Di salvegera 9’emîn wefata hunermend Aram Tîgran de li bajarê Qamişlo ku Aram Tîgran lê ji dayîk buye, hunermendên herêma Cizîrê şahiyek bibîranînê lidarxistin. Di şahiyê de bi dehan hunermend û her wiha şêniyên bajêr û Endamên Rêveberiya Xweser jî amade bûn. Di şahiyê de hunermendan stranên Aram Tîgran gotin.
Yektiya Hunermendên herêma Cizîrê bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Yekîtiya Hunermendan, her wiha ji bo bîranîna hunermend Aram Tîgran di salvebera 9‘emîn a wefata wî de şevbêrkek li dar xistin.
Şevbêrik li Parka Dirîm Land a ku ji aliyê Yekîtiya Hunermendên Cizîrê ya li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo ve hatibû vekirin hate lidarxistin. Hejmarek zêde ji hunermendên Cizîrê, bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, şandeyeke ji Rêvebeirya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê tev li şevbêrkê bûn.
Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Nezîr Mihemed bi xêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku wan bi armanca bîranîna hunermend Arman Tîgiran ev şevbêrk li dar xistin û got, “Aram Tîgran bi stranên xwe hezkirina welat di dilê her kesê de çand û bi gelek zimanan û ji hemû baweriyan re stran got.”
Paşê Koma Yekîtiya Hunermendan stranên şoreşgerî, her wiha stranên hunermend Aram Tîgran gotin. Her wiha hunermend Beha Şêxo jî di gel çepikan stranên Aram Tîgran gotin.
Hunermend Ednan Îbrahîm ji stranên bi zimanê Erebî, Suryanî û Ermenî gotin…ANHA






