Thursday, June 19, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sebahat Tuncel; Li hemberî faşîzmê em serî natewînin

26/05/2024
in Uncategorized
A A
Sebahat Tuncel; Li hemberî faşîzmê em serî natewînin
Share on FacebookShare on Twitter

Argêş Gewda/Qamişlo

Parlementera HDP`ê ya kevin û girtiya doza Kobanê Sebahat Tuncel diyar kir ku  doza Kobanê dewama tecrîd û siyasetên qirkirinê ye. Herwiha Sebahat destnêşankir ku  ew ê tu caran li hemberî faşîzmê  serî  netewînin.  

Parlementera HDP`ê ya kevin û girtiya doza Kobanê Sebahat Tuncel derheqê berxwedanîya girtîgehê û doza Kobanê bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Hûn dikarin derheqê Doza Kobanê û Berxwedanîya Zîndanan agahî bidin?

Sala 2014’an ji bona gelê Kurd saleke ku berxwedan gihişte lûtkeya herî bilind.  Di vê salê de berxwedaniyeke bê hempa hat meşandin. Yanî em dikarin bêjin her çar parçê Kurdistanê pir deskeftî hatin destxistin. Hilbijartinên meha Pûşberê rêjeya dengê HDP`ê ji sedî 15 bû. Nezî sed kursiyê parlemantoya Tirkiyê dest xistin. Li aliyekî din jî, Rojavayê Kurdistanê berxwedana gelan destpêkir û êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ser Kobanê çêbû. Ser van esasan Kurd li her çar parçan bûn yek û bi şêwazên cuda serhildan hatin meşandin. Rejîma AKP`ê û MHP`ê ev berxwedanî  ranekir û dest bi êrişên qirkirina siyasî yên hem wext  di sala 2016’an de kir. Gelek hevalên me yê sîyasetmedar bi hinceta `endamtiya rêxistinê û parçekirina dewletê` dihatin darizandin. Li gorî agahiyên bê bingeh ez û hevalên min dihatin tewanbarkirin. Doza Kobanê dozek siyasî bû û ti bingeha wê ya hiquqî tine bû.  Em bi salan bi hincetên vala hatin mexdurkirin û mafê me yê jiyanî hat astengkirin. Girtîgehên dewleta Tirk ya dagirker ne cihê jiyanê ne û  şaneyên mirinê ne. Gelek  dîlgirtiyên sîyasî di aliyê tenduristî de giranin û pêwîste demildest bên berdan. Berovajî wê bi hincetên cuda tên tewanbarkirin û salan cezan  li wan tên birîn. Li hemberî vê ew ti caran serê xwe natewînin û bi çalakîyên cûda berxwe didin. Dewleta tirk jî ser girtîgehan zexta zide dike û mafên wan yên xwezayî û mirovî asteng dikin.

 Hûn tecrîda Îmraliyê ku li ser Rêber Apo tê meşandin çawa dinirxînin?

weke tê zanîn ji sala 2011’an ve tecrîdeke girankirî li ser Rêberê gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin. Mafê Rêber Apo yê telefonê û hevdîtinên parêzeran bi hincetên cûda tên qedexekirin. Mirovahî hemû dizane yê  alozîya Rojhilata Navîn bide sekinandin Fikir û felsefeya Rêberê netewî Abdullah Ocalan `e.  Hêzên dagirker ji ber vê rastiyê agahdarin tecrîda ser Rêberê gelê Kurd tê giran kirin. Ev tecrîde ne tenê li ser kesayeta Rêber Apo ye, lê li ser gelê Kurd giştî tê meşandin. Pêwîste hemû welatparêzên kurd li hemberî vê zilme bê deng nemînin.  Yanî tê zanîn ku doza Kobanê li dijî mafên Kurdan hatibû vekirin. Bi destê desthilatîya AKP`ê û MHP`ê dihat rêvebirin. Gelek sîyasetmedar bi şêwazên bêhiqûqî hatin cezakirin. Ev mirov dest ji doza xwe bernadin. Ne 42 salan, hezar sala jî me ceza bikin em ji doza xwe venagerin. Nikarin gelê Kurd bi girtinê, kuştinê xelas bikin.

Bangawaziya we çi ye?

Bila ti caran neyê jibîrkirin ku em gelê herî kevnar ku li ser vê axê jiyan dikin. Mafên me di herê aliy de hatiye astengkirin û qedexekirin. Li ser vê bingehê li ji derveyî berxwedan û tekoşîne rêyek me cuda nîne. Em ji girtîgehê hatin berdan raste, lê dilime hîn li gel hevalên me yê ku berxwedanê dikin e. Em ê ser vê bingehê tecrîda Imraliyê bişkînin. Heta azadiya Rêber Apo ya fizîkî, wê têkoşîna me bidome. Em silavên xwe  ji Rêberê gelê Kurd Rêber Apo  û dilgirtiyên zîndana re dişînin.

Sebahat Tuncel kî ye?

Di sala 1975 Bakûrê Kurdistanê li Meletî yê dayîk bum. Sala 1998 di HADEP`ê dest bi sîyasetê kir. Zanîngeha Mersînê beşa kadastro min qedandîye.  Min gelek beşên cuda ya tevgera jin da xebat meşandîye. Hevserokê DBP(Partîya Heremên Demokratîk) bum. Parlementera serdema 23`emîn ya bajarê Stenbolê ya HDP`ê hatim hilbijartin. Vek hun jî dizanin sala 2016 bi gelek sîyasetmedarên Bakurê Kurdistanê hatin girtin û bi navê doza Kobanê hat darizandin. Ez jî yêk van bum. 8 sala girtîgeha Sîncanê girtî mam. Sala 2024 jî ez û çend hevalên xwe hatin berdan.

Post Views: 174
ShareTweetPin

Herî Dawî

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû
NÛÇE

9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê ya Rojava bi dawî bû

19/06/2025
Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin
CIVAK Û JIYAN

Belavkirina sotemeniya germikirinê ya sala 2025 û 2026’an hatiye destpêkirin

19/06/2025
Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de
ROJEV

Îran di navbera êrîşa DYA û destpêşxeriya Rêber Apo de

19/06/2025
Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş
ÇAND Û HUNER

Yek ji stûnên helbesta kurdî li Rojavayê Kurdistanê; Seydayê Keleş

19/06/2025
YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe
ROJEV

YRA’ê xebatên xwe li gorî veguherînên şoreşê pêş dixe

18/06/2025
Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.