Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hîmdarê KNK’ê; Rêber Apo

29/05/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Îsal salvegera 25’an a KNK’ê bû. Ji bo wan min sînevîzyonek amade kir. Rastî hin detayan hatim. Me di her kêliyên avakirina yekîtiya neteweyî de Rêber Apo didît. Ji avakirina KUM’ê bigirin hetanî KNK’ê gelek hewldanên wê çêbûne. Di arşîvan de em rastî hin fotografên wî hatin. Bi gelek lîderên Kurdan re hevdîtin pêk anîne. Di van kareyên fotografan de jî me hewldanên wî yên yekîtiya neteweyî dît. Di sala 1995’an de heyetek ji parlementerên DEP’ê û hin kesayetên navdar ku li Ewrûpa dimînin, li Şamê Rêber Apo ziyaret dikin. Di vê serdanê de avakirina KNK’ê tê axaftin. Lê dema ku ev heyet vegeriya Ewrûpa di destpêkê de, di 12’ê Nîsana 1995’an de Parlemena Kurdistan a Derveyî Welat-PKDW ava kirin.

Ji bo avakirina Kongreyê dest bi xebatan kirin.

Di sala 1998’an de dema Rêber Apo li Romayê bû heyetek ji PKDW’ê çû serdana Rêber Apo. Divê serdanê de xebat hetanî kîjan radeyê hatiye ev hatin nîqaşkirin.

Tiştê herî balkêş jî piştî Rêber Apo dîl hat girtin, bi parêzerên xwe re di yekem hevdîtinê de tişta ku xwestî ew bû ku bi lez KNK’ê were avakirin bû. De bifikirin, mirovek dîl hatî girtin, yekem car e parêzer diçin cem wî û ew behsa rewşa xwe, parastina xwe nake. Di destpêkê de behsa avakirina yekîtiya neteweyî dike. Rêbertî tiştek wiha ye. Yên kesan dike Rêber, ew kesê ku gelê xwe ji xwe zêdetir difikire. Rêber Apo kesek wisabû. Ji bo vê yekê jî, gel ji wî re got; Rêber Apo. Rêber Apo xwedî nasnameyek bi vî rengî bû. Lê hin kes, hin tevger û partî dema di xebatên KNK’ê de motîveya Rêber Apo dibînin, dibêjin; Ev saziyek neteweyî ye divê zêde Rêber Apo dernekeve pêş. Aliyên ku tevlî vê saziyê nabin û di bin sîwana KNK’ê de cîh nagirin jî dibêjin, ev sazî Rêber Apo derdixê pêş. Ev sazî saziya PKK’ê ye.

Xebatên Rêber  Apo yên avakirina yekîtiya neteweyî ji bîr dikin. Van kesan hevdîtinên Rêber Apo yên bi serokên tevger û partiyên wan re ji hafîza xwe paqij kirine. Bi wan kesan re nîqaşên avakirina yekîtiya neteweyî hatine kirin bi zanebûn dernaxin pêş.

Hin nîqaş jî di dema roja Cejna Zimanê Kurdî de çêbûn. Li herêma di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye derbas bû. Hemû sazî û tevger bi hatina cem hev û daxuyaniyek hevbeş bidana. Di vê daxuyaniyê de wê bal bikişandina hewldanên Rêber Apo yên ji bo zimanê Kurdî û azadiya wî bihata nivîsandin. Dîsa midaxele kirin gotin, di daxuyaniya Cejna Ziman de peyamên siyasî neyên dayin. Rêber Apo; ziman e, yekîtî ye, siyasî ye, dîrok e, pêşeng e û Kurdistan e.

Ji bo doza yek çi kar û xebat hebe, divê Rêber Apo jî di wê hewldanê de hebe.

Rêber Apo Kurdan ji ber çerqa helandina dagirkeran rizgar kir. Em îroj bi tenê van têgehên ku wî rizgar kirî em diparêzin û pêş dixin. Ji bo vê yekê jî di van xebatên parastin û pêş xistinê de teqez navê Rêber Apo derbas bibe.

Hin kes divê ku naxwazin di van platforman de cîh bigirin. Lê navê Rêber Apo wek asteng nîşandin bêwîjdaniye. Tu ferqek di navbera kiryarên dewleta dagirker û helwesta van kesan de tuneye. Herdû alî jî li dû tunekirina Abdullah Ocalan ketine.

Post Views: 135
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
ÇAND Û HUNER

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.