Kongreya Satar di bin dûrûşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê ev şoreşa jin veguherînin şoreşa civakî” ku di meha Tîrmehê de li herêm û kantonên Rojava hatin li darxistin bi biryarên girîn hatin bi dawî kirin. Piştî Konferansê dê di 16’ê Tebaxê de 7.Kongreya Kongera Star li ser asta Bakurê Sûriyê li Herêma Cizîrê bê lidraxistin. Têkîldarê mijarê Rêvebira Kongra star a kantona Qamişlo Medya Mehmûd diyar kir ku di 7.Kongrê de hezar delege bêne vexwendin.”
7.KONGREA TÊ
LİDARXİSTİN
Endama Rêvebira Kongra Star a kantona Qamişlo Mîdiya Mehemûd ser li darxistina 7.Kongra Kongera star ev agahî dan: “Di destpêka Meha Tîrmehê de hazirtiyên li darxistina konferanên kongera star hate kirin û li Herêma Cizîr, Kobanê û Şehbayê hatin li darxist, her wiha ev konferans bi biryar û encamên serkeftî bi dawî bûn. Armanc ji van konferansên ku hatin lidarxistin ku ser sîstema nû sîstema Netewa Demokartîk ber bi Sûriyek demokratîk ve xwe bi rêxistin bikin. Ji bo wê jî cara yekemîn ku bi vî rengî konferan li hatin li darxistin.”
HEZAR DELEGE
BÊNE VEXWENDIN
Mîdiya diyar kir ku niha hazirtiyê li darxistina 7.Kongra Konreya Star dikin û wiha domand: “Dê 7.Kongra di 16’ê Tebaxê ser du rojan li bajarê Rimêlan li navenda çand û hunera Aram Tîgran ser asta Bakurê Sûriyê bê li darxistin. Ev kongera asayî ye ku her du salan carekê ji bo nirxandina xebatê du slan tê li darxistin. Her wiha dê hezar delege bêne vexwendin û wiha got: “Heya niha nûnerên û endamên Kongera Star ji Bakurê Sûriyê û derveyî wê wekî ji Lubnan, Bakur, Başûr û ji Rojhilatê Kurdistanê hatine vexwendin, di heman demê de hemû sazî û dezgehên jinê ku zêdeyî hezar deleg jibo beşdarbûna 7.Kongereya Kongera Star hatine vexwendin. Mîdiya bi bîrxist ku ji ber ku cihê li darxistina konreê meztirba dê delege ji wiha zêdetirba.”
JİN DİBİN SÎWANA KONGRA STAR DE XWE BİRÊXİSTİN DİKİN
Mîdiya bal kişand ser hijmar û tevlî bûna jinan zêde ji kongrayê re û got: “Ev cara yekemîne ku di kongireyê ewqas delege têne vexwendin, lê ev xwezayî ye ji ber ku akongra star sal bi sal rêxistina xwe ber ferehtir dike û tevlî bûna jina her diçe zêde dibe. Taybet piştî rizgarkirina Herêmên mîna Minbic, Reqa, Tebqa û Şedadê ku tavlî bûna jinên Erbe zêdeye, di heman demê de ew partiyên ku dibin sîwana kongra Star de xwe birêxstin dikin, lê êdî ew partiyên ku neketibûn baneya me de, wan doz kirin ku tevlî sîstema Kongera Star bibim û li gorî sîstema Netewa demokratîk xwe rêxistin bikin.”
KONGRE LÊVEGERA
JİNA YE
Mîdeya Mehemûd wiha bi dawî kir: “kongera star ji bo jinan wekî lêvegereke. ew hijamar hezara delege jî isbat dike ku çiqas kongra star roj bi roj rêxistin û xwebat ferhetir dike. dema ku rêxıstina star ji yekîtî bû Kongira Star, ji ber ku em ber bi Sûreyek Demokratîk ve diçin li ser vê bingehê hemû netewên ku di Bakurê Sûriyê de dijîn cihê xwe di kongreya Star de bi girtin.”
Ferîşte NEZÎR






