Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hunermendê bi bilûra xwe ruh dida awaz û stranan: Qale Mere

26/05/2024
in Uncategorized
A A
Hunermendê bi bilûra xwe ruh dida awaz û stranan: Qale Mere
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi ser koça dawî ya bilûrvanê Kurd Qale Mere 15 sal derbas bûn. Lê, awaza bilûra wî ku awazên Kurdî yên resen û xwezayî lê dixist, timî zindî ye.

Qadir Ebdulazade bi nasnav Qale Mereyê Bilûrvan, zivistana sala 1925’an li gundê Kulice yê ser bi bajaroka Bokan a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber ku kesek bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mukriyanî navê Qale Mere lê kiriye.

Qale Mere hîn nehatibû dinê, bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di temenê 6 saliyê de jî dayîka wî koça dawî kiriye. Weke bixwe jî di axaftineke xwe de gotiye, hemû temenê wî bi bêkesî, hejarî û bêşansiyê derbas bûye.

Qale Mere bi gelek hunermend û helbestvanên navdar ên Kurd ên wekî Hesen Zîrek, helbestvanê mezin Hêmin Mûkriyanî û Hejar Mukriyanî re hevaltî kiriye.

Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê (Mihabad) û darvekirina pêşengên wê, Qale Mere jî qaçax dibe û koçî Başûrê Kurdistanê dike. Demek li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Piştî çend salan careke din vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Qale Mere ku li Îranê beşdarî gelek festîvalên nav û deng ên mûzîkê bûye, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî gelek festîvalên hunerî bûye û hêjayî xelatê hatiye dîtin.

Qale Mereyê Bilûrvan di sala 1950’an de li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mihabad û Ûrmiye, her wiha li radyo û televîzyona Kirmanşan gelek parçeyên mûzîkê bi bilûra xwe tomar kirine.

Qale Mere di zimanê Farisî de bi navê “Gencine Muteherik” ango di bi navê “Xezîneyek gerok” beşdarî festîvalên mûzîkê yên Îranê dibe. Bilûra Qale Mere timî awazên ku pesnên xweşikbûna Kurdistanê û xwezaya wê didin, lê dixe. Bi vê yekê re timî resentiya mûzika Kurdî parastiye.

Bilûrvanê nemir Qale Mere 21’ê Gulana 2009’an di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Bihezaran kes û hezkiriyên Qale Mere ji deverên cuda yên Kurdistanê herikîn bajarê Bokanê û tevlî merasîma spartina axê bûn. Cenazeyê Qale Mere, li ser wesiyeta wî, li Bokanê li rex hunermend Hesen Zîrek hatiye definkirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.