Bi durûşmeya “ Em di dilê zarokên xwe de çand û hunera resen biçînin” Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê pêşbirka govendên gelêrî ya zarokan birêxistin kir.
Buroya Jin a Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Dicle bi tevlêbûna komên zarokan “Koma Esala ya Til Hemîsê, Şengal a kamap Newroz, Govenda Kulîlka Koçerat û Koma Suryan a Yourthotha” pêşbirka govendên gelêrî organîze kir.
Pêşbirk li stada Kornêş a Dêrikê bi amadebûna bi sedan kesî hate lidarxistin.
Di pêşbirkê de Hevseroka Meclisa Şaredariya Gel Rojîn Çeto axivî û anî ziman çanda herêmê xwedî dîrokeke dirêj e. Rojîn anî ziman ku parastina çand û hunera resen nîşaneya resenbûna gelekî ye.
Piştre koman govendên xwe yên gelêrî pêşkêş kirin. Koma Aylanyayê ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran stranên filklorî pêşkêş kirin.
Di pêşbirkê de, Koma Asala ya Til Hemîsê di asta yekemîn de, Koma Govenda Kulîlkên Koçerat asta duyemîn û koma Youthotha di asta sêyemîn serketin. Her sê komên serkeftî hatin xelatkirin…ANHA






