Rojnameya Ronahî

‘Bikaranîna çekên kîmyawî binpêkirina peymanên navdewletî ye’

 Lîloz Hisên/ Qamişlo

Parêzer Sîpan Xelef da zanîn ku gelê kurd bi rêya qirkirin û asîmîlekirina çandî rastî polîtîkayeke sîstematîk tê, çekên kîmyewî jî amûreke din a polîtîkaya tunekirina sîstematîke li hemberî Kurdan ji aliyê dewleta Tirk ve bê navber tê meşandin.

Bi karanîna çekên kîmyewî di gelek hevpeyman û itifaqên navdewletî de mîna sûcê dij mirovî tê hesibandin. Lê dewleta dagirker a Tirk êrîşên xwe rojane didomîne li dijî gelê kurd, nemaze li ser Herêmên Parastina Medyayê. Her wiha li Başûrê Kurdistanê çekên qedexe yên kîmyawî di nava bêdengiya raya giştî ya cîhanê û li ber çavê wan  tê meşandin û li dijî gelê kurd bi sedê caran ev yek hatiye meşandin. Li hemberî vê yekê jî tu dewlet, sazî û rêxistinên navdewletî helwest negirtin û dengê xwe nekirin.

Derbarê vê mijarê de parêzer Sîpan Xelef ji rojnameya me re axivî.

‘Çekên kîmyawî amûreke ji bo qirkirina gelê kurd e’

Parêzer Sîpan Xelef diyar kir ku gelê kurd di nava gelên Rojhilata Navîn de yên herî zêde ji çekên kîmyawî bandor bûye û wiha domand:” Ji ber ku mayîndebûna gelê kurd dîroka derew a netew-dewletên herêmê radixe ber çavan û projeyên wan ên îdeolojîk asteng dike, ji ber vê yekê zêdetirî sed sal in li welatê xwe yê dîrokî bi rêya qirkirin, asîmîlekirina çandî û bi darê zorê ji cih û warên xwe ve rastî polîtîkayeke sîstematîk a qirkirinê tê, çekên kîmyawî amûreke din a polîtîkaya tunekirina sîstematîk li hemberî Kurdan e ji aliyê dewleta Tirk ve bê navber tê meşandin.”

Sîpan Xelef destnîşan kir ku di van sed salên dawî de ji bo qirkirina serhildanên kurdan û bi mebesta tunekirina kurdan, gelê kurd rastî êrîşên bi çekên kîmyawî hatin, di encamê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî bi giranî birîndar bûn, ji bilî ziyanên van çekan gihaştin zevî û jîngeha xwezayî, bi sed hezaran kes jî neçar man ji cih û warê xwe koçber bibin.

Êrîşên dewleta Tirk li ser Qadên Parastinê yên Medyayê

Sîpan Xelef diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker di sala 2021’an de zêdetirî 367 caran gazên kîmyawî, topên uranyumê û bombeyên fosforê li herêmên Garê/Siyanê, Zandûra/Metîna, Mam Reşo/Avaşîn, Girê Sur, Aris Faris, û Girê Kartal bikar anî û di encamê de nêzî 47 Gerîlayên Azadiyê şehîd bûn.

Sîpan Xelef tekez kir ku ji ber bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe bi awayekî organîzetir çekên kîmyawî bi kar anî û heta niha jî didomîne û got: “Ji 14’ê Nîsana 2022’an heta 14’ê Cotmeha 2022’an nêzî 27 Gerîlayên Azadiyê şehîd bûn.”

Li cihên din jî di heman demê de li Şikefta Brîndara ya Zapê 17, li Qada Karkar 5 Gerîla, li Warxlî Avaşîn jî 3 Gerîla şehîd bûn.

 ‘Komkujiyên li dijî kurdan’

Sîpan Xelef komkujiyên li dijî gelê kurd hatin pêkanîn anî ser ziman:

Komkujiya Akirê û Keliyê Zîlan.

Di Komkujiya Dêrsimê de bikaranîna gaza kîmyawî bi belgeyên ku herî dawî hatin eşkerekirin û li gorî belgeyên ku Mustafa Kemal Ataturk bi hevoka “veşartî” îmze kiribû û piştre ji aliyê rojnameya Dêrsimê ve hat weşandin, hat îspatkirin.

Piştî sala 1986’an artêşa Tirk bi rêbazên ku di talîmatan de hatine diyarkirin bû sedem ku bi sedan şervanên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) di şikeft û tunêlan de şehîd bikevin.

Sîpan Xelef bal kişand li ser êrîşa dagirkeriya Tirk li ser Serê Kaniyê, Girê Spî û Til Temir û wiha got: “Di 9’ê Cotmeha 2019’an de gelek sazî û rayedaran bikaranîna fosfora spî ji aliyê dewleta Tirk ve belge kirin, her wiha balafirên Tirkiyê di sala 2018`an de li Efrînê gaza kîmyawî li dijî sivîlan bikar anî, dewletên garnator bêdeng man li hember van êrîşan ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li dijî gelê kurd domandin.”

‘Êrîşên kîmyawî binpêkirineke eşkere ya yasaya mirovî ye’

Sîpan Xelef tekez kir ku êrîşên kîmyawî binpêkirineke eşkere ya yasaya mirovî ya navdewletî û Peymana Çekên Kîmyawî ye û wiha da zanîn:” Tirkiyeyê ev peyman pesend kiriye, nemaze ji ber ku ew aliyek e ji Protokola Cenêvê ya sala 1925`an, ku çekên wiha qedexe dike, ji ber vê yekê, bikaranîna çekên kîmyawî li gorî qanûnên adetî yên navneteweyî qedexe ye.”

‘Divê berpirsiyarên van kiryarên hovane bên pirsîn’

Sîpan Xelef di berdewamiya axaftina xwe de got: “Divê civaka navdewletî hewildanên xwe ji bo rêgirtina bikaranîna çekên kîmyawî bike, û berpirsiyarên van kiryarên hovane bipirse, ji ber ku ev yek bi bandor pêk were, divê mekanîzmayên din ên navneteweyî werin damezrandin, ku rastiya karanîna van çekên qedexe ronî bike û ji ber bikaranîna çekên kîmyawî wek binpêkirina hiqûqa navneteweyî hesab ji dewleta Tirk bipirse.

’Binpêkirinên Tirkiyeyê li dijî kurdan rêbazeke qirkirinê ye’

Ji ber ku bikaranîna van çekan li gorî bendê 8’ê yasaya Dadgeha Tawanan a Navneteweyî û bi taybetî jî bendên 17 û 18’ê li gorî bendên hiqûqa navneteweyî yên adetî, wekî tawanek şer tê hesibandin, ew hewce dike ku sûcdar ji Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî re bêne şandin.

Sîpan Xelef wiha li gotinên xwe zêde kir: “Mixabin dema mijar dibe bikaranîna Tirkiyeyê ji çekên giran û yên qedexe li dijî gelê kurd û Gerîlayên Azadiyê yên kurd, bêdengî çêdibe û ya rastir jî tevlîbûna wan bi Tirkiyeyê re di sûc de, ev yek dihêle ku dewleta Tirk ji bêdengiyê cesaret bigire, gerek binpêkirinên dewleta Tirk di bikaranîna çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd weke qirkirina gelê Kurd were naskirin û di dadgihên navnetewî de were dadgehkirin.”

Divê ji bo eşkerekirina binpêkirinên Tirkiyeyê her kes erkê xwe pêkbîne

Di dawî de parêzer Sîpan Xelef wiha got: ” Ev mijar exlaqê me eleqedar dike, ji ber vê yekê divê her kes li hemberî eşkerekirina dewleta Tirk, di serî de bijîşk, hiqûqnas, saziyên sivîl û hemû komên çalak erkên xwe bi cih bîne, daxwaza rawestandina bikaranîna çekên qedexe bike û ji dewleta Tirk hesab bixwaze û ji dest kî çi bê divê bê kirin.”