Sêyemîn Kongreya Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) roja 8’ê mehê li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li Rimêlanê bi beşdariya 800 delegeyên ji bakurê Sûriyê hat lidarxistin. Di kongreyê de xebatên du salan yên yekîtiyê hatin nirxandin û ji bo dema pêş biryarên girîgn hatin girtin. Her wiha di kongreyê de Meclîsa Jinên Ciwan ya Bakurê Sûriyê ji 23 endaman hat avakirin.
Sêyemîn Kongreya YJC‘ê bi biryaran û hilbijartina meclisa nû bi dawî bû.
Kongreya Sêyemîn a YJC’ê bi durûşmeya ʺBi felsefeya Rêber Apo em ê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengiya jinên ciwan em ê Sûriyeke azad ava bikinʺ li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li bajarokê Rimêlan ê bi tevlêbûna 800 delegeyên ji tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê roja 8’ê mehê pêk hat.
Piştî nîqaşên derbarê xebatên du salan ên yekîtiyê, kongre bi biryaran bi dawî bû.
Di kongreyê de hin biryarên hatine girtin wiha ne;
-Yekîtiya Jinên Ciwan perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo xebata xwe ya avakirina Sûriyeke Demokratîk esas digire û ji bo azadiya Ocalan têdikoşe.
-Yekîtiya Jinên Ciwan xwe wekî pêşengê avakirina Sûriyeke demokartîk dibîne û xebatên xwe li ser vê esas pêk tîne.
-Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo azadiya jin û civakê têdikoşe û Jineolojî esas digire.
– Yekîtiya Jinên Ciwan rêxistinkirina tevahî Sûriyê armanc dike û li hemberî zihniyeta kapîtalîst disekine.
-Jinên Ciwan YPG û YPJ‘ê wekî hêzên parastina civakê dibîne û ji bo mezinkirina wê dixebite.
-Jinên Ciwan parastina çand û nasnameya civakê dike.
Di dawiya kongreyê de 23 endamên meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan li Bakurê Sûriyê hatin hilbijartin.






