Rojnameya Ronahî

‘Saleke dagirtî ye bi berhemên hunerî ji çanda hemdem û kevnar’

Hemza Sêvo/Qamişlo

Rêvebera Hunergeha Welat, Rozalîn Dêrik da zanîn ku sala 2024’an dagirtî ye ji berhem û stranên ji çanda hemdem û kevnar. Di heman demê de diyar kir ku wê stranek ji bo hilbijartinên şaredariyan û yên Partiya Siberojê, stranek girêdayî zimanê kurdî û mozîkjenên kurd di dema pêş de derkevin.

Hunergeha Welat yek ji saziyên hunerî ye ku li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xeba hunerî dike. Têkildarî kar û xebata ku hunergeh dide meşandina jî rêvebera wê Rozalîn Dêrik bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû

Ji destpêka sala 2024’an ve, Hunergeha Welat, çi kar û xebata hunerî daye meşandin?

Yekem xebata hunerî ya îsal ku Hunergeha Welat çêkir, Sitranên Keziya Sor bû, ev stran weke fîlmê mozîkal tê hesbandin. Ji ber ku ev berhem bûyerên ji destpêka avakirina gerdûnê heta roja îro vedibêje. Bi taybet dîroka jinê desthilatdariya li ser têkirin,  jin tê de di 7 qonaxan re derbas dibe, ji wê serdema kevnar, jin di pêşveçûna dîrokê de û  heya serdema ku Rêber Apo gotina Jin, Jiyan, Azadî, dibêje, di vê berhemê de tê xuyakirin. Ev  berhem ji nîvê sala 2023’an ve li ser dihat xebitandin.  Ji ber ku berhemeke hunerî ya mezin bû û êrişên dewleta Tirk a dagirker ku bû astengiyek jê re, 7 mehan domand û di Adarê de hat belavkirin. Berhema ku bi şûn de jî hat derxistin, Kilîpa Êmo bû. Kilîba Êmo, berhemeke folklorî ji folklora herêma Mêrdînê ye. Ev stran li ser jina bi navê Êmo ye, Êmo jî jineke jîr e çavdêriya malê dike, bi tena xwe li gund maye, hemû kar û barên gund dikeve ser milê wê. Ango bi kurtasî naveroka wê li  ser berxwedana jinekê ye dixwaze bijî û gundê xwe jî vejîne. Dîmenê kilîpa Êmo li gundê Girdêwan yê girêdayî bajarê Qamişlo ye, hate kişandin û 10 rojan dem bir heta ku hat amadekirin. Berhema din kilîpa zarokan ya bi navê Ez Herin Gund, bû. Naveroka vê klîpê li ser şêweyê jiyana gundan a bi rengê jiyana komînal û şêweyê jiyana bajaran e. Em dizanin jiyana gundan û rengê civaka komînal her ku diçe ber bi bajarvaniyê ve diçe, lê bi riya vê berhemê me xwest ku şêweyê jiyana gundan bi rengekî xweşik û bedew ji zarok û hemû kesî re bidin destnîşankirin. Ev klîp jî li gundê Girdêwan, hate kişandin û heftiyekê dem bir heta ku hat amadekirin. Piştî lidarxistina Festîvala Orkêş ya sala bûrî, erkek kete ser milê Hunergeha Welat ku pêwîste hemû stranên komên hunerî yên di fastîvalê de hatin gotin, bi riya hunergehê re werin derxistin. Ev kar jî bi dawî bû û bo stranên komên hunerî tev hatin bidawîkirin û me radestî wan kirin.

Niha çi amadekarî ji bo derxistina stran û berhemên hunerî çêdibin, herwiha wê çi berhem di dema pêş de werin çêkirin?

Xebata ku niha em dikin û hîn jî berdewam e; xebat çêkirina klîpên folklorî ye. Em dixazin hunermendên kurd yên bi temen mezin kom bikin û stranên folklorî yan jî yên taybet yên wan tomar bikin.  Armanca me ji vê yek zindîkirina folklora kurdî ye, li rexekî din jî, gihandina nameyeke taybet bi riya wê sitrana folklorî. Mînak weke berhema Êmo, me dixwest bi şêweyê folklorî nameyekê bo civakê bighînin ku çiqasî jina kurd li ber xwe dide. Lema jî ev pirojeya ku me dest pê kiriye di vê çarçoveyê de be. Li aliyekî din hunergeha çavdêra çanda civakê ya kevnar û hemdem e, li ser vê rêçê jî berheman diafrîne. Hunergeha Welat buyerên ku diqewmin di nav civakê de, ji wan jî berheman bi rengekî bedew û hunerî çêdike. Di vê çarçoveyê de jî em stranekê li ser hilbijartinê Partiya Sûriya Siberojê û straneke din jî şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdikin. Ev herdu stran jî di nava destê me de ne û di demeke nêz de wê werin belavkirin. Wekî din jî stranên tevahiya komên hunerî yên hemû pêkhateyan yên ku bixwazîbin derxînin û ew stran xwedî ast be, bi riya hunergehê tên derxistin. Ji bo dema pêş jî berhemek bi taybet ji bo amûrjenên kurd in, her amûrjenekî ku di warê jenandina amûrên muzîkê de pispor be wê cihê xwe di vê klîpê de bigire. Ev berhem wê tenê muzîk tê de hebe û wê muzîkjen wê muzîka xwe hilbijêre. Bi rastî hin amûrên muzîkê yên kurdî hene bikaranîna wan pir kêm bûye, lewma jî armanca me ji ew e vê berhemê ku wan amûrên kevnar yên kurd vejînin. Li aliyekî din jî wê berhemek di derbarê zimanê kurdî de jî were amadekirin. Berhemeke din jî bi navê Karê Malê wê were çêkirin, ev berhem ji stranên komên hunerî yên TEV_ÇAND’ê ne û wê berhem li hunergehê bi xwe, ango ne li cihekî ji derve wê were çêkirin be. Di heman demê de jî berhemek din jî bi taybet ji bo zarokan bi navê Karê Zarokan wê di dema pêş de were çêkirin. Îsal saleke dagirtî ye ji berhemên cuda yên çandî, hunerî û hwd… Lewma jî wê her mehek-du meh berhemek wê were belavkirin.

Berhemên ku Hunergeha Welat di dema bûrî de afrandine, dengvedanek di nav civakê de dane çêkirin, gelo çi astengî derdikevin pêşiya vê xebatê?

 Bi rastî astengiyên ku derdikevin pêşiya kar û xebata me ya hunerî de di asta yekê de siyaseta PDK’ê ye. Wekû em dizanin xebata em dikin; xebateke hunerî ye û ti girêdana wê bi mijarên siyasî re tune ye, lê belê dîsa jî  bi hemû şêweyan rê li pêşiya karê me yê hunerî digire. Di sala borî de daxaz hat kirin ji bo ku Hunergeha Welat tevlî festîvaleke hunerî ya Silêmaniyê bibe. Me jî amadekariyên xwe ji bo tevlîbûna fastîvalê, kirin. Lê destûr neda ku em derbasî Başûrê Kurdistanê bibin û tevlî wê festîvalê bibin. Ne tenê wiha jî, lê belê pirî caran amûrên teknîkê yên cuda ji bo Hunergeha Welat pêwîst dike, ev amûr jî ji derveyî herêma me, bi riya Başûrê Kurdistanê ji me re tên. Lê heta ku derbasî herêma me dibin gelek astengî ji aliyê PDK’ê ve ji bo derbasbûna wan tên çêkirin û carnan jî naghêjin nav destên me. Dîsa di sala 2023’an de Hunergeha Welat ji aliyê welatê Fransa hate vexwendin ji bo festîvala muzîkê ya li ser asta cîhanî bû. Lê mixabin careke din PDK’ê nehiştin em derbasî Başûr bibin û biçin Fransa. Bi rastî ger ev beşdarbûn pêk bihata û em tevlî festîvaleke wisa bûbuna wê gelekî çanda kurdî li Ewrupayê berbelav bûya, di heman demê de wê sûdeke mezin bidaba çanda kurdî. Ji xwe armanca me jî wisa bû ku sûdeke mezin li çanda kurdî bikira û asta muzîka kurd li pêş bixista lê ev yek pêk nehat.