Wednesday, July 22, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeyên derçûnê ya xwendekarên Fakulteya Mafnasî

28/05/2024
in NÛÇE
A A
Projeyên derçûnê ya xwendekarên Fakulteya Mafnasî
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Hevserokê Fakulteya Mafnasî ya Zanîngeha Rojava Kamîran Şêxî diyar kir ku hêviyên wan bi xwendekarên zanîngehê pir mezin e, ew piştî çar salan ji xwendina mafnasiyê dikarin derbasî saziyên edaletê bibin û dest bi kar bikin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê û bi raghandina Rêvebiya Xweser ya Demokratîk, çar zanîngeh li herêmên cuda hatin ava kirin ji destpêka sala 2015`an, di zanîngehan de fakulte û peymangehên beşên cihêreng dihewîne, her sal berî derçûna xwendekaran hin beşên xwendinê proje û lêkolînên xwendinê weke madeyek bingehîn ji xwendekaran tê xwestin, li gorî vê yekê xwendekar projeya xwe ya derçûnê amade dike û ji hêla komîteya perwerdê û çavdêriyê tê nîqaş kirin.

Fakulteya Mafnasî ya zanîngeha Rojava di sala 2020-2021`an hate avakirin, ev koma yekeme ya derçûnê ye ji fakulteya Mafnasî, piştî nîqaşkirina projeyên derçûnê, ezmûn tên destpêkirin, êdî xwendekar bi awayekî fermî tên derçûnkirin.

Girêdayî vê mijarê hevserokê Fakulteya Mafnasî ya zanîngeha Rojava Kamîran Şêxê ji rojnameya me re diyar kir ku qûnaxa nîqaşkirin û nirxandina projeyên derçûnê ji bo xwendekarên sala 4`an ya fakulteya mafnasî, ji hêla komîteya perwerdê û çavdêriyê di dema heyî de tê kirin, roja çarşemê roja dawî ya nîqaşkirina projeyan e.

Kamîran Şêxê wiha got: “8 xwendekarê jin û 6 yên xort projeyên derçûnê pêşkêş kirin, bi giştî 14 xwendekar bûn, projeya derçûnê gava dawî ye ji qûnaxa xwendina zanîngehê, ew gelek giringe di jiyana xwendekarên zanîngehê de.”

Derbarê projeyan û asta wan de jî Şêxî wiha pê de çû: “14 proje hatin pêşkêşkirin li ser 4 grûpan hate parçekirin, navneteweyî, cezayî, îdarî û sivîl hatin dabeşkirin, xwendekaran li gorî xwestekên xwe mijar hilbijartin, di lêkolînên xwe de behsa tawanên terorîzmê, bikaranîna çekên qeqexe, û bazirganiya mirovan, li ser kuştina bi mebest û rewşên wê hate kirin, lêkolînên wan bi astek bilind derbsa bû.”

Karîran Şêxî wiha destnîşan kir: “Mijarên lêkolînê yên xwendekaran derbarê bandora terorê li ser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herwiha êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê û DAIŞ`ê li ser herêmê; derxistin pêş, pitşî bi dawîbûna nîqşkirina projeyên derçûyê, ezmûn destpê dikin, piştre encamên xwendekaran diyar dibin.

Di dawî de Kamîran Şêxî wiha axaftina xwe qedand: “Naveroka rêbazê xwendinê xwedispêre qanûna Sûrî û ya Rêvebriya Xweser bi hev re tê dayîn, da ku li cem xwendekar çandeke qanûnî û ya manfasî berfireh çêbibe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.