Rojnameya Ronahî

Pêngava 1’ê Pûşperê,bingeha şoreşa Rojava ye!

Cîger Dilşad

Gelê Kurd di gel hemû astengî,êrîş û komployên navdewletî jî,di xeta Rêber Apo û şehîdan de 20’mîn sersala pêngava 1’ê pûşperê bi  pêngavên nû û biryardarîyeke ji pola ber serkeftinê ve dimeşin. Di serî de berxwedana dîrokî ya Rêbertî silav dikin û hemû şehîdên têkoşîna azadîyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin,soza ku me dabû Rêbertî û şehîdan di sala 20’an a pêngavê de nû dikin.

Li Kurdistan’ê rastîya ku Rêber APO di destpêka sazkirina koma birdozî de bilêv kiribû,îro hem hatî peytandin û hem jî girîngîya wê ji her rojê zêdetir derketiye holê. Ew rastî ev e;li Kurdistan’ê û Rojhilata navîn bê rêxistin û hêza leşkerî derfeta jîyanê tune ye. Bi taybetî jî gava mijar dibe Kurd rastîya wê dijwartir dibe û di heman demê de jî zelaltir dibe.

Ew rastîya, ji hêla pêşengê mezin Xeyrî DURMUŞ’an ve jî di zîndana Amed’ê de hatibû ziman. Xeyrî’yan ev jî gotibû;”qêrîna gel ji bîr nekin! Wê Kurdistan bibe Vîetnam”. Xeyrî’yan çawa dizanî ku wê Kurdistan bibe Vîetnam? Di nava wan çar dîwaran de pêşdîtineke wiha,çi raber dike?

Gotina dawî di serî de bêjin,bawerîyeke mezin ya hevalê Xeyrî bi Rêbertî û şoreşê dîyar dike. Her wiha ji kûrahî fêmkirina rewşa gelên Kurdistan’ê û neyarên Kurdistan’ê nîşanî me dike. jixwe PKK’ê di komcîvîna xwe ya duyemîn de xeta berxwedana Mazlûm’an,Ferhat’an û berxwedana Rojîya Rûmetê ya 14’ê Tîrmehê ya Xeyrî’yan,Kemal,Akîf û Elî’yan kir bingeha xeta têkoşîna rizgarkirina Kurdistan’ê. Dewleta Tirk li bakur Kurd anîbûn ber tunebûnê. Pêngava 15’ê tebaxê bi tenê rê li ber tunekirina Kurdan negirt,bi wê re Kurd vejîn kirin û ji gelê bê parêzvan, gelekî ku bi xwe bi parêze afirand. Dewletên emperyal hema saleke piştî pêngava 15’ê Tebaxê,di sala 1985’an de li dijî Tevgera Azadîyê li Almanya bi navê maseya PKK’ê saz kirin û ji wê rojê de bi hemû hêza xwe piştgirî dane Tirkîyê.

Di vir de ev pirs tê aqlê mirov;gelo çima dewletên Ewropa û DYA pasaport didan M.BERZANÎ û Mam Celal,lê li dijî PKK û Rêber APO maseyeke taybet saz bikin û bi wê yekê jî namînin, komplo li ser komplo bi pêş xistin?

Ji ber ku;

1-Rêber APO;sîyaseta ku Ingilîistan di destpêka sedsala 20’an de li dijî Kurdan û gelên heremê pêşxistibû,li vala derdixist.

2-Rêber APO;bi têkoşîna ku pêşdixist  peymana Lozan’ê di avêt ser sergoyê dîrokê û ji gelan ra rêya azadîya rasteqîn vedikir.

3-Rêber APO; ji Kurdê ku di xizmeta dagirkeran de bû,li holê rakir, kurdên ku li gorî berjewendîyên xwe tevbigere derdixist holê.

4-Rêber APO;ne li gorî sîyaseta sosyalîzma heyî,li gorî rastîyên dîrokî ya civaka rojhilata navîn yên civakî,çandî û dîrokî çareserî pêşdixst. Ango nedibû perçeyek ji baskê pergala Modernîteya Kapîtalîst, rêyeke din ji xwe re vedikir.

5-Rêber APO; pişta xwe ne da tu hêzan,hêza gel ji xwe re esas girt û dîplomasîya Kurd cara ewil bi awayekî ku ne ji bo malbatekê,ne ji bo beşekî civakê,ji bo hemû gel pêşdixist. Ji ber kû gava mirov pişta xwe sipande dewletekê divê li gorî wê dewletê jî tevbigere.

6-Azadîya civakê bi azadîya jin ve girêda û. Got;”asta azadbûna jin, asta azadîya civakê raber dike. Civaka ku jin tê de ne azad be,ew civak jî ne azad e.” Pergala dewletê û kapitalîzmê ku li ser xistina jin xwe dida jîyan kirin,bi felsefa Rêbertî re vale dihat derxistin.

7-Azadîya gelê Kurd bi azadîya gelên heremê û heta bi azadîya gelên cîhanê  ve girê da. Ango nediket xefka pergalê ya netewperestîyê. Ji lewra di sala 1996’an de bi awayekî daxwaz dikirin ku Rêbertî derbasî Başûr bibe û li wir bijî. Lê Rêbertî daxwaza wan qebûl nekir û di xeta azadîyê de israr kir. Ji bona wê jî di 6’ê Gulana 1996’an de hewldanek suîqastê li dijî Rêber APO pêkanîn.

8-Rêber APO;bi ti awayî di têkilîyên ku bi rêxistin û dewletên cuda re  pêşdixist,rêxistineke Kurd,an jî demokrat nedikir mijara bazarê û li dijî wan sîyaset nedimeşand.

9-Hêzên emperyal û di serî de Ingîlîstan di navbera gelan de sînor kûr û zexm dikirin,Rêber APO sînorên ku wan danîbûn bê wate kirin û di hişê kes-civakê de ji holê radikirin.

Ji berîya hemû hêzên emperyal,bala dewleta Ingilîistan kişandibû û ji lewra jî bi pêvajoya ku “vejîn temam bû,dor hat rizgarkirinê, wê gavê lembeya kesk ji dewleta Tirk re vêxistin ku, plana qirkirinê ya ku di sala 1925’an de nîvço mabû temam bike.

Dîtîn ku encam ne girtin, komploya navdewletî pêşxistin. Piştra jî dest avêtin nava PKK’ê û kesên ku hêvî û bawerîya wan ya bi gel û azadîyê nema bû dan alîyê xwe û xwestin ku PKK’ê tune bikin. Şeş meh ji bona temenê PKK’ê dabûn û ji xwe re digotin wê ji holê rakin.

Di wan rewşan de Rêbertî çawa li dijî tesfîyekarên salên 1980’îyan xeta şehîdan bingeh girt û pêngava 15’êTebaxê pêşxist,li dijî çetetiya Ferhad-Botan jî xeta Kemal’an û Bêrîtan’an weke xeta azadîyê raber kir.

Li ser banga Rêbertî;”yên girêdayî min bila berê xwe bidin Botan’ê” û bi egîdbûyîna Adil’an,Sorxwîn’an,Vîyan’an Reşîd’an pêngava 1’ê pûşperê hate pêşxistin. Heger pêngava 1’ê Pûşperê ya şerê gel yê şoreşgerî nehata pêşxistin wê çi bûba?

Wê PKK’ê bi temamî bihata tune kirin û bi PKK’ê re jî hêvîya gelê Kurd ya azadîyê tune bûba û xwîna bi deh hezaran keç û xortên ku canê xwe ji boyî azadîya gel dabûn jî vale biçûya. Wê derfeta ku jin tê de xwe azad bike û bûye mînak ji jinên cîhanê re jî bihatana tune kirin. Şoreşa Rojava jî pêk ne dihat.Ne bi tenê ev,her wiha wê Kurd bi temamî ji ser rûyê erdê bihatana rakirin û piştî sed salan wê di rûpelên dîrokê de wiha bihata gotin;”gelek li Mazopotamya dijî,zimanê wan Kurdî bû û ji Hûrî’yan-Gutî’yan,Mîtanî’yan,Qasîtî’yan û Med’an mabûn. Lê ji ber ku îxaneta di nava xwe de (malbata berzanî)tune nekirin,yekîtîya xwe ya li ser bingeha Netewa Demokratîk pêkneanîn, li çand û zimanê xwe,dîroka xwe û li gorî felsefa Rêberê xwe têkoşîn nedan meşandin, bi destê dewleta Tirk hatin tune kirin!”

Belê,bi kurtasî pêngava 1’ê Pûşperê em Kurd û nirxên ku hatine afirandin parastin,îxaneta ku bi destê Ferhad-Botan têk bir û îro şoreşa Rojava û hemû destkeftîyên me kurdan li gorî felsefa Rêber APO bi pêşxist. Ger ku pêngava  1’ê Pûşperê pêknehata,şoreşa Rojava jî pêk nedihat.