Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rol û girîngiya jinê di civakê de

29/05/2024
in Uncategorized
A A
Rol û girîngiya jinê di civakê de
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silman/ Qamişlo

Jin di civakê de beşeke sereke ye û ew bi rola xwe rih dide civakê û wê temam dike. Ji ber ku jin dayik e, karker e, şervan e, jin nîvê civakê ye û nîvê din jî xwedî dike. Ji ber wê azadiya civakê ji azadiya jinê dest pê dike.

Jin di serdema berê de bi gelek rolên giring radibû, di nava civakê de çalak bû. Her wiha bi danîna zagon û rêdanan re, rola Jinê di civakê de mezin û pir hestyar e. Ji ber vê yekê kêmkirina di nirxê wê de dibe sedema wendakirina civakê û wêrankirina malbatê. Di heman demê de jin di malbatê de bi gelek rolên giring radibe û malbatê bi rêve dibe.

Rolên jinê di civakê de

Rol û karê Jinê di civakê de pirin, yek jê di malbatê de Dayik e. Dayik rola herî giringe di jiyana Jinê de û xebatkareke bingehîne di avakirin û di pêşketina civakê de. Her wiha di malbatê de jin bi gelek rolên giring dilîze, jin hedan û tebata malbatê ye, piştgirya henasî û sozînê dide malbata xwe û nifşek xwedî sinc radike. Bi vî awayî civak sûdê ji vî nifşî digire û pêş dikeve. Di heman demê de jin zarokan xwedî dike û li ser bîr û baweriya jiyana civakî, geşepêdan û hêzê. Pirbûna hişyariyê li cem zarokan ji gelek hêlan ve avadike, çi çandî be yan olî be. Her wiha çanda rast di henase û dilê zarokan de avadike, da ku di pêşerojê de civak bi tevahî sûdê ji van zarokan bigre.

Jin hemû baran digre ser milê xwe

Jin piştgiryê dide mêr jî û li gel wî disekine û pêre alîkare, jin di riya karê xwe yê ji dervî malê alîkariyê bi mêr re dike ji bo başkirina rewşa abûrî di malê de. Pêre dibe alîkar ji bo misogeriya jiyaneke abûrî û civakî ya guncaw. Her wiha jin barê malbatê digre ser milê xwe gava ku mêr ne amade be. Ji bilî vê yekê jin dikare di hemû qadên jiyanê de cihê xwe bigre. Niha jî jin li gelek welatên cîhanê dengê xwe dide û tevlî hilbijartina dibe û xwedî nêrîn û kesayeteke xurt e. Di heman demê de jin rola wê di hêza leşkerî de jî heye, jin îro mil bi mil li cem mêr di çeperên şer de cihê xwe digre, şer dike û bi gelek karên leşkerî heyanî asta fermandariya şer pêktîne. Jin rêveberiyê û zêrevaniyê dike ji ber vê yekê kêmkirina di maf û nirxên wê de, kêmanî dikeve civak û malbatê de. Di hem demê de alîkariya jinê û piştgiriya wê pêşketina nifş û civakê ye.

Jin di nav serdeman de xwedî rol û biryar bû, bi taybet di civaka xwezayî de ya ku mirovahî ji wir dest pêkir. Lê bi avakirina çînayetiyê re mêrê fenek xwest jinê ji hemû serdeman dûrbêxe û bê bandor bihêle û pişaftinê li ser wê pêkbîne, lewra mêrê desthilatdar hizrên xwe li ser jinê da meşandin û xwest rola jinê di dîrokê de tune bike. Lê jin karî li hemberî hemû desthilatdariyên ku li ser hatî meşandin bê hêz nemîne û rola xwe biparêze.

Bi damezirandina saziyên jinan re qeyd û bend hatin şikandin

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û ragihandina sîstema Rêveberiya Xweser û projeya Netewa Demokratîk re, jin li hemberî hemû siyasetên ku li dijî wê dihatin meşandin têkoşîn kir û di hemû warên jiyanê de pêşketineke ber bi çav pêkanî. Piştî damezrandina navend û saziyên jinan qeyd û bendên li ser jinê hatin şikandin. Di civakê de jin rastî gelek binpêkirinan ji hêla civak, malbat, mêr û bavan ve dihat, hin jin dema rastî tûndiyê tên tu cih nîn e xwe bispêrinê, lewre weke desteya jinê bi taybetî ji bo doz û pirsgirêkên jinan bişopîne û çareseriyê jê re peyda bike, girîngî hebû ku navendek yan malek ji bo parastina jinan vebe ji bo pirsgirêkên wan çareser bike û xwedî li wan derkeve.

Post Views: 123
ShareTweetPin

Herî Dawî

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.