Rojnameya Ronahî

‘Em ê dengê xwe bi rengekî demokratîk bi kar bînin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Partiya Kesk a Demokirat Luqman Ehmê diyar kir ku dema hilbijartin hat ragihandin ew ketin tevgerê de û got: “Em ê keda xwe bi rengekî demokiratîk bi kar bînin, êdî pirojeya Rêveberiya Xweser di aliyê siyasî de jî wê were erêkirin, ji ber vê yekê em hilbijartinan wekî têkoşîna ji bona demokrasiyê dibînin.”

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 11’yê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan dê pêk werin. Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinan de piştî avakirina Komîseriya Bilind a Hilbijartinan, li 125 bajar û bajarokên 7 kantonan lijne hatin avakirin. Di heman demê de 2 blok hatin çêkirin, yek ji wan bilokan girêdayê PYD`e, Partiye Sûriya Pêşeroj û Kongira Star e û hin patiyên din jî bi wan re ne, biloka din jî ji 5 partiyan pêk tê û  bi dirûşmeya ‘Bi hevre ji bo çêtirîn raje’ wê tevlî hilbijartina bibin, ji xwe partiyên vê bilokê pêk tînin wiha ne: Partiya Kesk a Dmokirat, Tevgera Nujen a Kurdistanî, Partiya Çep a Demokirat ya Kurd Li Suriyê, Partiya Biratiya Kurdistanî û Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê. Her wiha hin partî jî hene ku tevlî ti bilokan nebûne û bi xwe tevlî hilbijiartinan dibin.

Di hilbijartinan de dê hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan bên diyarkirin. Di çarçoveya bilokên hilbijatinan û amedakariyên wê de hevserokê Partiya Kesk a Demokirat Luqman Ehmê ji Rojnemeye me re axivî.

Luqman Ehmê da zanîn ku li Sûriyê ewqas hilbijartin çêdibûn lê bi rengê demokiatîk ne dihat çikirin û wiha got: “Ev cara yekeme ku li ser asta Suriyê hilbijartin bi rengê demokiratîk  tê li dar xistin, ji ber ku gelek caran li Sûriyê hilbijatin dihatin li dar xistin lê ne bi rengekî demokirat bû. Her wiha ev cara 3`mîn e ku hilbijartin li bakurê Suriyê tê li dar xistin, hilbijartina yekim di sala 2015`an de bû, hilbijartina 2`yem di sala 2017`an de hat li dar xistin. Di her dû hilbijartinên ku derbas bû, ne bi rengê lîstan bû, her wiha bi rengê kesayetan bû ku daihatin tevlî hilbijatinan dibûn û dengê xwe didan. Ev hilbijartinên niha tecrûba 3`ya ye ji bo Rêveberiya Xweser e, lê erdnîgariya wê berferehtire. Yanî herêmên ku 2017`an ji DAIŞ`ê rizgar bûne ew jî êdî tevlî hilbijartinan dibin. Ji ber vê yekê gelek ji wan hîn naskirina wan di aliyê hilbijartinan tune ye û zehmetiyan dikşînin, ji ber ev tecrûbeya wan ya yekeme. Tiştên heyê ku ev hilbijartin tirafîkeke bilez di nava partiyan de çêkir, di encamê de em wekî Partiya Kesk a Demokirat heya roja îro me hevbendiyekî çêbikin, di destpêkê de em 2 partî bûn, lê her çû zêde bûn, niha jî em 5 partî û cihê xwe li hevbendiya ku me li dar xist digirin. Niha jî hemî lîsteyên hevbendiyê hazirin, her wiha di bin dirûşmeya ‘Em bi hevre ji bo çêtirîn raje’  yanî çêtirîn xizmetguzarî.”

Astengî û zehmetî

Luqman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ragihandina hilbijartinan di roja yekemîn de, em ketin tevgerê û têkiliyên me bi partiyên cuda cuda re hatin çêkirin, yên ku tevlî hevbendiyê bûn û xwe bi cih kirin 5 partî ne, heya niha ew jî Partiya Kesk a Dmokirat, Tevgera Nujen a Kurdistanî, Partiya Çep a Demokirat ya Kurd Li Sûriyê, Partiya Biratiya Kurdistanî û Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê, di heman demê de me logo û dirûşmeya vê hevbendiyê diyar kiriye. Zehmetî û astengiyê derdikevin li pêşiya me, beramberî komîteyên hilbijartinan yên ku hatina dayîn, gelek ji wan raste rast karê xwe nasnakin û di gelek aliyan de zehmetî tê dîtin. Her wiha di riya mudaxele re hin kêmanî têne sererastkirin û hin ji wan kêmaniye wiha dimînin, rastî niha jî pêwîste zehmetî nekevin pêş de, ji ber ku êdî her kes naskirina wan ji kar re çêbuye û ketiya nava kar û xebatên hilbijartinan de ku tecrubeyek baş hat girtin û dikarin bi rehetî lîsteya xwe pîşkêş bikin. ”

Bilokên ku hatine diyar kirin

Ehmê  bal kişand li ser bilokên ku hatine diyar kirin û wiha got: “Bilokên ku hatine diyar kirin 2 bilokin, yek ji wan bilokan girêdayê PYD`e, Partiye Sûriya Pêşerojê û Kongra Star e û hin patiyên din jî bi wan re ne, biloka din jî ya 5 partiya ne ya bi duruşmeya ‘Bi hevre ji bo çêtirîn raje’ ku Partiya Kesk a Dmokirat, Tevgera Nujien a Kurdistanî, Partiya Çep a Demokirat ya Kurd Li Suriyê, Partiya Biratiya Kurdistanî û Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê xwe dinav de digire. Her wiha hin patî jî bi tene serê xwe jî daketine ku bilok çênekirine wiha derbas bûne. Lê belê ji bo partiyên ku tevlîbûne wan di nava hilbijartinan de çêne bûn, ev tê wateya ku naxwazin pirojeya vê Rêveberiyê çêbibe di riya demokiratîk de.”

Luqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku hilbijartin ew jî wekî têkoşîneke leşkerî ye  û wiha got: “Ev hilbijartin wekî ku mirov di şerekî leşkerî de ye, yan tu bi ser bikeve yan jî na. Em partî bi rengekî wiha dibînin, ji ber vê yekê çawa ku hilbijartin hat ragihandin em jî ketin tevgerê de, ji ber ku ev kede bi rengekî demokiratîk wê werin dayîn, êdî pirojeya Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî de jî wê were erêkirin, ji ber vê yekê em wekî şerekî dibînin. Her wiha pêwîste komîn her dem vekirî bin û deverên ku nasnemeyên hilbijartinan tên çêkirin hîn zêdetir alî kar bin bi gel re û bi şêwazekî baş nêzî gel bibin. Di herî dawî de ez hêvî dikin ku her kes xwe berpisiyar bibîne û dengê xwe bide hilbijartine û dengê xwe bide ew kesê ku xizmeta wan bike û pirsgirêk denekeve ji aliyê kar û xebatên xizmetguzarî. Ji ber ku gelê me wê 2 sala bi van kesan re jiyan bike û berpisiyariya wan rake.”