Rojnameya Ronahî

Minbic;ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Bajarê Minbicê di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin. Û di sala 2016`an de piştî zordariyeke mezin, bajêr bi destê QSD`ê, Meclisa leşkerî û Mecilsa Sivîl ya Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê hat rizgarkirin û li şûna tarîtiyê ronahî belav bû.

Minbic beriya êrişên DAIŞ`ê ewqas nedihat nasîn. Lê ev bajarê xwedawenda herî nav û deng a Sûriyê ye, bereketê û parazvana Firatê ye. Her çiqasî xwestin ew çanda xwedawenda li bajar bi rêya pişaftin, êriş û dagirkeriyê tune bikin, lê piştî pêngava rizgarkirinê ew rih di tililî û şewitandina çerşefên reş de derket holê. Ev bajar di qonaxên herî xeter de derbas bûye. Ya girîng li dijî hemû serdestan, bêtarên suriştî li ber xwe da ye.

Stratejiya Cografî ya Minbicê

Minbic yek ji bajarên aborî yên Sûriyê ye. Bajarê Minbicê ku li ser rêya M4`e, bajarên weke Efrîn, Şehba, Haleb, Raqa, Kobanê, Tebqa, Cerablûs û Babê bi hev girê dide. 25 km Rojavayê çemê Firatê, 75 km dûrî bajarê Helebê ye, 40 km li Başûrê Cerablûsê ye, 65 km li Rojhilatê Kobanê, 45 km jî li Rojavayê Babê û 40 km jî dûrî sînorê Tirkiyê ye. Ji aliyê Bakur ve nêzî çemê Sacûr, ji aliyê Başûr ve jî nêzî çemê Ebû Qelqel e ku ev her du çem li çemê Firatê bi dawî dibin. Rûpîvana Minbicê û gundewarê derdorê hezar û 295 km çargoşe ye. Berê ji aliyê îdarî ve, Minbic girêdayî parêzgeha Helebê bû û navenda wê bajarê Minbicê bû. 554 gund girêdayî bajar in ku bajar ji navçeyên Xebsa, Meskenê, Ebû Qelqel û Ebû Kehf pêk tê.

Bi awayekî sereke, niştecihên Minbicê û gundewarê wê, debara xwe bi çandina genim, sebze û daran dikin. Hinek ji wan jî di karên bazirganiyê de kar dikin. Du deriyên bazirganiyê bi nave Um Cilûd (Hîmran) û On Dadat ku di navbera Minbic û Cerablûsa de ne hene. Ev derî, li gor xwestekên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tê vekirin û girtin.

Dîroka avabûna bajarê Minbic

Berê navê paytexta Firatê ya Sûriyê li Minbicê dihat kirin. Minbic, ji kevintirîn bajarên Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku tê texmînkirin di B.Z. sedsala 12`emîn de ji aliyê bawermendên Atargatîs bajar hatiye avakirin. Li gorî hinek belgeyan, dîroka bajar heta 5 hezar salan diçe. Di vî bajarê kevnar de, gelek hêzên wekî Roma, Sasanî, Memluk, Makedon, Abasî, Fatimî, Eyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan serwer bûne. Her hêza ku serwerî kiriye, navê bajêr jî li gor xwe guhertine. Herî dawî jî Minbic ku bi zimanê Suryanî tê wateya kaniya diherikê. Herwiha di sedsala sêyemîn de paytexta herêma Firatê bû û ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye.

Minbic bû armanca gelek desthilatdaran

Bajarê Minbicê ji ber girîngiya xwe di dîroka de, bû armanca gelek hêz û împeratoriyan. Di dirêjahiya dîrokê de, çend caran di wêraneke tam an jî beşî de derbas bûye. Ne tenê beriya zayînê û piştî zayînê rewşa bajarê Minbicê ji aliyê desthilatdaran ve dihat dagirkirin. Ev bajarê ku her rastî pişaftin, êriş, desthiladariyê hatiye. Di serdema Osmanî û rejîma Baas de jî hikûm li ser gel hatiye ferzkirin ku hewldana guhertina demografiya herêmê pêk anîne.

Polîtîkaya pişaftinê

Li bajarê Minbicê gelek eşîrên ereb û kurdan hene. Li Minbicê gelê Kurd gelê herî kevn û resen e. Eşîra kurdan a herî kevn li Minbicê, Mala Betran û Mala Mistefa Memo ne. Zêdetirî 30 eşîrên ereban hene û gelek şaxê wan hene. Bi destpêkirina sala 2000`î re, rejîma Baasê hewl da eşîrên bajêr parçe bike, ev yek bi rêya derxistina nakokiyan di navbera wan de pêk hat. Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê nifûsa Minbicê 90 hezar bû. Beriya Kembera Ereban jî zêdetir Çerkes lê dijiyan. Lê di encama polîtîkayên pişaftin û veguherandina demografiye de, weke hemû bajarên kurdan, Minbic jî wergerandine bajarê ereban. Di sala 2011’an de beriya şer dest pê bike nifûsa vî bajarî ji sedî 68 Ereb, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Tirkmen, ji sedî 2 jî Çerkes bû.

Bajarê xwedawendan ket dest dijminê mirovahiyê

Di sala 2011`an de gelên Rojhilata Navîn li hember desthilatdaran serî hilda û gelek dîktator li pey hev hatin xistin. Çirûska ku li Tunisê vêket, li Cezayir, Misir, Libya, Yemen û Bahreynê belav bû. Û 15`ê Adara 2011’an de ev çirûsk gihiştibû Sûriyê. Komên opozîsyonê yên ku piştre teslîmî dewleta Tirk bûn, di 20`ê Tîrmeha 2012`an de bi navê tabûrên Artêşa Azad bajarê Minbicê ji rejîma Baasê girtin. Piştre DAIŞ êrişî Minbicê kir û di 21`ê Çileya 2014`an de bajar dagir kir. Êdî bajarê xwedawendan ket dest dijminên mirovahiyê û bi taybet dijminê jinan.

Bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngava Minbicê dest pê kir

Zedetirî 2 sal û nîvan bajarê Minbic ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatibû dagirkirin û di van salên dagirkeriyê de, hemû cûreyên îşkence, zilm, tecawûz, lêdan, kuştin, revandin, firotin û serjêkirin li ser gelê Minbicê hat meşandin. Êdî gelê di nav lapên van hovên serdemê bang li Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin ku werin bi hawara wan ve. Û zarokên şoreşê vê bangê bêbersiv nehiştin. Piştî serkeftina Kobanê Hêzên QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi amadekariyên rizgarkirina bajarê Minbicê kiribûn, lê bi awayekî veşartî dihat meşandin. Di 1`ê Hezîranê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Bendava Tişrînê daxuyaniya pêngava rizgarkirina gundewar û bajarê Minbicê ragihandibû. Piştî daxuyaniyê bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngav dest pê kir.

Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla

Roja 2`ê Nîsana 2016`an yekemîn gava berbiçav hat avêtin ku destpêkê gundê Mistefa Hemdan (Mehşiyêt Şêx Ubêd) hat rizgarkirin. Şems El Şemal, Suwar Minbic (Şorşegerên Minbic), Îtifaqa Tûgayên Firat, Cindul Heremeyîn, Taburên Şehîdên Firat, Tabura El-Qewsî û Ketibetul Tirkman El-Minbic (tabura Tirkmanên Minbicê) li ser bendava Tişrînê daxuyaniyek dan û di bin navê “Meclisa Leşkerî ya Minbicê” de hêza xwe kirin yek. Fermandarê Taburên Şems El Şimal, Feysel Ebû Leyla roja 3`ê Hezîranê li eniya Tişrîn di encama teqîna guleyek hawanê di serê xwe de bi giranî birîndar bibû û 5`ê Hezîranê şehîd bû. Bi şehadeta Ebû Leyla re navê pêngavê vegeriya “Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla”. Hemû şervanan ji bo pêkanîna xeyalên Ebû Leyla û tolhildanê bi beşdarbûna 43 nunerên eşîr û kesayetên ji herêma Minbicê civînek  li dar xistin. Di encama civîna 3 saetan de ”Meclisa Sivîl a Minbicê” hat damezrandin.

Minbic ji bo çeteyan xwedî girîngiyek stratejîk bû

Çeteyan ji bo ku Minbic neyê rizgarkirin hemû hewildanên xwe kirin. Gel wekî mertal bikaranîn, her cih kiribûn teqemenî. Ji ber Minbic ji bo çeteyan xwedî girîngiyek stratejîk bû. Ji sedî 95 çeteyên ku şer dikirin biyanî bûn û mejiyê şer ê DAIŞ`ê bûn. Piştî rizgarkirina Girê Spî, hemû têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk li ser Minbicê re berdewam dikir. Pêdiviyên DAIŞ`ê ji Cerablûsê dihat Minbicê û ji vir diçû Heleb, Reqa û heta Mûsilê. Çeteyên biyanî yên di rêya Tirkiyê re dihatin, piranî li Minbicê bicih dibûn û rîya bêhinstendina DAIŞ a ku xwe bigihîne Tirkiye û Ewropa Minbic bû. Lewma weke biryargeha leşkerî ya Bakurê Helebê ya DAIŞ rol dilîst ku çeteyan navê “Cenet El Muhacirîn” bi Kurdî “Bihuşta Muhaciran” lê kiribûn.

Minbic wekî ku ji çeteyan re cihekî stratejîk û girîng bû heman demê ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê û herêmê bi giştî jî xwedî girîngiyek mezin bû. Bi rizgarkirina bajar re rêya di navbera kantonên Kobanê û Efrînê jî wê bihata vekirin û dorpêça li ser Efrînê bihata şikandin.

Piştî 73 rojan jiyan zindî bû

Piştî berxwedana şervanan di roja 73`yan de operasyona rizgarkirina Minbicê mizgîniya ku herkes li bendê bû, hat. Keda nemirên şoreşê 12`ê Tebaxa 2016`an de bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Mizginiya rizgarkirinê ji raya giştî re ji ber paqijkirina teqemeniyan 2 rojan dereng ma ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de bi rêya daxuyaniyê rizgarkirina Minbic û deskeftiyekî din yên pakrewanan ji cîhanê re hate ragihandin.

Bîlançoya rizgarkirinê

Di operasyonê de nêzîkî 300 gund û bajarok hatin rizgarkirin. 4 hezar û 180 çete hatin kuştin. 112 çete bi saxî dîl hatin girtin. Herwiha di tevahiya operasyonê de 264 şervanên Kurd, Ereb û enternasyonal şehîd bûn. Di heman demê de ji destpêka operasyonê heta dawî ve zêdetirî 170 hezar sivil hatin rizgarkirin. Piştî ku çeperên parastinê hatin xurtkirin roja 23 Tebaxa 2016`an yekîneyên YPG û YPJ’ê ji Minbicê vekişiyan. Êdî Meclisa Sivîl û gelê Minbicê bi hev re dest bi avakirina jiyana nû kir.

Gelê Minbicê sererastkirina wêraniya DAIŞ`ê kirin

Bi mizgîniya rizgarkirinê re êdî gelên bajar dest xwebirêxistinkirin û sererastkirina wêraniya DAIŞ`ê kirin. Gelên Minbicê di serî de Meclisa Sivî, meclisên gel ên gund û taxan, komîn, akademiyên perwerdeyê, rêxistina ciwanan, Mala Jin, Şaredarî, saziyên xizmetguzariyê û dadgeha gel ava kirin. Piştî rizgarkirinê, bajar ji gelek koçberan re jî bû wargeh. Bajar gelek koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de û her wiha herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de jî himbêz dike. 2 kampên koçberan bi navê Kampa Rojhilat a Nû û Kampa Rojhilat a Kevin li gundê Rêsm El Ehmar yê girêdayî bajarê Minbicê hene. Ev kamp di sala 2017`an de hatine avakirin.

Piştî rêzgarkirina DAIŞ`ê êdî dewleta Tirk dixwaze dagir bike

Ji rizgarkirinê heya niha ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji barergehên leşkerên dewleta Tirk êrişan pêk tîne û êrişên wê berdewamin.  Tevî ku ev sûcên berçavê cîhanê tên kirin dewleta Tirk bêtirs, vekirî dîsa gefên dagirkirina herêma Minbicê dixwe. Çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an ve bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû. Di wê demê de tu helwesta tirkan derbarê Minbicê de çênebû. Lê piştî rizgarkirina Minbicê wekî “xeterî” li ser xwe dibîne. Ev tenê cihê pêkenokê ye ku ew çeteyên cîhanê kiribû nav metirsiyeke mezin dewleta Tirk re tu xeterî ava nekir, lê niha hebûna xweseriyê xeterî jê re ava dike. Lê gel di wê baweriyê de ye ku çawa DAIŞ li Minbicê hat şikandin wê dewleta Tirk jî tu carî biser nekeve.