Xelatên 4’emîn Pêşbirka Wênekêşan Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a diyarî şehîdê çapemeniya azad Rizgar Denîz hate kirin, hatin dayîn.
4’emîn Pêşbirka Wênekêşan Çîrok û Helbestan a Şehîd Denîz Firat a bi pêşengtiya YXA’ê li Wargeha Penaber a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li salona konfaransê bi amadebûna sedan bejdarvanan, nûnerên saziyan û mêvanên derve bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Di merasîmê de dayika Şehîd Denîz Firat Sultan Yildiztan axivî û got: “Ez ê heta dawî şopdarê rêya Denîz û Rizgar bim.”
Li ser navê malbata Şehîd Rizgar Adanmiş xwişka wê axivî û ev tişt got: “Denîz û Rizgar cihê xwe didile me de girtine. Ez gelek kêfxweşbûm ku ev pêşbirk ji bo Rizgar hatiye amadekirin. Ew di koçberiyê de mezin bû û şehîd ket. Dema ku Denîz şehîd ket Rizgar soz da ku kamêreya wê li erdê nehêle heya şehîd ket. Ez jî li vir soz didim kamereya wî li erdê nehêlim. Ez ê li ser şopa wî bimeşim.”
Piştî axaftinan kesên hêjayî xelatê hatin dîtin, xelatên wan hatin dayîn.
Di rêze bernameyê de sînevizyona ku ji bo Şehîdên Çapemeniya Azad Şehîd Denîz Firat û Şehîd Rizgar Adanmiş hatî amadekirin hat nîşandan
Piştî temaşekirina sînevizyonê merasîma xelatdayînê destpê kir.






