Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêwîste hilbijartin veguherin şahiya demokrasiyê

29/05/2024
in ROJEV
A A
Krîz Ukrayna û Konferansa Mûnîhê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî Bedran

Dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hilbijartinên şaredariyan bên kirin. Hilbijartin di Hezîranê de ne. Demek pir kêm ma, piştî du hefteyan dê gel biçe ser sindoqan. Ev demeke saziyên rêveberiya xweser, derdorên têkildar û partî goftûgo û amedekariyan dikin. Hat ragihandin ku amedekarî temam bûne, bernamzetan serîlêdan kiriye û dê kampanyaya hilbijartinan destpê bike. Di rewşa heyî de li gel kêmaniyan merc ji hilbijartinan re guncaw e. Lê pêwîste bê zanîn ku rewş ne weke tê dîtin e.

Xweserî û rêveberiyên demokratîk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine avakirin ji aliyê tu dewletan ve nayên nasîn. Ew bixwe ne dewlet e û îdaya wê ya bibe dewlet tune ye. Armanca wê ewe ku di nava axa Sûriyê de bimîne û rejîmê demokratîk bike. Ev daxwazeke ku pêkhatina wê hem pir hêsan e hem jî pir zehmet e. Ji bo welatekî ku kevneşopiya wê ya demokrasiyê heyî ne pirsgirêk e, dê pir bi hêsanî pêk were û lihevkirin çêbibin. Lê li welatekî weke Sûriyê erêkirin û çareserî pir zehmet e. Ji ber ku li Sûriyê pergala yekpartîtiyê heye. Ne girînge ku ji sedî çiqasî gel biçe ser sindoqan. Her çawa be dê namzetên Bassê bi dengek nêzî ji sedî sed bê hilbijartin!

Hêzên ku dixwazin rêveberiya xweser ji holê rakin jî bi awayek aktîf li ser kar in. Tirkiyê rêveberiya xweser dijmin îlan kiriye. Herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kiriye. Herêmên ku dagir nekiriye jî di bin êrişan de dihêle. Ji bo hilweşandina rêveberiya xweser û tunekirina Kurdan di nava lêgerîn û amedekariyên piralî de ye. Xwerêvebirina Kurdan, di vî alî de qezenckirina sergûzeştan ji xwe re weke gef û xeterî dibînin. Ji ber vê DAIŞ jî di nav de bi tevahî hêzên tarî re tifaqan çêdike. Hewl dide Ereban bikişkişîne, nakokiya Kurd û Ereb derbixe û yekîtiya wan xirab bike. Bi kurtayî dewleta Tirk hewl dide di vê pêvajoyê de çiqas xirabî hebe birêxistin bike û bixe dewrê.

Di aliyê hikumeta Şamê de jî rewş ne cuda ye. Ew jî ji bo mayîndenebûna rêveberiya xweser, hilweşîn û serneketina wê hewl didin. Li Sûriyê avabûna alternatîf û çandek demokratîk ji xwe re weke gef û xeterî dibînin. Li şûna ku lêgerînên demokratîk ên rêveberiya xweser binirxîne û welat komî ser hev bike, hewl dide wext qezenç bike û rêveberiya xweser tune bike. Ji ber ku bi mejiyê dewletê difikirin tucaran avabûn û alternatîfek ji derveyî dewleta navendî napejirînin. Makezagonek nû, Sûriyeyek demokratîk weke dawiya desthilata xwe dibînin. Herkes baş dizane ku eger hêza hikumeta Şamê têrê bike tucaran nahêle hilbijartinek bi vî awayî pêk bê, dê demildest polîs û artêşê bixe dewrê.

Ji derveyî van astengî û xeteriyan, hinek mijarên din ên ji bo hilbijartinê pêwîste baldarbin hene. Ji ber ku li Sûriyê hilbijartinên serbest nehatine kirin, di gel de kevneşopiyek demokratîk û fêrbûnek çênebûye. Di dema yekpartîtiyê de rikberî û xebatên zindî yên hilbijartinê çênebûne. Çawa be dê namzetê Bassê qezenç bike. Ev mîsoger bû. Wê demê kelecana hilbijartinê çênabe û kampanya lewaz derbas dibe. Di welatekî wiha de û civaka bi şer re belav bûyî hilbijartin çêkirin, bi serê xwe şoreşek e. Heta dawî gavek wêrek e. Ji beriya hertiştî pêwîste gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê têbigihin.

Her çendî rêveberiya xweser ji aliyê dewletan ve neyê nasîn jî divê bê zanîn ku gavên diavêje û pêvajoya siyasî ya destpêkiriye dê tevahî Sûriyê û Rojhilata Navîn bandor bike. Qasî nan û av pêwîstiya Rojhilata Navîn bi demokrasiyê heye. Di rewşa heyî de hêzek din a avabûna demokrasiyê esas digire tune ye. Ji ber rêveberiyên despotîk gelên Rojhilata Navîn nikarin henaseyekî bigirin. Şerê Israîl-Filistînê, pevçûn û şerên bê dawî, derketina çeteyên weke DAIŞ’ê ji ber nebûna demokrasiyê ne. Ji ber wê jî pêşeroja Rojhilata Navîn vebijêrkên demokratîk in. Rêveberiya xweser jî herçendî dilnizim jî be pêşengiya vê dike, danehev û sergûzeştan ava dike.

Di hilbijartinan de nîşaneya herî girîng a rewabûnê beşdariya gel e. Bêguman pir girînge ku hilbijartin di mercên adil, wekhev û serbest de pêk bên. Pêwîste di derdorek demokratîk de amedekarî û kampanyaya hilbijartinê bê meşandin. Gotin di cih de be, pêwîste welat veguhere cihê cejnê. Pêwîste di şahiyek demokrasiyê de kampanya bê meşadin. Jİ bo vê jî pêwîste tevahî partî, bernamzet, sazî û hemwelatî di rewşek seferberiyê de bixebitin û gel biçe ser sindoqan. Beşdariya gel çiqas zêde be, asta nûnertiyê û rewabûn jî dê ewqas xurt be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.