Rojnameya Ronahî

Ji 7 salî heyanî 70 salî têdikoşin

Nehîr pale  

Rêber APO dema ku pirsgirêkên civakî di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de pênase dike, çareseriya wan jî datîne. Di parêznameyên xwe de bi hurgulî li ser rê û rêbazên çareseriyê radiweste. Projeya Rêveberiya Xweser ji bo hemû civakan guncav dibîne û pêşkêşî wan dike. Her wiha Şerê Gelê Şoreşgerî, parastina rewa û xwe parastin jî rêgezên bingehîn ên sîstema Rêveberiya Xweser in. Bê guman ev hemû jî bi têkoşînê dibe, eger civak têbikoşe wê bikaribe xwe biparêze, weke dîtir wê her tim ji aliyên hêzên dagirker ve werin qirkirin. Jin jî parçeyek ji vê civakê ye û eger tênekoşe wê nikaribe li hemberî zayendperestiyê xwe biparêz e. Tenê beşek ji civakê têbikoşin wê têrê neke ku sîstem were guhertin û dawî li dagirkeriyê were.

Li Bakurê Kurdistanê dayîkên ku temenê wan 70’î derbas dike niha di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne. Girtina van dayîkan asta têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd diyar dike. Têkoşîn û fedekariya dayîkan şoreşê zindî dike, rêça hemû jinên şoreşger û têkoşînvan dişopînin û dîroka jin dinivisîn in. Ev mînaka Şerê Gelê Şoreşgerî ye.

Di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de jinên Kurd li hemberî dagirkeran têdikoşin û li ber xwe didin. Civak xwedî bertek û helwest be heyanî ku bikaribe xwe ji qirkirinê biparêze. Mîna Rêber APO gotî ji 7 salî heyanî 70’î salî divê her kes bixebite. Dayîka Mekbûla Ozer û dayîka Henîfe Arselan niha di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de ne, dayîkên Şemiyê ev bûye 29 sal ku daxwaza edaletê dikin, dayîka Emîne Şenyeşar ev 115 roj in çalakiya xwe berdewam dike û têkoşîna edaletê dike, girtiyên siyasî yên jin ev 184 roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêber APO dest bi çalakiyê kirine, dernakevin dadgeha Tirkiyê û têkiliya xwe bi malbatên xwe re qut kirine.

Dewleta Tirk a dagirker bi girtina van dayîkan re dixwaze dest bavêje nirxên manewî yên gelê Kurd û têkoşîna wan lewaz bike. Ew li gel xwe fêm dikin ku hîna gelê Kurd jinê namûs dibîne û dema van dayîkan dixin girtîgehê de wê bikaribin têkoşîna gelê Kurd lawaz bixin. Ji ber wê yekê hewl didin ku şerekî taybet ê giran li ser gelê Kurd û jina Kurd bidin meşandin. Gelo dewleta şerê taybet a Tirk ji bîr kiriye ku di hemû şoreşan de jina Kurd têkoşiyaye û li hemberî dagirkeran serî netewandiye. Jina Kurd fêr nebûye ku li hemberî dagirkeran teslîm bibe û lawaz bikeve. Ev çand û kevneşopî bi sala ye ku berdewam dike û wê bi dawî nebe. Bi şerê taybet, girtin û darvekirinê hewl didin ku dawî li vî ruhî bînin, lê naghîjin encamê. Ew çiqasî êrîş dikin û dixwazin jinê biperçiqînin nikarin bighîjin armanca xwe.

Di Şerê Gelê Şoreşgerî de jinê berpirsyartî rakiriye. Hemû jinan birêxistin dikin û perwerde dikin. Li hemberî kuştin û tûndiya li ser jinê bêdeng namînin, helwesta xwe diyar dikin û hesab dixwazin. Ji dewletê û polîsên wê natirsin. Dayîkên ku niha di girtîgehên Tirkiyê de ne hemû nexweşin, lê xwedî îradeyeke xurtin û li ber xwe didin.