Rojnameya Ronahî

Dadgehên tunekirina kurdan

Hafiz Ahmet Turhalli 

Dadgeh ji bo sûcdaran, kesên zalim, diz, destdirêj û qatilan darizînin û kesên nebaşî kirine werin cezakirin, tên/hatine damezrandin. Ji bo di nava civak û kesan de, dadweriyekê pêk bînin û baweriya nava civakê xurt bikin, xwedan erk û peywirêne.

Dadgeh û kesên tê de kar û xebatê pêk tînin, pîvanên pêşketina civakê tê de didin xuyakirin.

Dewletên wê sedsalê, behsa dadweriya kesayetî û civakî dikin.

Bêguman Dewlet û civakên ku tên birêvebirin; ji bo wan Dadgeh an dewleta ku li gor zagonan tê birêvebirin aramî û huzura wan baştire, ji dewletên ku bê serpereştiyazagonan tên birêvebirin. Ji bo gelê me dadgeh û qanûn tên wateyeke dîtir!

Dadgehên ku dagirkerên me avakirine û kar û xebatên tên kirin, rastiyekî wan heye: ji bo gelê me derveyî qanûn û nîzamê bidin nîşandan, hatine avakirin û tên avakirinê.

Ji komara Tirk bigre heta Komara Iraqê, ji Îranê bigre heta Sûriyê, dadgehên hene karê wan tenê; malwêranî, sêdarekirin, zindankirin û tunekirin e. Ji bo me Kurdan dadgeh tenê xirabî, nebaşî û zilm e.

Di dîroka me Kurdan de ji ber ku dadgehên hatine avakirinê tenê mirin û zindan nîşanî me dane, gelê me; ji dadgehan dûr direvin. Ji ber vê psîkolojiyê weke Netewe me Kurdan heta roja me ya îrojî, kar û pirsgirêkên xwe yên navxweyî nebirine gel dadgehên wan. Me bi cemaat û rûsipiyên xwe re pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser kirine.

Heta em azad nebin, divê ev şêwaz berdewam be.  Dadgehên ku qaşo gere dadweriyê di nava civakê de cîbicî bikin, di 16’ê Gulana 2024’an de li sîyasetmedarên Kurdan cezayê zîndanî barandine.

Bi navê “Şerq Îstîklal mahkemesî” di dema şêx Seîdê kal de, xortekî bi navê dadweriyê ji ber ku zimanê Tirkî nizane, hatiye sêdarekirin. Ev dadgehê dagirkerên Kurdistanê ne û ev jî biryarên wan in.

Welatê me bi navê qanûn û dadweriya navnetewî hatiye perçekirin. Pismam ji bo serdana pismam bike, divê dijiyatiya van qanûnên navnetewî derkeve. Bi navê qanûn û dadgehan  zilmekê, zordariyekê dij mirovî liser me hatiye pêk anîn û tê pêkanîn. Xaka me kirine çar, heta pênc perçe. Ev zilma han bi qanûn û dadgehên navnetewî li ser me Kurdan hatiye sepandin. Şal û şepik, laçik, fîstan, ziman, çand û hunera Kurdî, dîroka me, navê welatê me Kurdistanê jî, li gor dadgehên wan gunehin. Dadwer û dadgeh ji bo me tune bikin, bihelînin hatine erkdarkirin. Destdirêjiya Keçikên me dikin, talana ser erd û bin erdê me dikin. Ji ber em doza mafê xwe yê xwezayî, olî û mirovî dikin; em tên zîndankirin û kuştin. Dadgehên dagirkeran ji bo mafê milletê me desteser bikin, kesê doza mafan bikin cezayên giran li wan dibarînin. Wek tê zanîn Doza me bi dadgehên Şerq Îstîklalê, dema Şêx Seîd despêkirin, bi Dadgehên 12 Îlonê kadirên bizava Netewî û serhildana wan berdewam kir, bi Dadgeha Îmraliyê di dîroka sêdarekirina roja 29 Hezîranê cezayê îdamê li Rêberê gelê Kurd hate birîn û di 16 Gulanê de sîyasetmedarê Kurdan bi dehan salan hatin cezakirin.

Divê em Kurd van dadgehan nas nekin! Ev Dadgeh û qanûn ji bo me tunebikin hatine cîbicîhkirin. Gelê me û kadirên bizava Netewî bi deh hezaran neha di zîndanên wanan de ne. Azadiya me di destê me de ye û gellekî nêzîke.