin ji taxê bigre heya eniyên şer li dijî êrişên derve û yên çeteyan disekine.
Pergala parastina li Rojavayê Kurdsitanê bi sazûmaniya xwe ya tijî û dagirtî di her qadan de tê naskirin, mîna şaneyek ku xwe di meclis û saziyên civakî de pêş xist û ava kir. Şêniyên herêmê ji ber mercên şer pêwîstî bi parastinekê xweser a bi îradeya xwe dîtin. Hêzên Parastina Civakî (HPC) Li gorî têgeha civakî ya li Rojava, parastina cewherî, beriya her tiştî zanist û helwetsa civakî ye dema ku girêdayî mijara hebûn, nasname û çand di xeteriyê de be. Ji ber vê yekê di rewşên wiha de parastina girîng û pîroz e û ji hemû ferdên civakî jin, zilman, ciwan û temem mezinan tê xwestin.
Di demekê de ku şênî li herêmên Sûriyê têne koçberkirin, kuştin û qirkirin ji aliyê komên çeteyan û hêzên navdewletî û herêmê ve, gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê sîstema xwe ya parastinê li tax, gund û bajaran de xurt kirin û yekîneyên xwe yên parastinê an ku Hêzên Parastina Civakî (HPC) hate avakirin.

Di vê çarçoveyê de Rêveberiya HPC a jin ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê Zeyineb Efrîn ji Rojnemeya me re axivî.

Zeyneb Efrîn bal kişand ser Şerê Gelê Şoreşgerî û parastina civakê li hemberî şerê taybet û wiha got: “Li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, şerê taybet, şerê leşkerî û şerê aporî ku li ser civakê zexteke mezin dide çêkirin, zanebûna civakê,  pêşxistin û rêxistinkirina wê bersiva herî xurte.  Herwiha ji bo têkbirina dagirkeran şerê gelê şoreşgerê çareya bingehîn e. Tenê bi riya vî şerê civak dikare şoreş û hebûna xwe biparêze. Di heman demê de heya astekî bilind civak gihîştiye wê rastiyê ku civakeke şoreşger çawaye, çawa tevbiger, li hemberî êrişan xwe çawa biparêze û şoreşa xwe dewam û serbixe. Em dikarin bêjin ku gelê herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê êdî rastiya xwe, îdolojî û îradeya xwe naskiriya û hatiye bi rêxistin kirin û bi armanca xwe ve hatiya girêdan. Dema ku em behsa şerê gelê şoreşgerî dikin, yek ji mijarên wê rastiya dijminê xwe naskirine, her wiha civaka me jî bi rêbaz û tevgera xwe ya şerê gelê şoreşgerî wê bi ser bikeve.”

Parastina civakê

Zeyneb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Parastin bingiha şerê gelê şoreşgerî ye, ji ber vê yekê pêşketina mafê parastinê di hundirê civakê de mijarekî perwerde, xwe avakirine û tekoşîna xwe pêşxistin e. Parstin di milê apborî de ku civak çawa aboriya xwe bi parêze û pêşbixe, di heman demê de civaka ku bi xwe bi xwe aboriya xwe biparêze û bi rêve bibe, ev hemî mijarên perwerdekirinê ye. Li ser vê bingihê pêşxistine zanista civakê pêwîste li pêş be û bi rihê komînal tevbigerin. Parastina civakê wê çawa pêşbikeve, bi xwezayê re û zindîkirina wê, yanî ez parastin wekî xerîzeyekî dibînim, destpêkê parastin ji aliyê fikirî de pêwîste were pêşxistin, ji ber ku bingihê parastinê di fikir de ye, eger fikir pêşnekeve, parastin jî wê lawaz be. Da ku serkeftinên mezintir di şoreşa me de were bidestxistin, pêwîste em ji aliyê fikir de pêşbixin û xwe û dijminê xwe nasbikin.”

‘Parastin erkekî exlaqî ye’

Zeyneb diyar kir ku ji têkbirina şerê taybet di civakê de, pêwîstî bi naskirina rastiya kaptelîzimê heye û wiha got: “Di hemû civakan de ku şerê taybet li ser wan tê meşandin, pêwîste sîstema kaptelîzimê û rastiya wê were naskirin, ji ber ku bandora herî neyinî li ser civakê dike ew e sîstema kaptelîzimê ye. Şerê taybet bi hemû rêbazan êrişê civakê dike, ji aliyê exlaqî, madeyên hişbir û di nava civakê de belavkirin, civak ji hevdû qutkirin û hwd. Eger civak rastiya şerê taybet nasbike wê li hemberî wê mekanîzama xwe ya parastinê pêşbixe. Ji wiha zêdetir perwerde di civakê de were dîtin û li hemberî wê yekîtiya xwe ya civakî pêşbixîne. Parastin erkekî exlaqiye û pêwîste her kes xwe berpisiyarî civaka xwe bibîne. Ji ber wê yekê Rêber Abdullah Ocalan parastina rewa pêşxistiya. Parastina cewherî; çandeke wiha ye ku gel bi xwe re biyanîbûne winda kirine. Di civakan de çanda parastina cewherî pêşxistin, di asta herî bingehîn de pirsgirêkeke azadî û hebûne civakekê ye. Gel û civakên ku dixwazin bigihên sîstemeke demokratîk, destpêkê bi pêşxistina çanda parastina cewherî, divê bikaribin cewhera hebûn û azadiya xwe fêm bikin. Bikaribin hêza parastin û xweykirina wê nîşan bidin. Di vê warî de parastina cewherî, di bingeh de karê hişmendî, rêxistinbûn û çalakiyê ye. Hişmendiya xwebûnê, hişmendiya parastina xwe bi xwe ye.”

Zeyneb da zanîn ku parastina cewherî, îfadeya giran ya siyaseta demokratîk û polîtîkaya ewlekarî ya civaka exlaqî û polîtîk e û wiha domand: “Şaxa parastina cewherî, ji bo civakan ne tenê pêkhateyeke parastineke leşkerî ye. Bi pêkhateyên parastina nasname, pêkanîna polîtîkkirinê û pêkanîna demokratîkkirinê ve di nav hev de ye. Parastina cewherî xwe disipêre civaka bi rêxistinî. Civaka rêxistinî civaka ku herî baş parastina xwe ya cewherî dike ye. Di hemû civakan de parastina cewherî ji bo parastina hebûna xwe, di fikir de xwe pêşxistiye. Li hemberî êrişên înkar û îmha yê dewleta Tirk ku di hemû deman de yê herî bêmirovî ye, parastina cewherî ku di 15’ê Tebaxê ya 1984’an jî di dîroka Kurdistanê de weke parastina cewherî ya herî rêxistinî û herî pîroz di dîrokê de cihê xwe girtiye.”

Li hemberî tevahî êrişan parastina cewherî li pêşe

Rêveberiya HPC-Jin ya herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyê Zeyneb Efrîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji her demê zêdetir pêwîstiya asta rêxistinbûyîna parastina cewherî ya gelên Kurdistanê bi aktîf û bi hêz tevbigerin. Gelê me jiyana xwe bi modela xweseriya demokratîk ve; di şaxên aborî, siyasî, çandî, leşkerî û di hemû şaxên din de rêxistin dike. Dewleta Tirk qebûlkirina statuya me a xweseriya demokratîk li aliyekî ji bo ku li ser Kurdistanê sîstemê xwe yê înkar û îmhayê berdewam bike, di pêkanîna her cure tundî û zilmê de bi israr e. Li hemberî vê rewşê gelê me xwedî mafê bi rêxistinkirina parastina xwe ya cewherî di her astî de berjewendiyên Kurdistana Xweser ya Demokratîk bi awayeke herî aktîf e. Her wiha em wekî jinên Kurd, bi felsefeya sosyolojiya azadiyê, bi pergala me ya konfederal, bi sazîbûnên çekdarî yên parastina cewherî, em dinyayê diguherînin, serdema xwe xweşik dikin û jiyana azad birêxistin dikin.”